Derbazî serecemê

Kê bûn “Sê Mêrên Bîlan”, Kîjan ku pey “Steyrka Beytlehmê” Diçûn?

Kê bûn “Sê Mêrên Bîlan”, Kîjan ku pey “Steyrka Beytlehmê” Diçûn?

Caba Kitêba Pîroz

Gelek meriv, çaxê derheqa roja bûyîna Îsa xeber didin, besa sê mêra dikin, kîjan ku hatin Îsayê tezebûyî bivînin. Ser wan mêra dibêjin “sê mêrên bîlan” yan jî “sê padşa”. Lê Kitêba Pîrozda derheqa wan mêra cûrekî mayîn tê gotinê (Metta 2:1). Mesele, Metta nivîskarê Kitêba Pîroz, ser wan mêra xebera Yûnanî “magoy” daye xebatê. Ev xeber tê hesabê steyrnas yan jî merivên ku sêrbaziyêva girêdayî ne. a Lema jî hine welgerandinên Kitêba Pîrozda ser wan tê gotinê “steyrnas” yan jî “mag”. b

 Ev “mêrên bîlan” çiqas bûn?

Kitêba Pîroz nabêje ew çiqas meriv bûn, lê derheqa hejmara wan mêra, cûre-cûre fikir hene. “Encyclopedia Britannica” dibêje, wekî li gora “edetê merivên Rohilatê, hejmara wan Maga 12 bû, lê li gora edetê merivên Roavayê ewana sê mêr bûn, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî wana sê pêşkêş anîn Îsayê tezebûyîra, dêmek “zêr, bixûrê erebî û zimir” (Metta 2:11).

 Gelo ev “mêrên bîlan” padşa bûn?

Rast e, edetê ku bûyîna Îsava girêdayî ye, gelek car derheqa wan mêra usa dibêje, lê Kitêba Pîrozda tu ciya ser wan nayê gotinê, ku ew padşa bûn. Li gora “Encyclopedia Britannica” bi seda sala şûnda, meriva destpêkirin cûrekî mayîn gilî kin serhatiya bûyîna Îsa. Û geleka ser wan mêra digotin padşa.

 Navê “mêrên bîlan” çi bûn?

Kitêba Pîroz navê wan steyrnasa eyan nake. Lê “The International Standard Bible Encyclopedia” dibêje, wekî “li ser hîmê hekiyata, navê wan mêra Gaspar, Mêlxîor, û Baltasar bû”.

 Çi çax ev “mêrên bîlan” teseliya Îsa kirin?

Diqewime steyrnasa çend meh paşî bûyîna Îsa hatin teseliya wî bikin. Çimkî ça em zanin Hêrodes Padşa kîjan ku dixwest Îsa bikuşta temî dabû, wekî hemû lawokên du salî û hê biçûk, bikujin. Ewî li gora giliyê steyrnasa safî kir, wekî zarên vî emirî bide kuştinê (Metta 2:16).

Şeva ku Îsa hate bûyînê, steyrnas hingê neçûn teseliya wî bikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Ew ketin malê û zarok bi diya wî Meryemêra dîtin, çûn ser çokan û perizîn wî. Sindoqa xwe ya xezînê vekirin û diyariyên ji zêr, cewîşêrîn û murê pêşkêşî wî kirin” (Metta 2:11, ÎM). Ev rêz dide kifşê, wekî malbeta wan îda malda dijît, û Îsa jî îda zara tezebûyî afirda nîbû (Lûqa 2:16).

 Gelo bi saya “steyrka Beytlehmê”, Xwedê rêberiya “sê mêrên bîlan” dikir?

Hine meriv bawer dikin, wekî Xwedê ev steyrk eyan kir, ku rêberiya steyrnasa bike bêne Beytlehmê cem Îsa. Werên em şêwir kin, çima ev nerast e.

  • Ew çi ku dihate kifşê ça steyrk, pêşiyê rêberî steyrnasa kir û bire Orşelîmê. Kitêba Pîroz dibêje: “Steyrnas ji rohilatê hatine Orşelîmê û gotin: ‘Kanê Padşê cihûyayî ku gerekê bibûya? Me steyrka wî li rohilatê dît û em hatine, ku serê xwe li ber wî daynin’” (Metta 2:1, 2).

  • Pêşiyê ne ku “steyrk” rêberî steyrnasa kir ku herine Beytlehmê, lê Hêrodes Padşa. Çaxê Hêrodes bihîst, ku “Padşê cihûyayî” hate bûyînê, ew pêhesiya wekî Mesîhê sozdayî kîderê gerekê bihata bûyînê (Metta 2:3-6). Lema jî gava Hêrodesra gotin ku zarok wê Beytlehmêda be, ewî gote steyrnasa herine wêderê zarokê bivînin, û paşda vegerin cem wî.

    Paşî vê yekê steyrnas çûne Beytlehmê. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava wana ev tişt ji padşê bihîst, çûn. Û ew steyrka ku li rohilatê dîtibûn pêşiya wan çû, heta ser wî ciyê ku kurik lê bû sekinî” (Metta 2:9).

  • Ji bo eyanbûna vê “steyrkê” hine tişt qewimîn. Mesele, evê yekê jîyîna Îsa kire bin qeziyê û gelek zarên neneheq hatine kuştinê. Çaxê steyrnas ji Beytlehmê çûn, Xwedê temî da wan, wekî venegerin cem Hêrodes (Metta 2:12).

Gelo Hêrodes ça xwe da kifşê, gava ev yek têderxist? Kitêba Pîroz dibêje: “Gava Hêrodes dît ku ew ji steyrnasa hate xapandinê, gelekî hêrs ket. Ewî emir kir ku hemû zarokêd kurîne li Beytlehmê û dor berê wê, yêd du salî û ji wan biçûktir hebûn, ku bêne kuştinê, li gora wî wextê ku ji steyrnasa pê hesiya bû” (Metta 2:16). Ça tê kifşê ev hemû tişt bi rêberiya Xwedê nîbû (Îbo 34:10).

a Herodot, dîrokzanê Yûnanî, kîjan ku qirna pêncada B.D.M.-da dijît got wekî xebera “magoy” wî çaxî didane xebatê hindava bereka Medya (Farisa). Ev berek steyrnasiyêva mijûl dibû û xewn şirovedikirin.

b Binihêrin welgerandina “New American Standard Bible”, “The New American Bible”, “The New English Bible”, û “New International Version Study Bible”. Lê Kitêba Pîroz welgerandina “King James Version” ser wan mêra dibêje “mêrên bîlan”, lê ev nabêje wekî ewana sisê bûn.