Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Nefretî wê ser Dinyayê Bê Hildanê!

Nefretî wê ser Dinyayê Bê Hildanê!

Em dikarin nefretiyê ji dilê xwe derxin, lê em nikarin ji dilê merivên din derxin û nihêrandina wan biguhêzin. Merivên neneheq diçerçirin, çimkî têne nefretkirinê. Gelo, kî dikare nefretiyê ser dinyayê bide hildanê?

Tenê Yehowa Xwedê dikare pêda nefretiyê bide hildanê, kîjan ku îro usa bela bûye. Kitêba Pîroz soz dide, ku ewê eseyî evê yekê bike (Metelok 20:22).

XWEDÊ WÊ NEFRETIYÊ KOKÊVA BIDE HILDANÊ

  1. 1. MÎRÊ-CINA. Mîrê-cina, dêmek melekê miqabil cabdar e bona hemû nefretiya, ku îro dinyayêda belabûyî ye. Xwedê wê kuta ke Mîrê-cina û wan hemû meriya, yên ku mîna wî melekê miqabil bi nefretiyê tije ne (Zebûr 37:38; Romayî 16:20).

  2. 2. DINYA ZULM. Xwedê wê hemû tiştên ku nefretiyê pêşda tînin, bide hildanê. Mesele, polîtîkvan û serwêrên rêlîgiyayê, kîjan ku meriva berbi nefretiyê hêlan dikin. Xwedê wê usa jî bide hildanê sîstêma komêrsî, rêberên kîjanî ku perehiz in, ruşeta hildidin, û meriva bona kara xwe didine xebatê (2 Petrûs 3:13).

  3. 3. GUNEKARÎ. Kitêba Pîroz şirovedike, wekî gune derbazî ser însanetê bûye, ji bo çi jî em carna tiştên xirab difikirin, hest û kirên me jî xirab dibin (Romayî 5:12). Yek ji wan dereca ev e, çaxê meriv derheqa kesên din xirab difikire û nefretiyê hindava wanda dide kifşê. Xwedê wê alî meriya bike, wekî ev sistbûna xwe bidine hildanê, û wî çaxî nefretî wê ser dinyayê kuta be (Îşaya 54:13).

KITÊBA PÎROZ DINYAYA BÊNEFRETÎ SOZ DIDE

  1. 1. TU KES WÊ RASTÎ NEFRETIYÊ NEYÊ. Padşatiya Xwedê wê ji ezmên ser erdêra serwêrtiyê bike û heqiya herheyî bîne (Daniyêl 2:44). Hingê meriv wê firqiyê nekin nava hevda û hindava hevda hizkirinê bidine kifşê. Xwedê wê zirara ku meriva ji bo neheqiyê standine, dade (Lûqa 18:7).

  2. 2. HER KES WÊ EDILAYÊDA BE. Tu kes wê ji bo zulmiyê û şer-dewa neçerçire (Zebûr 46:9). Hemû meriv wê edilayîhiz bin û erd wê bibe ciyê bêxof (Zebûr 72:7).

  3. 3. MERIV WÊ HALÊ BAŞDA HETA-HETAYÊ BIJÎN. Hemû meriv wê hindava hevda hizkirina rast bidine kifşê (Metta 22:39). Tu kes wê dilteng nebe û ne jî ji bo fikir û bîranîna xirab biçerçire (Îşaya 65:17). Çaxê nefretî pêda bê hildanê, hingê hemû meriv “xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin” (Zebûr 37:11).

Hûn dixwazin dinyake usada bijîn? Hela hê wedê meda jî gelek meriv bi alîkariya prînsîpên Kitêba Pîroz, karibûne nefretiyê ji dilê xwe derxin (Zebûr 37:8). Ev yek eşkere tê kifşê nava bi mîlyona Şedên Yehowada, ku nav temamiya dinyayê dijîn. Rast e ewana ji cûre-cûre mileta, bereka û kûltûra ne, lê ça malbetek in ku yektiyêda nin û hev hiz dikin (Îşaya 2:2-4).

Şedên Yehowa hazir in tera gilî kin derheqa wê yekê, ku ça dikarin ber neheqiyê û nefretiyê teyax kin. Ev yek wê alî te bike nefretiyê ji dilê xwe derxî û dewsê bi hizkirinê tije kî. Tu hela hê dikarî hindava wan merivada jî hizkirinê bidî kifşê, yên ku bêşêkir in û nefretiyê didine kifşê. Ev yek wê alî te bike îda niha bextewar bî û heleqetiya xwe tevî meriya baş kî. Xêncî wê yekê, tuyê pêbihesî, wekî çi gerekê bikî, seva ku bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda bijîyî, kîderê ku nefretî wê tune be (Zebûr 37:29).

^ abz. 15 Ser hine zimana heye