Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 17

KILAMA 111 Meniya Şabûnê

Tu Car ji Cineta Ruhanî Dernekeve

Tu Car ji Cineta Ruhanî Dernekeve

“Lê bi ya ku ez diefirînim şa û her û her dilgeş bibin” (ÎŞAYA 65:18, ÎM)

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku em ji cineta ruhanî çawa karê distînin û em ça dikarin alî kesên din bikin, wekî ewana jî karê bistînin.

1. Cineta ruhanî çi ye, û em dixwazin çi bikin?

 ÎRO ser erdê cineta bi sîmbolîk heye. Vê cinetêda bi mîlyona meriv in, yên ku edilayêda nin û şixulên baş dikin. Merivên ku ketine cineta ruhanî, dixwazin têda bimînin û alî merivên din bikin, wekî ewana jî bikevine vê cinetê. Ev cinet, cineta ruhanî ye a!

2. Cineta ruhanî çira mexsûs e?

2 Mîrê-cina vê dinêda nefretî, xirabî û xofî tije kiriye, lê Yehowa cîkî sîmbolîk saz kiriye, kîderê ku edilayî û yektî heye (1 Yûhenna 5:19; Eyantî 12:12). Xwedayê meyî dilovan divîne, ku ev sîstêma xirab çawa zirarê dide meriva, lê Ew alî xizmetkarên xwe dike, wekî ewana xwe bêxofiyêda texmîn kin û bi şabûnê Wîra xizmet kin. Kitêba Pîroz dibêje, ku cineta ruhanî mîna “sitargeh” û “baxçeke avî” ye (Îşaya 4:6; 58:11, ÎM). Bi saya kerema Yehowa, merivên ku vê cineta ruhanîda dijîn, dikarin van rojên xilaziyêda, yên ku gelek çetin in, bextewar û xweykirî bin (Îşaya 54:14; 2 Tîmotêyo 3:1).

3. Wedê berê giliyên ji kitêba Îşaya serê 65, ça hatine sêrî?

3 Yehowa bi saya Îşaya pêxember, berêda gotibû ku emir cineta ruhanîda wê çawa be. Em dikarin van giliya kitêba Îşaya serê 65-da bivînin. Ev gilî cara pêşin sala 537, B.D.M.-da hatine sêrî. Wî wedeyî, Cihûyên ku tobe kirin, ji dîltiya Babîlonê hatine xilazkirinê û vegeriyane welatê xwe. Yehowa Xwedê cimeta xwe kerem kir û alî wan kir, wekî ewana bajarê Orşelîmê tezeda ava kin û paristgehê dîsa bikine ciyê hebandina rast (Îşaya 51:11; Zekerya 8:3).

4. Îro giliyên ji Îşaya serê 65 ça têne sêrî?

4 Giliyên ji kitêba Îşaya serê 65, cara duda ji sala 1919 D.M.-da destpêkirin bêne sêrî. Wê salê xizmetkarên Yehowa ji dîltiya Babîlona Mezin hatine azakirinê. Paşê, cineta ruhanî ser temamiya dinyayê hêdî-hêdî mezin bû. Mizgînvanên xîret gelek civat ava kirin û xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda anîn. Kesên ku berê mîna gur û şêra, zulim û zordar bûn, terka xeysetên xirab dan, “merivê nû” li xwe kirin û bûne merivne baş (Efesî 4:24). Hemikî gelek keremên ku Îşaya pêxembertî kiribû, wê bi temamî dinya tezeda bêne sêrî. Lê hela hê îro jî, em ji cineta ruhanî kareke mezin distînin. Niha emê bivînin, ku cineta ruhanî ça ser me hukum dike û çira em gerekê tu car ji vê cinetê dernekevin.

MERIVÊN KU CINETA RUHANÎDA NIN ÇA XWE TEXMÎN DIKIN

5. Li gora sozê ji Îşaya 65:13, emirê cineta ruhanîda çawa ne?

5 Ruhanîda têr û sihet-qewat in. Pêxembertiya Îşaya firqiya mezin dide kifşê orta kesên ku cineta ruhanîda dijîn û kesên din (Bixûne Îşaya 65:13). Yehowa bi merdanî alî xizmetkarên xwe dike, wekî ewana dostiya xwe tevî Wî xwey kin. Xwedê ruhê pîroz dide me, bal me Kitêba Pîroz heye û usa jî gelek edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz. Lema jî em aliyê ruhanîda têr û bextewar in (Beramber ke Eyantî 22:17). Lê merivên ku cineta ruhanîda nînin, wê “birçî bimînin . . . , tî bimînin . . . , [û] şermî bin, ÎM”. Ewana ji Xwedê dûr in, lema jî wî halîda nin (Amos 8:11).

6. Yowêl 2:21-24-da derheqa çi tê gotinê û em ça dikarin ji van tişta karê bistînin?

6 Yowêl pêxember, tiştên ku Yehowa bi merdaniyê dide xizmetkarên xwe, beramberî genim, şerav û bizirê zeytûnê kir (Yowêl 2:21-24). Yehowa hewcên meye ruhanî razî dike bi alîkariya Kitêba Pîroz, edebyetên meye ser hîmê Kitêba Pîroz, malpera me, civat û civatên mezin. Em dikarin her roj ji van tişta karê bistînin û ruhanîda têr û sihet-qewat bin.

7. Li gora Îşaya 65:14, em çira bextewar in?

7 Şa û razî ne. Cimeta Yehowa şabûna dikine qîrîn, çimkî dilê wana bi razîbûnê tije ye (Bixûne Îşaya 65:14). Rastiyên Kitêba Pîroz, yên ku baweriya me qewî dikin û berdiliyê didine me, û gumana meye ser hîmê qurbana Îsa, şabûnê dikine dilê me. Gava em tevî xûşk-bira derheqa van tişta xeber didin, ev yek me bi rastî bextewar dike! (Zebûr 34:8; 133:1-3)

8. Du nîşanên ferz, yên cineta ruhanî kîjan in?

8 Hezkirin û yektiya nav xizmetkarên Yehowada, du nîşanên cineta ruhanî ne. Ev “yektiya tam” nîşanî me dike, ku emir dinya tezeda wê çi cûreyî be. Wî çaxî hezkirin û yektiya orta meda, wê diha qewî be (Kolosî 3:14). Xûşkeke me tîne bîra xwe, ku gava ewê Şedên Yehowa nas kir, ewê çi têderxist. Ew dibêje: “Berê min şabûn nedistand, hela hê malbeta xweda jî. Min hezkirina ji dil cara pêşin nav Şedên Yehowada dît”. Her kesê ku dixwaze bi rastî bextewar be, gerekê bikeve cineta ruhanî. Firqî tune ku merivên vê dinyayê derheqa me çi difikirin, Yehowa Xwedê û malbeta wî me hez dikin (Îşaya 65:15).

9. Îşaya 65:16, 17-da çi soz mera hatiye dayînê?

9 Dilrihet in. Îşaya 65:14-da tê gotinê, wekî kesên ku naxwazin bikevine cineta ruhanî, wê ji êşa dil bikine qîrîn û ji xemgîniyê bikine axîn. Lê em çi dikarin bêjin derheqa wan çetinaya, rastî kîjana em tên? Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Tengasiyên berê hatin bîrkirin û bi tevayî ji ber çevê [Xwedê] hatin veşartin” (Bixûne Îşaya 65:16, 17). Belê, Yehowa Xwedê wê hemû derdên me kokêva bide hildanê û wext şûnda emê van hemû kul-derda bi temamî bîr kin.

10. Em çira heleqetiya xwe tevî xûşk-bira dişêkirînin? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Çaxê em diçine civata, em dilrihetiyê distînin û derdên xwe bîr dikin. Gava em hunurên usa ça hezkirin, şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, bawerî, milûktî û xwegirtinê didine kifşê, bi vê yekê dilrihetî û edilayî nav xûşk-birada pêşda tê (Galatî 5:22, 23). Çi keremeke mezin e, ku em para teşkîleta Yehowa ne! Kesên ku cineta ruhanîda nin, wê bivînin ku ça Xwedê sozê xwe tîne sêrî û “ezmanekî nû û erdekî nû, ÎM” çêdike.

Bona me keremeke mezin e, ku em cineta ruhanîda nin û para malbeta Yehowa ne (Binihêre abzasa 10) c


11. Li gora Îşaya 65:18, 19, cineta ruhanî gerekê ser me ça hukum ke?

11 Şêkirdar in. Îşaya pêxember şirovedike, ku çira em gerekê cineta ruhanîda “şa û . . . dilgeş” bin. Menî ev e, ku cineta ruhanî sazkirina Yehowa ye (Bixûne Îşaya 65:18, 19). Yehowa dixwaze, wekî em alî kesên din bikin, ku ewana jî ji vê dinya xirab derkevin û bikevin cineta ruhanî. Em ji cineta ruhanî gelek kerem û şabûnê distînin, lema jî em dixwazin merivên dinra jî derheqa vê cinetê bêjin (Yêremya 31:12).

12. Tu derheqa sozên ji Îşaya 65:20-24 çi difikirî?

12 Em bineliyên cineta ruhanî ne û Yehowa guman daye me û em bona vê yekê jî gelek razî ne. Bidine ber çevê xwe, ku emê dinya tezeda çi bivînin û çi bikin! Kitêba Pîroz soz dide: “Wê îda li wêderê zarokekî ku tenê çend roja dijî nebe, wê pîrekî ku rojên xwe tije nekiriye tunebe”. Emê “mala çêkin û lê rûnên [û] reza daynin û fêkiyê [berên] wan bixwin”. Emê “beredayî keda xwe nedin”, çimkî Yehowa wê me kerem ke. Belê, Yehowa jîyîneke xweş mera soz daye. Wî çaxî, pêşiya ku kesek gazî Xwedê ke, Ewê pêşda hewcên wî bizanibe û “hemû bînberî gora dilê wan têr” bike (Îşaya 65:20-24, ÎM; Zebûr 145:16).

13. Li gora Îşaya 65:25, kesên ku dibine xizmetkarên Yehowa, destpêdikin çi bikin?

13 Edilayî û bêxofiyêda nin. Bi alîkariya ruhê pîroz, gelek merivên ku berê zulim, şerûd yan jî bêrem bûn, cûrê jîyîna xwe guhastine (Bixûne Îşaya 65:25). Ewana ser xwe xebitîne û terka xeyset-hunurên xweye xirab dane (Romayî 12:2; Efesî 4:22-24). Hemikî xizmetkarên Yehowa hê qisûrdar in û şaşiya dikin. Lê dîsa jî, Yehowa merivên cûre-cûre top kiriye, û nav wanda yektî û edilayî heye (Tîto 2:11). Belê, xêncî Yehowa tu kes nikare keremeteke usa bike!

14. Mesela birakî ça dide kifşê, wekî giliyên ji Îşaya 65:25 rast in?

14 Gelo bi rastî meriv dikare xeyset-hunurê xwe biguhêze? Were em dîna xwe bidine vê meselê. Xortekî 20 salî gelek car ketibû kelê. Ew yekî şerûd bû û bi jîyîneke bênamûs dijît. Ewî erebe dizî bû, malên meriva talan kiribû û qaçaxtiyên din jî kiribû, lema jî wî kiribûne kelê. Ewî timê dixwest şera bike. Gava ewî cara pêşin derheqa rastiya Kitêba Pîroz bihîst û çû ser civatên Şedên Yehowa, ew dudilî nedibû, ku ewî nêta jîyînê dîtiye, û cineta ruhanî hema ev e. Çaxê ew bû Şedê Yehowa, ewî gelek car dida ber çevê xwe, ku giliyên ji Îşaya 65:25 ça ser wî hatine sêrî. Berê, ew mîna gurekî har bû, lê niha ew îda bûye mîna berxekî.

15. Çira em dixwazin, wekî kesên din jî bibine para malbeta Yehowa û em ça dikarin evê yekê bikin?

15 Îşaya 65:13 bi van giliya destpêdibe: “Reb Xudan usa dibêje”. Rêza 25 bi van giliya xilaz dibe: “Dibêje Xudan”. Belê, giliyên Yehowa Xwedê timê rast derdikevin (Îşaya 55:10, 11, ÎM). Îro cineta ruhanî îda heye. Yehowa ji xizmetkarên xwe malbeteke mexsûs saz kiriye. Vê dinya xirabda, em nava yektiyê û edilayêda nin, çimkî em para malbeta Yehowa ne (Zebûr 72:7). Em dixwazin, ku kesên din jî bibine para malbeta me, lema jî em alî meriva dikin, wekî ewana jî bibine şagirtên Îsa Mesîh (Metta 28:19, 20).

ALÎ KESÊN DIN BIKE KU EWANA JÎ BIKEVINE CINETA RUHANÎ

16. Xwestina meriva ça pêşda tê, ku bikevin cineta ruhanî?

16 Seva ku kesên din jî bixwazin bikevine cineta ruhanî, her kes ji me dikare dîna meriva bikişîne ser vê yekê, ku ev cîkî çiqas xweş e. Vê yekêda em gerekê çev bidine Yehowa. Yehowa zorê meriva nake, ku ewana bikevine teşkîleta wî, dewsê ew bi nermî û hezkirinê wana dikişîne berbi xwe (Yûhenna 6:44; Yêremya 31:3). Gava kesên dilsax derheqa hunurên Yehowa pêdihesin, ewana dixwazin nêzîkî Yehowa bin. Lê em ça dikarin pê xeyset û kirên xweye baş, meriva berbi cineta ruhanî bikişînin?

17. Em ça dikarin alî kesên din bikin, ku ewana jî bikevine cineta ruhanî?

17 Seva ku em alî kesên din bikin, wekî ewana jî bikevine cineta ruhanî, em gerekê xûşk-bira hez bikin û hindava wanda dilovan bin. Gava meriv cara pêşin têne ser civatên me, em dixwazin, wekî ewana jî mîna kesên ku berê diçûne civînên bajarê Korintê, usa bêjin: “Rastî jî Xwedê nav weda ye!” (1 Korintî 14:24, 25; Zekerya 8:23). Lema jî em gerekê berdewam kin “hevra tifaq bin” (1 Têsalonîkî 5:13).

18. Çi dikare alî meriva bike, ku ewana bixwazin bibine para teşkîleta me?

18 Nihêrandina me ser xûşk-bira gerekê mîna nihêrandina Yehowa be. Dewsa ku em dîna xwe bidine kêmasiyên wan, yên ku wê zûtirekê tune bin, em gerekê dîna xwe bidine hunurên wane baş. Seva ku em problêmên orta xweda bi hezkirinê safî kin, em gerekê “hevra şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin” (Efesî 4:32). Gelek merivên ku vê hezkirinê nav meda bivînin, wê bixwazin bikevine cineta ruhanî b.

CINETA RUHANÎDA BIMÎNE

19. (a) Li gora çargoşe bi navê “ Ewana Çûn û Vegeriyan”, hine kesên ku vegeriyane cineta ruhanî çi dibêjin? (b) Em gerekê çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

19 Em bona cineta ruhanî gelek şêkirdar in! Ev cinet çiqas diçe haqas xweş dibe, û xizmetkarên Yehowa têda zêde dibin. Were em timê bona vê cineta, ku Yehowa daye me, şêkirdar bin. Her kesên ku hewcê dilrihetiyê, edilayê û bêxofiyê ne, gerekê bikevine cineta ruhanî û têda bimînin. Lê em gerekê hişyar bimînin, çimkî Mîrê-cina her tiştî dike, ku me ji vê cinetê der xe (1 Petrûs 5:8; Eyantî 12:9). Em gerekê nehêlin, ku ew vê yekêda serkeve. Were em her tiştî bikin, ku bedewbûn, temizayî û edilaya cineta ruhanî, bi dil û can biparêzin!

Kesên ku îro cineta ruhanîda nin, axiriyêda wê cineta rêalîda jî kerema bistînin (Binihêre abzasa 19)


PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Cineta ruhanî çi ye?

  • Em cineta ruhanîda çi kerema distînin?

  • Em ça dikarin alî kesên din bikin, ku ewana jî bikevine cineta ruhanî?

KILAMA 144 Ewan Soza Tu Bîr Neke!

a XEBERA ŞIROVEKIRÎ: Xebera “cineta ruhanî” tê hesabê halê bêxof û baş, kîderê ku em Yehowa dihebînin. Cineta ruhanîda, em him tevî Yehowa, him jî tevî xûşk-bira edilayêda nin.

b Ser jw.org binihêre vîdêo bi navê Gelo Niha Emirê Wan Çi Cûreyî ye? Alyona Jîtnîkova: Ça Nêta Dilê Min Hate Sêrî, û bivîne ku xûşkeke me ji cineta ruhanî çi kerem standiye.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Ser civatê gelek xûşk-bira hevdura xeber didin, lê birak başqe rûniştiye.