Li gor Lûqa 1:1-80

  • Gotinên ji bo Têyofîlos (1-4)

  • Melek Cibrayîl di heqê bûyîna Yehyayê Vaftîzkar de ji berê ve dibêje (5-25)

  • Melek Cibrayîl di heqê bûyîna Îsa de ji berê ve dibêje (26-38)

  • Meryem Êlîzabêtê ziyaret dike (39-45)

  • Meryem pesnê Yehowa dide (46-56)

  • Bûyîn û vaftîzkirina Yehya (57-66)

  • Zekerya gotinên Xwedê dibêje (67-80)

1  Gelek kesan xîret kiriye ku melûmatên li ser bûyerên ku em bi temamî baweriya xwe bi wan tînin, ber hev bikin.  Me jî ew bûyer ji kesên ku ji destpêkê ve şahidên wan tiştan bûn û mizgînvanên xebera Xwedê bûn, bihîstine.  Ji ber ku min her tişt ji destpêkê ve hûr û kûr lêkolîn kir, min qerar da ku van tiştan li gor rêzeke bimantiq ji te re binivîsim, ya Têyofîlosê qedirgiran.  Bi vî awayî tuyê bizanî, tiştên ku bi devkî ji te re hatine gotin, rast û pêbawer in.  Di rojên padîşahê Cihûstanê Hêrodês de, kahînekî ji koma Abiya yê bi navê Zekerya hebû. Jina wî ji keçên Harûn bû û navê wê Êlîzabêt bû.  Ew her du li ber Xwedê kesên rast bûn, û ew bê kêmasî li gor hemû emir û qanûnên Yehowa dimeşiyan.  Lê zarokên wan tunebûn, çimkî ji Êlîzabêtê re zarok çênedibûn û her du jî êdî kal û pîr bûn.  Gava dora koma Zekerya hat, wî li ber Xwedê wezîfeya kahînan anî cih.  Li gor adetên kahînan, ew hat hilbijartin ku bikeve cihê pîroz ê îbadetgeha Yehowa û bixûrê bişewitîne. 10  Li dema şewitandina bixûrê, temamiya xelkê li derve dua dikir. 11  Hingê melekê Yehowa ji wî re xuya bû; ew li aliyê rastê yê qurbangeha bixûrê sekinî bû. 12  Gava Zekerya melek dît, ew şaş ma û tirs ket dilê wî. 13  Lê melek ji wî re got: “Netirse Zekerya, çimkî duaya te hatiye bihîstin, û jina te Êlîzabêt wê ji te re kurekî bîne, û gerek tu navê wî bikî Yehya*. 14  Tuyê pir dilxweş û dilgeş bî, û gelek kes wê li ser bûyîna wî kêfxweş bin. 15  Çimkî di çavê Yehowa de ewê yekî mezin be. Lê gerek ew qet şerab yan tiştekî bialkol venexwe. Û hê di zikê diya xwe de ewê bi ruhê pîroz ve tije bibe. 16  Ewê gelek Îsraîliyan vegerîne cem Xwedayê wan Yehowa. 17  Wekî din, ewê bi ruh û qeweta Êlyas li pêşiya Xwedê bimeşe, da ku dilê bavan dîsa bike wek dilê zarokan û kesên neguhdar bike wek kesên rast û bihîkmet. Bi vî awayî ewê miletekî layiqî Yehowa hazir bike.” 18  Zekerya ji melek re got: “Ez çawa dikarim bizanim ku ev yek rast e? Ez êdî kal im, û jina min jî emirmezin e.” 19  Melek cewaba wî da: “Ez Cibrayîl im, ê ku li ber Xwedê disekine. Ez hatim şandin ku bi te re xeber bidim û vê mizgîniyê bidim te. 20  Lê ji ber ku te bi gotinên min, ên ku wê di wexta xwe de bên cih, bawer nekir, tuyê heta roja ku ew hemû tişt çêbin lal bimînî û nikaribî xeber bidî.” 21  Di wê demê de, xelk li benda Zekerya bû û şaş ma ku ew êdî ew qas wext di îbadetgehê de bû. 22  Gava ew derket derve, wî nikaribû xeber bide, û wan fehm kir ku wî di cihê pîroz de tiştekî ecêb* dît. Ji ber ku ew lal ma, wî bi îşaretan xeber dida. 23  Gava rojên xizmeta wî ya pîroz xelas bûn, ew vegeriya mala xwe. 24  Piştî çend rojan, jina wî Êlîzabêt bihemle bû û pênc meh ji malê dernediket. Wê digot: 25  “Va ye, di van rojan de Yehowa ev yek ji bo min kiriye. Wî bala xwe daye min, da ku min ji vê şermê xelas bike.” 26  Gava Êlîzabêt di meha şeşan de bihemle bû, melek Cibrayîl ji aliyê Xwedê ve hat şandin bajarekî li Celîleyê yê bi navê Nasira*, 27  ba keçikeke ku bi zilamekî ji mala Dawid ê bi navê Ûsiv re nîşankirî bû. Navê wê keçikê Meryem bû. 28  Melek hat ba wê û ji wê re got: “Silav li te, keçika ku keremeke mezin li ser e. Yehowa bi te re ye.” 29  Meryem ji ber gotinên wî pir nerihet bû û li ser maneya silava wî fikirî. 30  Loma melek ji wê re got: “Netirse Meryem, çimkî Xwedê ji te razî ye. 31  Tuyê bihemle bibî û kurekî bînî dinyayê, û gerek tu navê wî bikî Îsa. 32  Ewê bibe yekî mezin û ji wî re Kurê Xwedayê Jorîn wê bê gotin, û Yehowa Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. 33  Ewê heta hetayê li ser temamiya mala Aqûb hukimdariyê bike, û dawiya Hukimdariya wî wê qet neyê.” 34  Lê Meryemê ji melek re got: “Ev yek wê çawa bibe? Ez bi zilamekî re qet raneketime.” 35  Melek ji wê re got: “Ruhê pîroz wê were ser te, û tuyê bikevî bin siya qudreta Xwedayê Jorîn. Ji ber vê yekê, zarokê ku wê were dinyayê, ji wî re pîroz û Kurê Xwedê wê bê gotin. 36  Meriva te Êlîzabêt di emrê xwe yê mezin de, ew jî bi kurekî bihemle bûye. Ji wê re digotin ya bêzaro, lê ew êdî di meha şeşan de bihemle ye, 37  çimkî ji bo Xwedê her tişt mumkin e.” 38  Hingê Meryemê got: “Ez xulama Yehowa me! Bila li gor gotina te be.” Piştî vê melek çû. 39  Îcar Meryem rabû û bi lez çû bajarekî di nav çiyayên herêma Cihûdayê de. 40  Ew ket hundirê mala Zekerya û silav da Êlîzabêtê. 41  Gava Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarokê di zikê wê de xwe livand û Êlîzabêt bi ruhê pîroz ve tije bû, 42  û wê bi dengekî bilind got: “Di nav hemû jinan de tu bikerem î, û zarokê di zikê te de bikerem e! 43  Çi hurmeteke mezin e ku diya Efendiyê min hatiye ba min! 44  Gava min silava te bihîst, zarokê di zikê min de xwe ji kêfan livand. 45  Çi qas dilxweş e jinika ku bawer kir, çimkî hemû tiştên ku Yehowa ji wê re gotibûn wê bên cih.” 46  Hingê Meryemê got: “Canê min pesnê Yehowa dide, 47  û ruhê min bi Xelaskarê min Xwedê pir kêfxweş dibe. 48  Çimkî wî bala xwe daye nizmahiya xulama xwe. Ji niha û pê ve hemû nesil wê ji min re bibêjin ya dilxweş. 49  Çimkî Xwedayê biqudret ji bo min tiştên mezin kirine. Navê wî pîroz e. 50  Û nesil bi nesil dilovaniya wî li ser kesên ku ji wî ditirsin e. 51  Wî bi qudreta destê xwe tiştên mezin kirine, û wî kesên ku di dilê xwe de pozbilind in ji hev belav kirin. 52  Wî hukimdar ji textên wan avêtin û kesên nizm bilind kirin. 53  Wî kesên birçî bi tiştên baş têr kirin û kesên dewlemend destvala şandin. 54  Wî dilovaniya xwe her tim aniye bîra xwe û hatiye hawara xulamê xwe Îsraîl, 55  wek ku wî ji bav û kalên me re, ji Birahîm û zuriyeta wî re soz dabû.” 56  Meryem weke sê mehan li cem Êlîzabêtê ma û paşê vegeriya mala xwe. 57  Êdî wext hat ku Êlîzabêt zarok bîne dinyayê, û wê kurikek anî. 58  Cîran û merivên wê bihîst ku Yehowa dilovaniyeke pir mezin li wê kir, û ew bi wê re kêfxweş bûn. 59  Di roja heştan de ew hatin sineta kurik û wan dixwest navê bavê wî Zekerya li wî bikin. 60  Lê diya wî got: “Na! Gerek navê wî bibe Yehya*.” 61  Hingê wan ji wê re got: “Lê ev nav di nav merivên te de tune ye.” 62  Îcar wan bi îşaretan ji bavê wî pirsî ku ew dixwaze navê zarok bike çi. 63  Zekerya lewheyek xwest û li ser wê wisa nivîsî: “Navê wî Yehya* ye.” Hemû ecêbmayî man. 64  Di cih de dev û zimanê wî vebûn, û wî dest bi xeberdanê kir û pesnê Xwedê da. 65  Tirs ket dilê hemû cîranên wan, û xebera li ser van hemû tiştan di nav çiyayên li herêma Cihûstanê de hat belavkirin. 66  Her kesê ku ev yek bihîst di dilê xwe de wisa got: “Gelo ev zarok wê bibe çi?” Çimkî destê Yehowa bêguman li ser wî bû. 67  Bavê zarok Zekerya bi ruhê pîroz ve tije bû û wî ev gotinên ji Xwedê gotin: 68  “Şikir ji Xwedayê Îsraîl Yehowa re, çimkî wî bala xwe daye xelkê xwe û ew xelas kirine. 69  Û wî ji mala xulamê xwe Dawid xelaskarekî biqudret* daye me, 70  çawa ku wî bi devê pêxemberên xwe yên pîroz, ên ku berê dijiyan, gotibû 71  ku ewê me ji dijminan û ji destê hemû kesên ku ji me nefret dikin, xelas bike. 72  Ewê li gor soza ku wî dabû bav û kalên me, rehmê li me bike û peymana xwe ya pîroz bîne bîra xwe, 73  erê, sonda ku wî ji bavê me Birahîm re xwaribû, 74  ku emê, piştî ku em ji destê dijminan hatine xelaskirin, bê tirs ji wî re xizmeta pîroz bikin 75  û vêya bi dilsozî û rastdarî di hemû jiyana xwe de bikin. 76  Lê tu, kurê min, tuyê ji bo Xwedayê Jorîn bibî pêxember, çimkî tuyê li pêşiya Yehowa herî, da ku rêyên wî hazir bikî, 77  û ji xelkê wî re bidî fehmkirin ku bi destê efûkirina gunehan ewê bên xelaskirin. 78  Çimkî Xwedayê me pir dilşewat e. Ev dilşewatî wê mîna rojhilatê ji ezmanan dakeve ser me, 79  ku ronahiyê bide kesên ku di tarî û siya mirinê de ne, û berê lingên me bide ser rêya aştiyê.” 80  Zarok mezin bû û bi alîkariya ruhê Xwedê* xurt bû. Heta roja ku ew derket pêş xelkê Îsraîlê, ew li çolê dijiya.

Jêrenot

Yan “Yûhena”.
Yan “dîtiniyek”.
Yan “Nisret”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Bi herfî “strûhê xelasiyê”.
Bi herfî “di ruh de”.