Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Li ba Yehowa Her Tişt Mumkin e

Li ba Yehowa Her Tişt Mumkin e

“ÊDÎ MIRIN wê nebe, hem jî mirî wê rabin!” Jina min, Mayrambûbû, wexta li otobusê bû, ev peyv bihîstin. Wî pir meraq kir û dixwest zêdetir bibihîze. Gava otobus sekinî û mirovên li otobusê derketin derve, Mayrambûbû çû li pey vê jinikê. Navê wê Apûn Mambêtsadikova bû û ew Şahideke Yehowa bû. Wê demê, pir bitalûke bû ku mirov bi Şahidên Yehowa re bipeyivin, lê belê tiştên ku em paşê ji Apûn elimîn, jiyana me guherand.

ŞIXULÊ JI SIBEHÊ HETA ÊVARÊ

Ez li sala 1937an li Qirgizistanê li kolxozekê – yanî li çewlikeke kolektîf yên Komarên Sovyet – ku nêzikî bajarê Tokmokê bû, hatim dinyayê. Malbata min Qirgiz e û em bi zimanê Qirgizî dipeyivîn. Dê û bavê min ji sibehê heta êvarê li çewlikê dişixulîn. Besa xwe xwarin hebû, lê belê em di salê carekê de meaş distendin. Diya min pir zehmet dikişand ku min û xwişka mine biçûk mezin bike. Ez tenê 5 sal çûm mektebê, û piştî vê, min jî bi tamrojî dest bi îşê kolxozê kir.

Çiyayên Teskey Ala-Too

Li herêma me, gelek mirov feqîr bûn. Ji bo ku em zikê xwe têr bikin, em pir dişixulîn û pir dibetilîn. Gava ez ciwan bûm, ez li ser armanca jiyanê û li ser îstiqbala xwe nedifikirîm. Min tu caran texmîn nedikir ku rastiya Yehowa Xwedê û armanca wî wê jiyana min biguherîne. Rastiya Kitêba Pîroz çawa gihîşt Qirgizistanê û li vir çawa belav bû? Ev serpêhatiyeke pir biheyecan e. Vê serpêhatiyê li herêma min, li bakurê Qirgizistanê dest pê kir.

SIRGÛNÊN AZADKIRÎ RASTIYÊ TÎNIN QIRGIZISTANÊ

Toximên rastiyê li Qirgizistanê li salên 1950an kokên xwe berdan. Ji bo vê, lazim bû ku rastiya Kitêba Pîroz li ser îdeolojiyeke biqewet serkeftî bibûya. Çima? Çimkî Qirgizistan wê çaxê aîdî Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (YKSS) bû. Li YKSSyê, Şahidên Yehowa tev li sîyasetê nedibûn (Yûh. 18:36). Ji ber vê yekê, wan wek dijminên dewleta komunîst zilm didît. Lê belê tu îdeolojî nikare bibe manî ku Peyva Xwedê bigihîje dilê mirovên dilpak. Bi rastî, min di hemû emrê xwe de dît ku “li ba Xwedê her tişt dibe” (Mar. 10:27).

Êmîl Yantzen

Şahidên Yehowa seba zilmê li seranserê Qirgizistanê belav bûn. Lê çima? Dijminên dewletê wek sirgûn dihatin şandin Sîbîryayê. Gava sirgûn azad bûn, gelek ji wan hatin Qirgizistanê, û hinek ji wan jî peyva rastiyê bi xwe re anîn. Yek ji wan Êmîl Yantzen bû, yê ku li sala 1919an li Qirgizistanê hatibû dinyayê. Êmîl hatibû şandin kampeke xebatê û li wê derê li Şahidên Yehowa rast hat û bû Şahidê Yehowa. Li sala 1956an, ew vegeriya welatê xwe û li Sokûlûkê cihwar bû, yanî li nêzikî me. Li sala 1958an, civata pêşîn a Qirgizistanê li Sokûlûkê hat saz kirin.

Vîktor Vinter

Salek bi şûn de, Vîktor Vînter jî hat Sokûlûkê. Vî birayê dilsoz pir zehmet kişandibû. Ji ber ku ew aliyê siyasetê negirtibû, ew du caran bi sê salan li hebsê mabû. Paşê ew dîsa 10 sal li hebsê ma û 5 sal jî di sirgûnê de ma. Lê belê, zilm ji belavbûna rastiyê re nebû manî.

RASTÎ TÊ NÊZIKÎ ME

Eduard Varter

Li sala 1963an, li Qirgizistanê nêzikî 160 Şahidên Yehowa hebûn. Gelek ji wan ji bi eslê xwe ji Almanya, Ûkrayna û Rûsyayê bûn. Yek ji wan Eduard Varter bû, birayekî ku li sala 1924an li Almanyayê hatibû bin av kirin. Li salên 1940an Naziyan ew şandibû kampa termerkûzê, û çend sal pişt re, komunîstên YKSSyê jî ew şand sirgûnê. Li sala 1961ê, ev birayê meyî dilsoz hat bajarê Kantê, pir nêzikî warê me.

Elîzabet Fot; Aksamay Sultanalieva

Elîzabet Fot jî li Kantê dijiya. Ev xwişka dilsoz îşê terzitiyê dikir. Seba hundermendiya wê, mirovên wekî doktor û mamosteyan ji wê kinc dikirîn. Aksamay Sultanaliyêva yek ji muşteriyên wê bû. Zilamê Aksamay li ofîsa dozgeriyê dewletê dişixulî. Wexta ku Aksamay ji bo kirîna kincan hat ba Elîzabetê, wê der heqê armanca jiyanê û halê miriyan de, gelek pirs pirsîn. Elîzabetê rasterast ji Kitêba Pîroz cewaba wê da. Bi zeman re, Aksamay bû mizgînvaneke bixîret.

Nîkolay Çimpoyeş

Li wê demê, Nîkolay Çîmpoyêş, yê ku ji Moldovayê bû, bû nazirê herêmî û nêzikî 30 salî ev wezîfeya xwe berdewam kir. Ji xeynî vê ku Nîkolay diçû ziyareta civatan, wî îşê zêdekirin û belavkirina weşanan organîze dikir. Fealiyetên wî ji çavên dewletê veşartî nema. Loma Eduard Varter wisa şîret da Nîkolay: “Eger polîs ji te bipirse, ji wan re rasterast bibêje ku em weşanên xwe ji merkeza li Brooklynê distînin. Li çavê ajanên KGByê binêre û ji wan netirse” (Met. 10:19).

Demeke kin piştî ve sohbetê, Nîkolay hat gazîkirin merkeza KGByê. Nîkolay wisa dibêje: “Ajan ji min pirsî ku weşan ji ku derê tên. Min jî ji wî re got, ‘ji Brooklynê’. Wî nikarîbû tiştek bigota. Wî îzin da min ku ez herim, û êdî tu caran gazî min nekir.” Li bakurê Qirgizistanê, şahidên wek wî mizgîn bi mêrxasî belav dikir. Li sala 1981ê, gava mizgîn gihîşt mala me, berê xanima min Mayrambûbû rastiyê bihîst.

PÎREKA MIN RASTIYÊ ZÛ QEBÛL DIKE

Mayrambûbû ji herêma Narinê ye. Li sala 1974an, ew rojekê hatibû cem xwişka min. Wê demê, me hevdû dît, û ez aşiqî wê bûm. Em hema di wê rojê de zewicîn!

Apûn Mambetsadikova

Li meha yekê ya sala 1981ê, gava Mayrambûbû li otobusê siwar bû ku here bazarê, wê sohbeta ku em di destpêkê de behsa wê kiribû, bihîst. Pîreka min dixwest zêdetir melûmatê bistîne, loma ji pîrekê adres û navê wê xwest. Pîrekê got “navê min Apûn e”, lê belê ji ber ku li salên 1980an, fealiyeta Şahidên Yehowa hê qedexe bû, Apûn adresa xwe neda, lê adresa me ji pîreka min xwest. Gava pîreka min hat malê, ew pir biheyecan bû.

Mayrambûbû ji min re wisa got: “Min tiştên pir xweş bihîstin! Jinikekê ji min re got ku di demeke nêzik de, mirov wê êdî nemirin û heywanên hov wê kedî bibin.” Min got qey ev çîrçîrok e. Loma min wisa got: “Bila em li benda wê bin ku ew bê û ji me re zêde melûmatê bide.”

Apûn sê meh bi şûn de hat mala me. Paşê, ew gelek caran hat cem me, û me hinek ji Şahidên pêşîn nas kirin, ên ku Qirgiz bûn. Wan xwişkan ji me re behsa rastiya der heqê Yehowa û armanca wî ji bo mirovan de, eyan dikir. Wan ji kitêba From Paradise Lost to Paradise Regained * ji me re dixwend. Ji ber ku li wê demê li Tokmokê tenê kitêbek hebû, me ew bi destê xwe ji xwe re kopî kir.

Yek ji tiştên pêşîn ku em elimîbûn, pêxembertiya 1. Mûsa 3:15 bû. Ev pêxembertî bi navgîniya Îsa Mesîh wê bê cih. Lazim e ku her kes vê xebera muhîm bibihîze! Ji ber vê yekê, gerek em jî mizgînê li her derê belav bikin (Met. 24:14). Di demeke kin de, rastiya Kitêba Pîroz jiyana me guherand.

CIVÎN Û BIN AV BÛN DI DEMA QEDEXÊ DE

Birayekî me ji Tokmokê em ji bo dawetekê gazî kirin. Min û pîreka min, me ferq kir ku hal û hereketên Şahidên Yehowa cuda ne. Li dawetê alkol tunebû, û her kesî bi edeb û întizam hereket dikir. Dawetên din ne wisa ne. Mêvan li wê derê serxweş dibin, xir û gir dikin û peyvên nexweş dipeyivin.

Wekî din, em diçûn hin civînên civata Tokmokê. Gava dinya xweş dibû, civîn carinan li daristanê çêdibûn. Xwişk û birayên me dizanibû ku polîs li pey me ye. Loma birayên me li nobetê disekinîn. Li zivistanê, em li malan top dibûn. Sê çar caran, polîs hat mala me û ji me pirsî ku em çi dikin. Li meha heftan a sala 1982yan, gava ez û pîreka min li çema Çûyê bin av bûn, lazim bû ku em pir dîqat bikin (Met. 10:16). Xwişk û birayên me yek bi yek gihîştin daristanê. Me kilamek strand û guh dan gotara bin av bûnê.

EM XIZMETA XWE ZÊDE DIKIN

Li sala 1987an, birayekî ji min xwest ku ez herim ziyareta kesekî eleqedar, ê ku li bajarê Balikçiyê rûdine. Ji bo ku em ji wê derê vegerin malê, lazim bû ku em çar saetan li trenê siwar bin. Piştî ku em sê çar caran ji bo xizmetê çûn bajarê Balikçiyê, me ferq kir ku li wê derê, gelek mirov dixwazin rastiyê bielimin. Me bi zelalî fehm kir ku wê baş be ku em xizmeta xwe zêde bikin.

Ez û pîreka min Mayrambûbû, em gelek caran çûn bajarê Balikçiyê. Em li dawiya heftiyê li wir diman û diçûn xizmetê û civînan. Gelek însanan weşanên me dixwestin. Gava em ji Tokmokê diketin ser rê, me weşanên xwe li telîsê kartolan bar dikirin. Di mehekê de, du telîsên tijî weşanan ancax kafî dibûn! Gava em li trenê siwar bûn jî, me mizgîn dida mirovan.

Li sala 1995an, civatek li bajarê Balikçi ava bû – heşt sal piştî ziyareta meye pêşîn. Li wan salan, çûn û hatina ji Tokmok heta Balikçiyê pir bimesref bû û derfeta meye şexsî kêm bû. Em çawa bi ser ketin? Birayekî me bi dewamî pere dida me. Belê, Yehowa dît ku em dixwazin xizmeta xwe zêde bikin, û wî “şivakeyên ezmanan” vekir (Malx. 3:10). Bi rastî jî, li ba Yehowa her tişt dibe!

EM BI XIZMETÊ Û BI MALBATÊ MIJÛL IN

Li sala 1992an, ez bûm kalê civatê – kalê pêşîn ê miletê Qirgiz. Di civata Tokmokê de, ji bo xizmetê gelek fersendê nû peyda bûn. Me kursa Kitêba Pîroz da gelek xwendekarên zanîngehan. Yek ji wan niha endama Koma Buroyê ye, du ji wan jî pêşengên mexsûs in. Ji xeynî vê, me alîkariya xwişk û birayên din jî dikir. Li destpêka salên 1990an, hem weşanên me hem jî civînên me bi zimanê Rûsî bûn. Lê belê, kesên ku zimanê wan Qirgizî bû, her ku diçe zêde dibûn. Ji ber vê yekê, min tercûme dikir ku ew rastiyê rindtir fehm bikin.

Li sala 1989an, ez, jina min û heşt zarokên me

Wekî din, ez û pîreka min Mayrambûbû, em bi zarokên xwe jî pir mijûl dibûn, çimkî malbata me her ku diçe mezin dibû. Em bi zarokên xwe re hem diçûn xizmetê hem jî diçûn civînan. Gava qîza me Gulsayra 12 salî bû, ew pir hez dikir ku bi kesên ku li kolanan derbas dibin re bipeyive û ji wan re behsa Kitêba Pîroz bike. Zarokên me ji ezberkirina ayetan pir hez dikir. Bi saya vê, zarok û neviyên me di xebata civatê de pir aktîf bûn. Ji 9 zarok û 11 neviyên me yên ku hê sax in, 16 kes ji Yehowa re xizmetê dikin an jî tevî dê û bavê xwe diçin civînan.

GUHERÎNÊN MEZIN

Li salên 1950an, hin xwişk û birayên me dest bi îşê Yehowa kiribû. Eger wan bidîta ku çi qas mirov bûn Şahidên Yehowa û halê me çi qas baş bûye, ewê pir ecêbmayî bimana. Mesela, ji salên 1990an û pê ve, em zêdetir azad bûne ku em mizgînê belav bikin û di civînên mezin de li hev top bibin.

Ez û jina min li xizmetê

Li sala 1991ê, ez û pîreka min, em cara pêşîn çûn civîneke mezin li bajarê Alma-Ata (Qazaxistan). Li sala 1993an, xwişk û birayên me li bajarê Bişkekê li Stadyûma Spartakê ji bo civîna mezin bi cara pêşîn li hev top bûn. Berî civîna mezin, mizgînvanan stadyûm baş paqij kir. Mudir ew qas ecêbmayî mabû ku wî îzin da ku em stadyûmê bêpere bişixulînin.

Li sala 1994an, em dîsa gihîştin serkeftineke mezin: Weşanên me bi zimanê Qirgizî derketin. Niha weşanên me li buroya Bîşkekê (Qirgizistanê) tên wergerandin. Li sala 1998an, fealiyetên Şahidên Yehowa li Qirgizistanê tescîl bûn. Teşkîlata me her ku diçe mezin dibe, û niha zêdetirî 5.000 mizgînvan hene. Îro, 83 civatên me û 25 komên me bi zimanê Çînî, Îngilîzî, Qirgizî, Rûsî, Rûsî bi zimanê îşaretan, Tirkî, Ûyxûrî û Ûzbekî hene. Kokên wan çi qas cuda bin jî, xwişk û birayên me di yekîtiyê de ji Yehowa re xizmetê dikin. Ev guherînên mezin tenê bi saya Yehowa çêbûne!

Yehowa heyata min jî guherand. Ez li çewlikê li malbateke feqîr hatim dinyayê, û ez tenê pênc salan çûm mektebê. Lê belê Yehowa min kir kalê civata xwe, û min rastiya Kitêba Pîroz rêyî kesen ku ji min bêtir xwendî ne, kiriye. Belê, em li tiştên ku Yehowa çêdike ecêbmayî dimînin. Di jiyana xwe de, min rind dîtiye ku li ba Yehowa her tişt mumkin e, û ez dixwazim her tim bi dilsozî şahidiya wî bikim (Met. 19:26).

^ par. 21 Ev weşana Şahidên Yehowa êdî nayê çap kirin.