Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 28

Dostaniya Yehowa

Dostaniya Yehowa

(Zebûr 15)

  1. 1. Dostê Xwedê kî ye?

    Ew kê qebûl dike?

    Kî ye mêvan di konê wî de?

    Kî wî rind nas dike?

    Yê ku guh dide wî,

    yê ku tim dilsoz e,

    yê ku ji heq û edaletê

    bi rastî hez dike.

  2. 2. Dostê Xwedê kî ye?

    Ew ji kê razî ye?

    Kî dilê Xwedê tim şa dike?

    Kî nêzîkî wî ye?

    Kesê ku dilpak e,

    kesê ku dilrast e,

    kesê ku Xwedê bilind dike

    bi hemû dilê xwe.

  3. 3. Xwedê, guh bide me,

    me jî qebûl bike.

    Me biparêze, hêzê bide,

    dûrî me nekeve.

    Xwedê, her dostê te

    pir bextewar dibe.

    Bila em jî di konê te de

    bibin mêvanên te.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 139:1; 1. Ptr. 5:6, 7)