Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 17

KILAM 111 Sebebên Dilxweşiya Me

Ji Ceneta Ruhî Tu Caran Dernekeve

Ji Ceneta Ruhî Tu Caran Dernekeve

“Lê bi ya ku ez diafirînim şa û her û her dilgeş bibin” (ÎŞAYA 65:18, Mizgînî).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku em ji ceneta ruhî çawa feydeyê distînin û em çawa dikarin gazî kesên din bikin, da ku ew jî bikevinê.

1. Ceneta ruhî çi ye, û qerara me çi ye?

 LI DINYAYÊ, ceneteke mecazî heye. Tê de bi milyonan mirov hene, yên ku di aştiyê de ne û bi karên baş mijûl in. Kesên ku ketine ceneta ruhî dixwazin tê de bimînin û gazî kesên din bikin ku ew jî bikevinê û jê feydeyê bistînin. Ev cenet, ceneta ruhî a ye.

2. Ceneta ruhî çima tiştekî bêemsal e?

2 Di nav vê dinyaya ku Îblîs bi nefret, xerabî û talûkeyan ve tije kiriye, Yehowa Xwedê cihekî aram û bihizûr çêkiriye (1. Yûhena 5:19; Peyxam 12:12). Xwedayê meyî dilovan dibîne ku ev sîstema xerab çawa zerarê dide însanan, lê ew alî xizmetkarên xwe dike, da ku ew xwe di emniyetê de hîs bikin û bikarin bi dilxweşî ji wî re xizmet bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku ceneta ruhî wek “sitargeh” û “bexçeyeke avî” ye (Îşaya 4:6; 58:11, Mizgînî). Bi saya bereketa Yehowa Xwedê, kesên ku li vê ceneta ruhî dijîn dikarin di van rojên dawîn ên “dijwar” de dilxweş û di emniyetê de bin (Îşaya 54:14; 2. Tîmotêyos 3:1).

3. Di demên berê de, gotinên beşa 65an a kitêba Îşaya çawa hatin cih?

3 Yehowa bi destê Îşaya pêxember ji berê ve gotibû ku jiyana li ceneta ruhî wê çawa be. Em dikarin van gotinan di beşa 65an a kitêba Îşaya pêxember de bibînin. Ev gotin cara pêşîn di sala 537an a B.M. de hatin cih. Wê demê, Cihûyên tobedar ji êsîriya Babîlê hatin xelaskirin û vegeriyan welatê xwe. Yehowa Xwedê xelkê xwe bibereket kir û alî wan kir ku ew bajarê Orşelîmê ji nû ve ava bikin û perestgehê dîsa bikin merkeza îbadeta rast (Îşaya 51:11; Zekerya 8:3).

4. Gotinên beşa 65an a kitêba Îşaya îro çawa tên cih?

4 Gotinên beşa 65an a kitêba Îşaya cara diduyan ji sala 1919an û pê ve tên cih. Wê salê, xizmetkarên Yehowa Xwedê ji êsîriya Babîla Mezin hatin azadkirin. Paşê, ceneta ruhî li seranserê dinyayê gav bi gav bi pêş ve çû. Mizgînvanên Hukimdariya Xwedê gelek civat ava kirin û xisûsiyetên baş anîn meydanê. Kesên ku berê mîna gur û şêran zalim û zordar bûn dev ji xisûsiyetên xwe yên xerab berdaye, “şexsiyeta nû” li xwe kiriye û êdî bûne însanên baş (Efesî 4:24, NWT). Helbet, gelek bereketên ku Îşaya pêxember behsa wan kiribû wê ancax li dinyaya nû bên cih. Lê îro jî, em ji ceneta ruhî gelek feydeyan distînin. Niha emê bibînin ku ceneta ruhî çawa li ser me tesîr dike û gerek em çima tu caran jê dernekevin.

XISÛSIYETÊN CENETA RUHÎ

5. Wek Îşaya 65:13 soz daye, jiyana li ceneta ruhî çawa ye?

5 Saxî û selametî. Wehda Îşaya pêxember bi van gotinan ferqa di nav kesên ku li ceneta ruhî dijîn û kesên din de nîşan dide: “Loma Reb Xudan wiha dibêje: ‘Va ye, wê xulamên min bixwin, lê hûnê birçî bimînin. Wê xulamên min vexwin, lê hûnê tî bimînin. Va ye, wê xulamên min şa bin, lê hûnê şermezar bibin’” (Îşaya 65:13, Mizgînî). Yehowa Xwedê bi comerdî destekê dide xizmetkarên xwe, da ku ew bikarin nêzîkî wî bimînin. Ruhê pîroz li ser me ye, û di destê me de Kitêba Pîroz û gelek weşanên li ser Kitêba Pîroz hene. Loma, em ji aliyê ruhî ve têr in û kêfxweş in (li Peyxam 22:17 jî binêre). Lê halê kesên ku ne li ceneta ruhî ne, ne wisa ye. Ewê “birçî bimînin…, tî bimînin … [û] şermezar bibin”, çimkî ew ji Xwedê dûr in (Amos 8:11).

6. Yowêl 2:21-24 behsa çi dike, û em çawa dikarin ji van tiştan feydeyê bibînin?

6 Yoêl pêxember tiştên ku Yehowa bi comerdî dide xizmetkarên xwe dişibandin genim, şerab û rûnê zeytê (Yowêl 2:21-24). Yehowa hewcedariyên me bi destê Kitêba Pîroz, weşanên me yên li ser Kitêba Pîroz, malpera me û civîn û komcivînên me tedarek dike. Em dikarin her roj ji van tiştan feydeyê bistînin û bi vî awayî bi sax û selamet bin.

7. Li gor Îşaya 65:14, em çima dilxweş in?

7 Dilxweşiya rastîn. Bi destê Îşaya pêxember, Yehowa ji berê ve wisa gotibû: “Wê xulamên min ji kêfan biqîrin, lê hûnê bi dilşewat bikin hewar û ji ruhşikestîbûna xwe bikin zarîn” (Îşaya 65:14, Mizgînî). Em ji bo heqîqet û wehdên Kitêba Pîroz, ên ku baweriya me xurt dikin û me teselî dikin, û hêviya me ya li ser esasê fîdyeya Îsa Mesîh, ji dil şikirdar in. Gava em bi xwişk û birayan re li ser van tiştan xeber didin, ev yek me bi rastî dilxweş dike! (Zebûr 34:8; 133:1-3).

8. Du xisûsiyetên muhîm ên ceneta ruhî çi ne?

8 Hezkirin û yekîtiya di nav xizmetkarên Yehowa de du xisûsiyetên muhîm ên ceneta ruhî ne. Ev “girêdana bêkêmahîtiyê” nîşanî me dide ku jiyana li dinyaya nû wê çawa be. Wê demê, hezkirin û yekîtiya di nav me de wê hê jî xurttir bibe (Kolosî 3:14). Xwişkeke me tîne bîra xwe ku gava wê Şahidên Yehowa nas kirin, wê çi ferq kir: “Berê, min dilxweşî li tu derê – heta li malbata xwe jî – nedîtibû. Min hezkirina jidil cara pêşîn di nav Şahidên Yehowa de dît.” Her kesê ku dixwaze bi rastî dilxweş bibe gerek bikeve ceneta ruhî. Ferq nake ku dinya li ser me çi difikire, Yehowa Xwedê û malbata wî ji me hez dikin (Îşaya 65:15).

9. Di Îşaya 65:16, 17 de çi soz dide?

9 Dilrihetî û hizûr. Îşaya 65:14 dibêje ku kesên ku naxwazin bikevin ceneta ruhî wê ji êşa dil bikin hawar û ji xemgîniyê bikin ax û zar. Îro tiştên xerab her çi qas tên serê me jî, Yehowa wisa soz dide: “Her kesê ku li welêt bereket bixwaze, wê ji Xwedayê dilsoz bixwaze. Her kesê ku li welêt sond bixwe, wê li ser Xwedayê dilsoz sond bixwe. Çimkî tengasiyên berê hatin jibîrkirin û bi tevahî ji ber çavê min hatin veşartin. Çimkî, va ye, ez ezmanekî nû û erdekî nû diafirînim. Wê tiştên berê neyên bibîranîn û neyên ser hişan” (Îşaya 65:16, 17, Mizgînî). Belê, Yehowa Xwedê wê hemû derdên me ji holê rake, û bi zeman re, emê êşa van bûyeran bi temamî ji bîr bikin.

10. Em xwişk û birayên xwe çima wek bereketeke mezin dibînin? (Li resim jî binêre.)

10 Gava em diçin civînan, em dilrihetiyê dibînin û ji bo demekê derdên vê dinyayê ji bîr dikin. Gava em sifetên wek hezkirin, dilxweşî, aştî, nezaket û sernermî tînin meydanê, em hizûra di nav xwişk û birayan de zêde dikin (Galatî 5:22, 23). Çi bereketeke mezin e ku em aîdî teşkîlata Yehowa Xwedê ne! Kesên ku li ceneta ruhî dimînin wê bibînin ku Xwedê wê soza xwe çawa bîne cih û “erd û ezmanên nû” çêke.

Ji bo me bereketeke mezin e ku em wek para malbata Yehowa di ceneta ruhî de ne (Li paragrafa 10an binêre) c


11. Li gor Îşaya 65:18, 19, gerek ceneta ruhî li ser me çawa tesîr bike, û çima?

11 Dilgeşî û şikirdarî. Ji ber ku ceneta ruhî ji aliyê Yehowa ve hatiye çêkirin, kesên ku tê de dimînin şa û dilgeş in. Yehowa wisa dibêje: “Lê bi ya ku ez diafirînim şa û her û her dilgeş bibin. Çimkî va ye ez wekî dilgeşî Orşelîmê û wekî şahî gelê wê diafirînim. Ezê bi Orşelîmê dilgeş bim, ezê bi gelê xwe şa bim. Wê êdî ne dengê girî, ne jî dengê hewarê li wir neyê bihîstin” (Îşaya 65:18, 19, Mizgînî). Ji ber vê, Yehowa Xwedê ji me dixwaze ku em alî kesên din bikin ku ew jî ji vê dinyaya xerab derkevin û bikevin ceneta ruhî. Em bereketên rêya rast bi çavê xwe dibînin û em ji bo wan gelekî şikirdar in, loma em dixwazin ji kesên din re jî behsa vê cenetê bikin (Yêremya 31:12).

12. Tu li ser wehdên Îşaya 65:20-24 çi difikirî?

12 Wekî din, em ji bo hêviya ku Yehowa daye me gelek şikirdar û dilgeş in. Ka xeyal bike ku emê di dinyaya nû de çi bibînin û çi bikin! Kitêba Pîroz soz dide: “Wê êdî li wê derê zarokekî ku bi tenê çend rojan dijî nebe, wê pîrekî ku rojên xwe tije nekiriye tunebe.” Emê “malan çêkin û lê rûnin [û] rezan deynin û fêkiyê wan bixwin”. Emê “beredayî keda xwe nedin”, çimkî Yehowa wê me bibereket bike. Belê, Yehowa jiyaneke xweş û bimane ji me re wehd kiriye. Wê demê, berî ku kesek ji wî re dua bike jî, ewê hewcedariya wî bizane û ewê “daxwaza her jiyandarî” bîne cih (Îşaya 65:20-24, Mizgînî; Zebûr 145:16).

13. Li gor Îşaya 65:25, kesên ku dibin xizmetkarên Yehowa çi dikin?

13 Aştî û emniyet. Bi alîkariya ruhê pîroz, gelek kesên ku berê sextekar, şerok yan zalim bûn şexsiyeta xwe guhertiye (Îşaya 65:25 ji wergera Mizgînî bixwîne). Wan pir xîret kiriye ku dev ji adet û kirinên xwe yên xerab berdin (Romayî 12:2; Efesî 4:22-24). Xizmetkarên Yehowa helbet hê qisûrdar in û şaşiyan dikin. Dîsa jî, Yehowa mirovên cur bi cur anîne ber hev, û di nav wan de aştî û yekîtî heye (Tîtos 2:11). Ji xeynî Yehowa, ma kî dikare mucîzeyeke wisa çêke?

14. Mîsala birayekî gotinên Îşaya 65:25 çawa rast derdixin?

14 Gelo bi rastî mumkin e ku mirov şexsiyeta xwe biguherîne? Ka bala xwe bide vê mîsalê: Xortekî 20 salî gelek caran ketibû hebsê. Ew yekî şerok bû, û wî jiyaneke bêexlaq dajot. Ji ber ku wî erebe dizîbû, malên mirovan talan kiribûn û sûcên din jî kiribûn, wî cezayê hebsê standibû. Ew her tim hazir bû ku şer bike. Gava wî heqîqeta Kitêba Pîroz cara pêşîn bihîst û çû civînên Şahidên Yehowa, ew emîn bû ku ceneta ruhî ev e. Piştî ku ew bû Şahidê Yehowa, ew gelek caran anî ber çavê xwe ku gotinên Îşaya 65:25 li ser wî çawa hatine cih. Berê, ew wek gurekî har bû, lê niha, ew êdî bûye berxekî sernerm.

15. Em çima dixwazin ji kesên din re bibêjin ku bila ew jî bikevin ceneta ruhî, û em çawa dikarin vê yekê bikin?

15 Îşaya 65:13 bi vê îlanê dest pê dike: “Reb Xudan wiha dibêje.” Ayeta 25 bi van gotinan xelas dibe: “Dibêje Xudan”. Gotinên Yehowa Xwedê her tim rast derdikevin (Îşaya 55:10, 11). Îro, ceneta ruhî jixwe heye. Yehowa malbateke bêemsal ava kiriye. Di vê dinyaya xerab de, em heta dereceyekê di nav aştî û emniyetê de ne (Zebûr 72:7). Ji ber ku em dixwazin ku kesên din jî bikevin vê malbatê, em xîret dikin ku mirovan bikin şagirtên Îsa Mesîh (Meta 28:19, 20).

ALÎ KESÊN DIN BIKE KU EW JÎ BIKEVIN CENETA RUHÎ

16. Daxwaza mirovan çawa zêde dibe ku bikevin ceneta ruhî?

16 Ji bo ku kesên din jî bixwazin bikevin ceneta ruhî, gerek em xîret bikin ku xweşikahiya vê cenetê zêde bikin. Ji bo vê, gerek em Yehowa ji xwe re bikin mînak. Yehowa zorê li mirovan nade ku ew bikevin teşkîlata wî, lê ew wan bi nezaket dikişîne ba xwe (Yûhena 6:44; Yêremya 31:3). Gava kesên dilpak di heqê şexsiyet û sifetên Yehowa de hîn dibin, daxwaza wan zêde dibe ku nêzîkî Yehowa bibin. Mîna vê, hal û hereketên me jî dikarin daxwaza mirovan zêde bikin ku ew bikevin ceneta ruhî.

17. Em çawa dikarin alî kesên din bikin ku ew jî bikevin ceneta ruhî?

17 Ji bo ku em alî kesên din bikin ku ew jî bikevin ceneta ruhî, gerek em li hemberî xwişk û birayan nazik û dilovan bin. Gava kesên eleqedar cara pêşîn tên civînên me, em dixwazin ku ew jî wek kesên ku di demên berê de diçûn civînên li bajarê Korîntê bigihîjin vê netîceyê: “Bi rastî jî Xwedê di nav we de ye” (1. Korîntî 14:24, 25; Zekerya 8:23). Ji ber vê yekê, gerek em xîret bikin ku “bi hev re di aştiyê de bin” (1. Selanîkî 5:13).

18. Çi dikare alî mirovan bike ku ew bixwazin bikevin teşkîlata me?

18 Nêrîna me ya li ser xwişk û birayan gerek wek nêrîna Yehowa be. Li şûna ku em bala xwe bidin kêmasiyên wan, yên ku wê rojekê ji holê rabin, gerek em bala xwe bidin sifetên wan ên baş. Ji bo ku em meseleyên di nav xwe de bi hezkirinê safî bikin, gerek em “li hember hev keremdar û dilovan bin û … li hevdû bibihûrin” (Efesî 4:32). Gelek kesên ku vê hezkirinê dibînin wê bixwazin bikevin ceneta ruhî. b

LI CENETA RUHÎ BIMÎNE

19. (a) Li gor çarçoveya “ Ew Çûn û Vegeriyan”, hin kesên ku vegeriyane ceneta ruhî çi dibêjin? (b) Gerek em çi bikin? (Li resim jî binêre.)

19 Em ji bo ceneta ruhî çi qas şikirdar in! Ev cenet her ku diçe xweşiktir dibe, û tê de xizmetkarên Yehowa her ku diçe zêdetir dibin. Bila em her tim ji bo vê ceneta ku Yehowa daye me, şikirdar bin. Her kesê ku hewceyî dilrihetî, selamet, hizûr û emniyetê ye gerek bikeve ceneta ruhî û tê de bimîne. Lê belê, gerek em hişyar bimînin, çimkî Îblîs hewl dide ku me ji vê cenetê dûr bixe (1. Petrûs 5:8; Peyxam 12:9). Gerek em nehêlin ku ew bi ser bikeve. Bila em pakî, aştî û xweşikahiya ceneta ruhî bi dil û can biparêzin!

Kesên ku îro li ceneta ruhî dimînin wê di pêşerojê de jî li ceneta li rûyê erdê bereketan bistînin (Li paragrafa 19an binêre)


PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Ceneta ruhî çi ye?

  • Em ji ceneta ruhî çi bereketan distînin?

  • Em çawa dikarin alî kesên din bikin ku ew jî bikevin ceneta ruhî?

KILAM 144 Xelata ku Xwedê wê Bide Me

a NOT: Gotina “ceneta ruhî” tê maneya halê baş ê kesên ku ji Yehowa re îbadetê dikin. Li ceneta ruhî, em hem bi Yehowa Xwedê re hem jî bi kesên din re di aştî û yekîtiyê de ne.

b Li ser jw.org li vîdeoya bi navê Where Are They Now? Alena Žitníková: How My Dream Was Fulfilled (bi zimanê Îngilîzî) temaşe bike û bibîne ku xwişkeke me ji ceneta ruhî çi bereket standine.

c RESIM: Li civînekê, gelek kes bi hev re sohbetê dikin, lê birayek xwe dûr digire.