Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kevin e Yan Axiriyê Eyan Dike?

Kevin e Yan Axiriyê Eyan Dike?

ZANDARÎ

KITÊBA PÎROZ NE KITÊBA ZANDARIYÊ YE, LÊ TIŞTÊN KU TÊDA NIVÎSAR IN, BÛ RIYA KU AXIRIYÊ VEDIKE. DÎNA XWE BIDINE ÇEND MESELA.

Gelo destpêka gerdûna me heye?

Wextekî zandar digotin, ku destpêka gerdûnê tune. Niha ewana eşkere qebûl dikin û dibêjin, ku destpêka gerdûnê hebû. Di Kitêba Pîrozda hê pêşiya wan hemû tişta gelek eşkere derheqa vê yekê hatibû gotinê (Destpêbûn 1:1).

Erd çi cûreyî ye?

Wedê berê gelek meriv bawer dikirin, ku erd pen e. Lê di qirna pêncada B.D.M., zandarên Yûnanî hatin ser nêteke usa, ku rûbarê dinyayê heye. Lê gelek wext pêşiya vê yekê di qirna heyştada B.D.M., nivîskarê Kitêba Pîroz bi navê Îşaya, derheqa “erdê” nivîsî. Dewsa xebera “erd” ewî da xebatê xebera, ku usa jî dikare bê derbazkirinê ça “rûbarê dinyayê” (Îşaya 40:22). Di Welgerandinên Kitêba Pîroze dinda ev xeber usa jî tê welgerandinê, ça “topa erdê”.

Gelo ezman dikare hilşe yan birize?

Zandarê Yûnanî bi navê Arîstotêl yê ku qirna çarada B.D.M.-da dijît, hîn dikir ku rizandin tenê li ser erdê diqewime, çimkî ezmana bi stêrka tije, tu car nikare be hilşandinê yan rizandinê. Nava gelek qirnada ev fikir bela bibû. Lê di qirna 19-da zandar saz kirin îdêa êntropiyayê. Dêmek îdêa wê yekê, ku hemû tişt, firqî tune li ezmên yan ser erdê, dikare birize. Yek ji zandara ku alîkariyê da seva ku ev fikir pêşda bive, Lord Kêlvîn bû. Ewî dîna xwe dabû, ku Kitêba Pîroz derheqa erd û ezman tişteke hewas dibêje: “Ew hemû wê mîna kincan kevin bibin” (Zebûr 102:25, 26, DO). Anegorî giliyên ji Kitêba Pîroz, Kêlvîn bawer dikir, ku Xwedê dikare ça bêjî rizandin yan hilşandina vî cûreyî bide sekinandinê, seva ku efrînên Wî kuta nebin (Waîz 1:4).

Gerdûna me li ser çi hatiye dardakirinê?

Arîstotêl hîn dikir, ku hemû endemên ezmanî bi rûbarê krîstal sûrkirî ne û her yek ji wana nava hevda û kûraya erdêda rind rûniştine. Qirna 18-da D.M.-da, zandar qebûl kirin îdêa wê yekê, ku stêrk û gelek gerdûnên din, li ser tu tiştî dardakirî nînin. Lê di kitêba Îboda, ya ku qirna 15-da B.D.M.-da hatibû nivîsarê, em dixûnin wekî Efirandar “li ser nînbûyê dinê” dardakiriye (Îbo 26:7).

MÊDÎSÎNA

KITÊBA PÎROZ NE KITÊBA MÊDÎSÎNAYÊ YE, LÊ PRÎNSÎPÊN KU TÊDA NIVÎSAR IN PÊŞDA EYAN DIKE ZANEBÛNA KÊRHATÎ BONA SIHET-QEWATÊ.

Başqekirina merivên nexweş.

Qanûna Mûsa şirowedikir wekî merivên bi kotîbûnê nexweş, gerekê ji yên dinêna bihatana başqekirinê. Tenê di qirna 14 û 15-da hekîm destpêkirin hîn bin evê prînsîpê bidine xebatê, çi ku kêrhatî derket (Qanûna Kahîntiyê serê 13 û 14).

Xweşûştin paşî wê yekê, çaxê destê xwe didine ciniyaz.

Heta qirna 19 tiştê usa gelek belabûyî bû, çaxê doxdir ser ciniyaza dixebitîn, paşê jî destê xwe nedişûştin û derbêra diçûn cem merivên sax, ku wan binihêrin û qenc kin. Ji bo vê yekê gelek nexweşî pêşda hatin. Lê pêşiya wê yekê di Qanûna Mûsada hatibû gotinê, wekî kesê ku destê xwe dabû ciniyazê meriv, dihate hesabê nepaqij. Di van derecada av gerekê bireşandana ser wî, ku bê paqijkirinê (Jimar 19:11, 19).

Çelkirina edeba.

Her sal, nîv mîlyona zara zêdetir dimirin ji bo nexweşiyên hal, heçî zef ji bo wê yekê, ku edebên meriya ça lazim e nayêne kutakirinê. Qanûna Mûsada dihate gotinê, ku edebên meriya gerekê bêne çelkirinê, dêmek ji meriya dûrxistinê (Qanûna Ducarî 23:13).

Wedê sinetkirinê.

Di qanûna Xwedêda dihate gotinê, wekî gedê virnî gerekê li roja heyşta bihata sinetkirinê (Qanûna Kahîntiyê 12:3). Cem zarên virnî, bi normal paşî heftiya pêşin, xûn destpêdike tîr be. Lema jî wedê berê, tişteke bê xof û baş bû, hergê meriv heftêk zêdetir hîviyê bûn û paşê zarên xwe sinet dikirin.

Hevgirêdan orta sihet-qewata êmosiyalî û fîzîkî.

Lêkolînkarên mêdîsînayê û zandar dibêjin, ku êmosiyên baş mesele, şabûn, hêvî, razîbûn, û hazirbûn ku bibaxşînine meriya, gelek baş hukum dikin li ser sihet-qewatê. Kitêba Pîroz dibêje: “Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye, lê dilê xem û xeyal hişkbûna hestûya ye” (Metelok 17:22).