Li gor Meta 4:1-25

  • Îblîs Îsa diceribîne (1-11)

  • Îsa li Celîleyê dest bi belavkirina mizgîniyê dike (12-17)

  • Şagirtên pêşîn (18-22)

  • Îsa mizgîniyê belav dike, hîn dike û mirovan qenc dike (23-25)

4  Paşê ruh* Îsa bir çolê û ew li wê derê ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin.  Piştî ku Îsa 40 roj û 40 şev rojî girt, ew birçî bû.  Yê ku diceribîne* hat û ji wî re got: “Eger tu kurê Xwedê yî, ji van keviran re bibêje ku bila ew bibin nan.”  Lê Îsa cewaba wî da: “Di Nivîsarên Pîroz de hatiye nivîsîn: ‘Mirov ne tenê bi nên, lê bi her peyva ku ji devê Yehowa derdikeve, dijî.’”  Piştre Îblîs ew bir bajarê pîroz û danî ser cihê herî bilind ê îbadetgehê,  û ji wî re got: “Eger tu kurê Xwedê yî, xwe ji vir bavêje xwarê, çimkî hatiye nivîsîn: ‘Ewê ji bo te emir bide melekên xwe, û ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te nekeve ser kevirekî.’”  Îsa ji wî re got: “Wisa jî hatiye nivîsîn: ‘Xwedayê xwe Yehowa neceribîne.’”  Paşê Îblîs ew anî ser çiyayekî gelek bilind û hemû padîşahiyên dinyayê û rûmeta wan nîşanî wî dan  û ji wî re got: “Eger tu li ber min bikevî ser çokan û ji min re carekê îbadetê bikî, ezê van hemûyan bidim te.” 10  Wê gavê Îsa ji wî re got: “Ji min dûr bikeve, Şeytan! Çimkî hatiye nivîsîn: ‘Ji Xwedayê xwe Yehowa re îbadetê bike û tenê ji wî re xizmeta pîroz bike.’” 11  Piştî vê yekê Îblîs dev ji Îsa berda, û melek hatin û ji wî re xizmet kirin. 12  Gava Îsa bihîst ku Yehya* hatiye girtin, ew çû Celîleyê. 13  Paşê ew ji Nasirayê* derket û çû Kapernaûma li ber behrê, ya ku li herêma Zebûlon û Nefteliyê ye. Ew li wê derê cihwar bû, 14  da ku ev gotinên ku bi devê Îşaya pêxember ji berê ve hatibûn gotin, bên cih: 15  “Ey welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê, li rêya li ber behrê, li aliyê din a Çemê Urdunê, Celîleya miletan! 16  Xelkê ku di tariyê de rûniştî ye ronahiyeke mezin dît, û li ser xelkê ku di herêma siya mirinê de rûniştî ye, ronahî derket.” 17  Ji wê demê û pê ve, Îsa dest bi belavkirina mizgîniyê kir û got: “Tobe bikin, çimkî Hukimdariya ezmanan* nêzîk bûye!” 18  Gava Îsa li ber behra Celîleyê dimeşiya, wî du bira dîtin, Şîmûnê ku jê re Petrûs tê gotin û birayê wî Andreas. Wan tor diavêtin behrê, çimkî ew masîgir bûn. 19  Wî ji wan re got: “Li pey min werin, û ezê we bikim masîgirên mirovan*.” 20  Wan di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn. 21  Gava Îsa hinek pêşve çû, wî du birayên din jî dîtin, Aqûbê kurê Zebedî û birayê wî Yûhena. Ew di qeyîkê* de bûn û bi bavê xwe Zebedî re torên xwe didirûtin, û wî gazî wan kir. 22  Wan di cih de qeyîk û bavê xwe hişt û li pey wî çûn. 23  Îsa li temamiya Celîleyê digeriya, di sînagogan* de mirov hîn dikirin, mizgîniya Padîşahiyê* belav dikir û mirov ji hemû cureyên êş û nexweşiyan qenc dikirin. 24  Nav û dengê wî li nav temamiya Sûriyeyê belav bû. Û xelkê hemû kesên ku bi cure cure nexweşiyan û êşên giran ketibûn, kesên ku bi cinan ketibûn, kesên bi nexweşiya epîlepsî û kesên felcbûyî* dianîn ba Îsa, û wî hemû kes qenc dikirin. 25  Îcar xelkê ji Celîleyê, ji Dêkapolîsê*, ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji aliyê din ê Çemê Urdunê li pey wî çûn.

Jêrenot

Yanî ruhê Xwedê.
Yanî Îblîs.
Yan “Yûhena”.
Yan “Nisret”.
Bi herfî “Padîşahiya ezmanan”.
Yanî ewê alî mirovan bikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh.
Yan “belem”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Tê maneya Hukimdariya Xwedê.
Yan “şel û şeht”.
Yan “Herêma Deh Bajaran”.