Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Ez Merivekî Cabdar im?

Ez Merivekî Cabdar im?

 Xwe bicêribîne!

  •  Ez ... timê, gelek car, cara, tu car

    •  helal im

    •  bi îtbar im

    •  wededa tişta dikim

    •  xebathiz im

    •  terbet im

    •  alîkariyê didim

    •  heq im

    •  bi qedir im

    •  bona meriva xem dikim

  •   Ji van hunura kîjan bal te zef e?

     Ser xwe bixebite wekî berdewam kî van hunura bidî kifşê (Fîlîpî 3:16).

  •   Lê ser kîjan hunura tu gerekê hê zêde bixebitî?

 Jêrê hene çend fikir, yên ku wê alî te bikin hê zêde pêşda herî.

 Çi tê hesabê bibine merivne cabdar?

 Merivê cabdar cabdariyên xwe malda, mektebêda û ciyên dinda timê tîne sêrî. Ew fem dike wekî ew bona kirên xwe cabdar e. Lema jî gava ew şaşiyê dike, şaşiya xwe tîne ser xwe, baxşandinê dixwaze û usa dike wekî şaşiya xwe rast ke.

 Kitêba Pîroz dibêje: “Her kesê xurca xwe hilgire” (Galatî 6:5).

 Ez çira gerekê cabdar û bi îtbar bim?

Bi saya vê yekê, meriv wê wî qîmet kin, hindava wîda usa bin ça hindava merivên gihîştî û hê zêde azayê û cabdariya bidinê.

 Kitêba Pîroz dibêje: “Te ew merivê şixulkarê xwe dîtîye? Ew li ber padşa disekine” (Metelok 22:29).

 

 Kitêba Pîroz dibêje: “Bidin, wera wê bê dayînê” (Lûqa 6:38).

 

 Kitêba Pîroz dibêje: “Bira her kes kirinên xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe razî be” (Galatî 6:4).

 Ez ça dikarim bibime yekî diha cabdar?

 Seva caba vê pirsê pêbihesî, jêrê fikirên cahilên din bixûne. Dereca kîjana mîna ya te ye?

 “Çiqas xirab e gava hindava teda ça hindava zareke biçûk in, yê ku bê îzina dê-bavê xwe nikare hema ser sihetekê cîkîda here!”​—Kêrrî.

 “Dê-bavê min îzinê didine min, wekî ez tevî hevalên xwe ciyada herim”​—Rîçard.

 “Çaxê ez divînim, wekî dê-bavên hevalên min çiqas azayê didine wan, ez ecêbmayî dimînim û xwera dibêjim: ‘Lê dê-bavê min çira haqas azayê nadine min?’”​—Anna.

 “Ez dikarim bêjim, wekî dê-bavê min îzinê didine min vê yekê bikim çi ku dixwazim. Û ez gelek ji wan razî me, ku ewana azayîke usa didine min”​—Marîna.

 Fikira sereke: Hine cahil ji yên din zêdetir azayê distînin. Gelo çira?

 Menî: Tu çiqas bi îtbar bî, tê haqas azayê bistînî.

 Dîna xwe bide giliyên du cahila, derheqa kîjana jorê hatibû gotinê.

 Rîçard: “Serê-sêrîda dê-bavê min ditirsiyan azayê bidine min. Lê niha ewana îtbariya xwe min tînin, çimkî ez azaya xwe rast didime xebatê. Min tu car dê-bavê xwe nexapandiye, ku diçime ku û tevî kê diçim. Hergê ewana ji min napirsin jî, yeke ez timê wanara dibêjim ku çi dixwazim bikim”.

 Marîna: “Jîyîna xweda min tenê du cara dê-bavê xwe xapandiye, û her du cara jî hatime girtinê. Paşî wê yekê ez hindava dê-bavê xwe helal im. Mesele, ez timê usa dikim, wekî ewana haş ji min hebin, û çaxê ez ji mal dertêm ez wanra têlê dixim. Niha ewana îda hê zêde îtbariya xwe min tînin”.

Bona te çi diha ferz e, şixulên malê yan hêsabûn?

 Tu dixwazî wekî dê-bavê te jî hindava teda usa bin, ça dê-bavê Rîçard û Marînayê? Hergê erê, hela xwe van derecada bicêribîne:

MALDA

  •   Tu bi dil û can şixulên malê tînî sêrî?

  •   Tu her gav wededa têyî mal?

  •   Tu qedirê dê-bavê xwe û xûşk-birên xwe digirî?

 Anegorî van pirsa, kîjan aliyada tu gerekê ser xwe bixebitî?

 Kitêba Pîroz dibêje: “Gura dê û bavê xweda bin” (Efesî 6:1).

MEKTEBÊDA

  •   Tu dersên xweye mektebê wededa dikî?

  •   Tu ser xwe dixebitî, wekî nîşanên baş bistînî?

  •   Tu hînbûnêda xîret î?

 Anegorî van pirsa, kîjan aliyada tu gerekê ser xwe bixebitî?

 Kitêba Pîroz dibêje: ‘Bîlanî . . . diparêze’ (Waîz 7:12). Hergê tu mektebêda rind hîn bî, tuyê bîlaniyê qazanc kî.

NAVÊ TE

  •   Tu tevî dê-bavê xwe û merivên din helal î?

  •   Tu perê xwe bi bîlanî xerc dikî?

  •   Te nas dikin ça merivekî bi îtbar?

 Anegorî van pirsa, kîjan aliyada tu gerekê ser xwe bixebitî?

 Kitêba Pîroz dibêje: “Merivê nû li ser xwe wergirin” (Efesî 4:24). Tu dikarî usa bikî wekî xeyset û navê xwe diha baş kî.

 Şîret: Têderxe hela kîjan aliyada tu gerekê ser xwe bixebitî. Xeber de tevî wan, yên ku wan aliyada pêşda çûne, û şîretê ji wan bistîne. Xwera binivîse kîjan aliyada tu dixwazî ser xwe bixebitî, ku filan hunurî nav xweda pêşda bînî, û dîna xwe bidê ku nava mehêda tu çiqas pêşda çûyî. Xwera binivîse ku çi cem te hate standin û çi na. Xilaziya mehê derheqa pêşdaçûyîna xwe binivîse.