Here Naverokê

Here naverokê

Resmê jorîn qismekî kitêba Îşaya pêxember a ji Tomarên Behra Mirî ye, û resmê jêrîn tercûmeya bi zimanê Erebî ye. Eşkere ye ku gotinên peyva Xwedê nehatine guhertin.

Ma Peyva Xwedê Hatiye Guhertin?

Ma Peyva Xwedê Hatiye Guhertin?

Hin kes meraq dikin ka Peyva Xwedê hatiye guhertin yan na. Pêxemberekî bi navê Îşaya gotibû ku “peyva Xudan her û her dimîne” (1. Petrûs 1:25). Gelo em ji ku dizanin ku sozên Xwedê bi awayekî rast hatine parastin?

Qudreta Xwedê têra her tiştî dike. Loma, ew dikare Peyva xwe biparêze. Li demên berê, kopîkirin bi destan dihatin çêkirin. Kopyakeran hemû herfên destnivîsên Kitêba Pîroz yek bi yek dihejmartin da ku ew emîn bin ku tu tiştek nehatiye zêdekirin, guhertin yan derxistin. Dîsa jî, însan helbet bêqisûr nînin, loma ji destê hin kopyakeran hin şaşiyên biçûk derbas bûn. Lê belê, maneya destnivîsên eslî maye.

EM ÇIMA DIKARIN EMÎN BIN KU KITÊBA PÎROZ NEHATIYE GUHERTIN?

Îro, bi hezaran destnivîsên kevn ên Kitêba Pîroz hene. Eger di yek ji van kopyayan de ferqeke biçûk hebe jî, ev kopya dikare bi kopyayên din re bê berhevdan, û bi vî awayî rastiya destnivîsa eslî tê tesbîtkirin.

Mesela, Tomarên Behra Mirî, yên ku di sala 1947an de li şikeftên nêzikî Behra Mirî hatibûn dîtin, pir bi nav û deng in. Di van tomaran de hin parên nivîsarên Kitêba Pîroz hene, yên ku zêdetirî 2.000 sal berê hatibûn nivîsîn. Zanyaran ev destnivîsên kevn û nivîsarên Kitêba Pîroz ên îroyîn dan ber hev. Gelo wan çi tê derxist?

Wan tê derxist ku Peyva Xwedê her wekî xwe maye. * Yanî rastiya Peyva Xwedê nehatiye guhertin. Em dikarin tam emîn bin ku Xwedê Kitêba Pîroz heta roja îro jî parastiye.

Îcar, gava em Kitêba Pîroz dixwînin, em dikarin ji sedî sed pê bawer bin ku Peyva Xwedê rast e. Di meqaleya din de, emê bibînin ku Xwedê xwe çawa bi destê pêxemberan bi me dide naskirin.

^ par. 7 The Complete Dead Sea Scrolls in English, ji aliyê Geza Vermes ve, rûpela 16an.