KILAM 121
Ji Me re Xwegirtin Lazim e
(Romayî 7:14-25)
-
1. Seba qisûr û kêmasiyên me,
ji me re xwegirtin gelek lazim e.
Xwestekên nefsê derdan tînin,
loma em micadele dikin.
-
2. Îblîs dixwaze me bixapîne,
lê belê Yehowa alî me dike.
Ew ruhê xwe û hêzê dide.
Rastî ji guneh qewîtir e!
-
3. Gerek em her roj pir xîret bikin,
ji bo ku em dilê Xwedê şa bikin.
Eger em nefsa xwe bigirin,
Navê Xwedê wê bê berzkirin.
(Li van ayetan jî binêre: 1. Kor. 9:25; Gal. 5:23; 2. Ptr. 1:6)