Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 26

Bihişt Dîsa Tê Damezrandin!

Bihişt Dîsa Tê Damezrandin!

Yahowa Xweda bi navgîniya padîşahiya di bin rêveberiya Mesîh de, hem Pîroziya Navê xwe û hem jî mafdariya desthilatdariya xwe nîşan dide; ew tevahiya xerabiyan ji holê radike.

NIVÎSARA bi navê Peyxam a ku di dawiya Pirtûka Pîroz de ye, hêviyê dide tevahiya mirovahiyê. Şandî Yûhenna van peyxamên ku bi riya dîtinî ango xuyabûnan di vê Pirtûkê de jê re hatine ragihandin, giştan bi navgîniya Ruhê Pîroz dinivîse. Ev dîtinî hemû yên derbarê pêkhatina armanca Yahowa de ne û bi awayeke gewre bi dawî dibin.

Di dîtiniya pêşî de, Îsayê ku ji mirinê hatiye vejandin, pesnê civînan dide û tembîhan li wan dike. Dîtiniya piştî vê, sahneyekî ku afirîdên li ezmanan bi serbilindî pesnê Xweda didin, radigihîne û me dibe ber Textê Xweda.

Wexta ku armanca Xweda gav bi gav pêk tê, ji Îsayê ku wekî “Berx” tê binavkirin re, tomareke (Nivîsar) ku bi heft moran hatiye morkirin tê dayîn. Gava her çar morên pêşî tên vekirin, hin kesên siwarî derdikevin sahneya cîhanê, lê ev siwarî her yek sembolek in. Ji wan siwaran ê yekemîn Îsayê ku li ser pişta hespeke boz e û tacê padîşahiyê li ser serê wî ye. Piştî wî siwarên li ser pişta hespên ku ji rengên cûrbicûr tên jî, bûyerên ku di Rojên Dawîn ên dawiya vê dewranê de, wê pêk bên, temsîl dikin. Ev tişt jî, tên wateya şer, birçîtî û nexweşiyên zirav. Di vebûyîna tomara heftemîn de jî, heft boriyên sembolî tên lêxistin; ew jî tên mana ragihandina Ferman û Daraziyên Xweda. Piştî vê yekê heft bela tên dîtin, ku ew jî hêrsa Xweda îfade dikin.

Damezrîna Padîşahiya Xweda ango rêveberiya nû ya li ezmanan wekî derguşekî law ê ku nû hatiye zayîn, tê xuyakirin. Paşê şerek derdikeve; Şeytan û milyaketên wî yên xerab tên avêtinî ser rûyê erdê. Îcar jî li ezmên dengeke bilind ê ku weha dibêje tê bihîstin: “Wey li erdê û deryayê [ji ber ku] Îblîs dizane ku wextê wî hindik e, bi xezebeke mezin peya bû û hat we” (Peyxam 12:12, MIZ).

Şandî Yûhenna li ezmanan berxekî ku Îsa temsîl dike dibîne. Herweha ew 144.000 kesên ku ji nav mirovan hatine hilbijartin jî, bi yên ku li cem Îsa ne re dibîne. Ew hemû ew kesin ku wê bi Îsa re “hezar salî padîşahiyê bikin”. Nivîsara Peyxam bi vî awayî nîşan dide ku hijmara kesên ku beşa din a Nîjada Sozdayî pêk tînin, 144.000-in (Peyxam 14:1; 20:6, MIZ).

Rêveberên cîhanê “bo cenga Roja Mezin a Xwedayê karîndarê her tiştî” li hev dicivin; ev Şerê Harmegedonê ye. Ew li dijî siwarê hespê boz ango li dijî Îsayê ku ji artêşên ezmanan re rêberiyê dike, şer dikin. Tevahiya rêveberên vê cîhanê tên tunekirin. Şeytan tê girêdan, Îsa û 144.000 rêveberên bi wî re “hezar salan” li ser rûyê erdê desthilatdariya xwe didomînin. Şeytan di dawiya van hezar salan de, bi tevahî tê tunekirin (Peyxam 16:14; 20:4, MIZ).

Gelo rêveberiya Mesîh û 144.000 kesên bi wî re, wê çi ji bo mirovên guhdar pêk bîne? Yûhenna weha dinivîse: “Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê tûnebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; [ji ber ku] tiştên berê bihûrîn” (Peyxam 21:4, MIZ). Bi vî awayî rûyê erdê wê bibe bihişt!

Nivîsara Peyxam bi vî awayî ragihandina peyama Pirtûka Pîroz bidawî dike. Bi navgîniya padîşahiya di bin rêveberiya Mesîh de, hem Pîroziya Navê Yahowa Xweda û hem jî mafdariya desthilatdariya wî, heta hetayê wê bi awayeke zelal bê selmandin!

Ji Nivîsara Peyxamê.