Here Naverokê

Here naverokê

Te Zanibû?

Te Zanibû?

Li demên berê, kehyayan çi îş dikir?

LI DEMÊN BERÊ, kehya ji mala kesekî din mesûl bû. Peyvên Îbranî û Yewnanî, yên ku wek “kehya” tên wergerandin, carinan tên maneya nazir yan rêveberê malê.

Wexta ku Ûsiv li welatê Misrê kole bû, ew li mala axayê xwe wek kehya hat tayîn kirin. Kitêba Pîroz dibêje ku axayê Misrî “berpirsiyariya her tiştên ku lê xwedî ye, da Ûsiv” (1. Mû. 39:2-6). Paşê, gava Ûsiv bû hikumdarekî welatê Misrê, wî jî li ser mala xwe kehyayek tayîn kir (1. Mû. 44:4).

Li rojên Îsa, axa gelek caran li bajaran dijiyan, dûrî erdên xwe. Ji ber vê yekê, axayan kehya tayîn dikir ku li îşê karkerên ku di erdên wan de dixebitîn, binêrin.

Kê dikaribû bibûya kehya? Li sedsala yekê, nivîskarekî Romayî yê bi navê Columella got ku koleyekî ku wê wek nazir yan kehya bihata tayîn kirin gerek “yekî ceribandî” bibûya. Gerek wî “otorîteya xwe ne bi awayekî sist û ne jî bi awayekî zalim” bi kar bianiya. Wekî din, Columella got: “Gerek kehya nefikire ku ew her tiştî dizane, û gerek ew her tim hazir be ku hîn bibe.”

Kitêba Pîroz hin îşên civatê dişibîne îşê kehyayekî. Mesela, Petrûsê şandî şagirtên Îsa teşwîq dikirin ku bila ew hunerên ku wan ji Xwedê stendine “wek şahneyên [kehyayên, WDN] qenc ên kerema Xwedê” bi kar bînin (1. Ptr. 4:10).

Li Lûqa 16:1-8, Îsa mîsala kehyayekî bi kar anî. Wekî din, li pêxembertiya li ser nîşana hazirbûna xwe wek Padîşah, Îsa ji şagirtên xwe re got ku ewê “xulamê dilsoz û şehreza” yan “kehyayê dilsoz” tayîn bike. Wezîfeya sereke ya vî kehyayî ev e ku li rojên dawîn her tim xwarina ruhî bide şagirtên Îsa (Met. 24:45-47; Lûqa 12:42, WDN). Em şikurdar in ku kehyayê dilsoz weşanên ku baweriya me xurttir dikin hazir dike û li seranserê dinyayê belav dike.