Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 65

Tu Caran Nesekine!

Tu Caran Nesekine!

(Îbranî 6:1)

  1. 1. Li rêya rastiyê berdewam bike,

    xwe bispêre Xwedê, ewê alî te bike.

    Xizmeta Yehowa tim bi pêş bixe,

    xebera xêrê bide.

    Îşê me gelekî muhîm e,

    Îsa ev wezîfe daye me.

    Bi saya desteka ku Xwedê dide,

    tu caran nesekine!

  2. 2. Bi dewamî mizgînê belav bike,

    li însanên hêja û diltemîz bigere.

    Behsa nav û armanca Xwedê bike,

    pesnê Yehowa bide.

    Gava ku tengasî çêdibe,

    dev ji îşê Xwedê bernede.

    Bi dilsozî xizmeta pîroz bike,

    tu caran nesekine!

  3. 3. Gav bi gav hunerên xwe bi pêş bixe,

    rastiyê hîn bike,

    bi xîret xizmet bike.

    Karê me car caran qet hêsan nîne,

    dîsa jî sebat bike.

    Ji mirovên dilpak hez bike,

    rêya rast nîşanî wan bide.

    Vî îşî bi dilxweşî bi cih bîne,

    tu caran nesekine!

(Li van ayetan jî binêre: Flp. 1:27; 3:16; Îbr. 10:39)