Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Lêfêvr Datapl Merivê ku Dixwest wekî Hemû Meriv Xebera Xwedê Fem Bikin

Lêfêvr Datapl Merivê ku Dixwest wekî Hemû Meriv Xebera Xwedê Fem Bikin

DESTPÊKA sala 1520-da roja Ledê şebeqê, bineliyên bajarekî biçûk bi navê Mo, ku nêzîkî Parîsê ye, guhê xwe bawer nekirin ewê yekê, çi ku dêrêda bihîstibûn. Ewana li ser zimanê xwe bihîstin xwendina çar kitêbên Încîlê ye pêşin (Mizgînî), dêmek li ser zimanê Fransî ne ku Latînî!

Tercimanê van çar kitêba, Zak Lêfêvr Datapil bû, (bi Latînî: Jacobus Faber Stapulensis). Ewî hevalekî xwera tiştên usa nivîsî: “Xwedê alîkariyê dide, wekî hemû meriv, Xebera wî fem bikin”.

Wî çaxî Dêra Katolîkî û têolojî (olzanî) di Parîsêda, qebûl nedikirin bidine xebatê welgerandinên Kitêba Pîroze usa, ku gelek merivara wê femdarî bûya. Gelo lê çi Lêfêvr hêlan kir, wekî Kitêba Pîroz li ser zimanê Fransî tercime bike? Û çawa ewî karibû alîkariyê bide gelek meriya, seva ku Xebera Xwedê fem bikin?

DIGERIN MENA RAST YA RÊZÊN KITÊBA PÎROZ

Pêşiya ku Lêfêvr bibe welgerê Kitêba Pîroz, ewî dixebitî, seva ku mena orîjînalê ya fîlosofiyê û têolojiyê wegerîne cî. Ewî kifş kir, ku nava qirnada têkstên kewin nerast hatibûn derbazkirinê. Lema jî welgerandinada şaşî hebûn û fikirên usa, yên ku meriva dixelifandin. Çaxê ewî nivîsarên kewin lêkolîn dikir, seva ku mena nivîsandinêye rast bivîne, ewî usa jî destpêkir kûr lêkolîn ke Kitêba Pîroze Dêra Katolîkî, dêmek Vûlgataye Latînî.

Ewî bi dil û can lêkolîna Nivîsarên Pîroz dikir û axiriyêda hate ser wê nêtê, ku “hînbûna rastiya Xwedê û sozên wî . . . bextewariya mezin tîne”. Xêncî wê yekê, Lêfêvr hînbûna fîlosofiyê da sekinandinê û hemû qewata xwe da welgerandina Kitêba Pîroz.

Di sala 1509-da, Lêfêvr neşir kir pênc varyantên cûre-cûre ya Zebûra Latînî, * bi hine komêntariyên xwe ku ewî Vûlgatêda nivîsî. Anegorî merivên têolojiyê ya wan çaxa, ewî dixwest tiştê usa bike ku bi tebiyetî û hêsa elametiya Kitêba Pîroz derbaz ke. Mêtoda wî ya şirowekirina Nivîsarên Pîroz, gelek hukum kiribû li ser zandarên dine Kitêba Pîroz. (Binihêrin çargoşe “ Çawa Welgerandina Lêfêvr li ser Martîn Lûtêr Hukum Kiribû”).

Kitêba “Fivefold Psalter” ya Zebûrê, kîderê ku di çargoşêda sernavên Xwedê kifş kiriye. Ev kitêb di sala 1513-da hate neşirkirinê

Lêfêvr wek Katolîk hate bûyînê, lema jî ew bawer bû ku dêr dikare bê guhastinê tenê wî çaxî, hergê ewana Nivîsarên Pîroz rast û layîqî, meriya hîn kin. Lê gelo çawa hemû cûre meriv, hela hê merivên kesîb jî dikarin karê bistînin ji Nivîsarên Pîroz, hergê ew kitêb heçî zef li ser zimanê Latînî hatibû nivîsandinê?

WELGERANDINA KITÊBA PÎROZ, KU HÊSA DIHATE DESTXISTINÊ

Pêşxebera çar kitêbên pêşine Încîlê, yên ku xwestina Lêfêvr qewî kirin, ku her kes Kitêba Pîroz li ser zimanê xwe bixûne

Hizkirina mezin hindava Xebera Xwedê, Lêfêvr hêlan kir usa bike, ku Nivîsarên Pîroz seva gelek meriya hêsa bê destxistinê. Seva ku bigihîje evê nêta xwe, di sala 1523-da, Lêfêvr neşir kir çar kitêbên Încîlê ye pêşin li ser zimanê Fransî, bi formata biçûk. Ev formata biçûk, bahê kîjanî ku ji welgerandinên din gelek arzan bû, mecal dida merivên kesîb seva ku hêsa evê xwera dest xin.

Hemû meriv, derbêra hewas û dilovaniya xwe hindava vê kitêbê dane kifşê. Ça mêr usa jî jin hizret bûn li ser zimanê xwe giliyên Îsa bixûnin. Weke 1 200 kopiyên neşirkirî ya vê kitêbê, nava çend mehada îda xilaz bûn.

PIŞTGIRIYA MÊRXASÎ

Pêşxeberda seva çar kitêbên pêşine Încîlê, Lêfêvr şirowekir ku ewî çima li ser zimanê Fransî ev kitêb welgerandin. Ewî şirowekir ku “merivên kesîb û belengaz” yên ku diçine dêrê, gerekê “bawer bin rastiya Kitêba Pîrozda, çawa ew meriv cem kîjana ku ev kitêb li ser zimanê Latînî hebû”. Lê gelo çima Lêfêvr usa dixwest alî hemû meriya bike, ku hînkirinên Kitêba Pîroz fem bikin?

Lêfêvr rind zanibû derheqa hînkirinên meriva û fîlosofiyê, wekî ewana çiqas nerast û bi mixenetî li ser Dêra Katolîkî hukum dikirin (Marqos 7:7; Kolosî 2:8). Û ew bawer bû ku wede îda gihîştiye, seva ku Mizgînî “nava temamiya dinyayêda bê belakirinê, wekî tu kes îda neyê xelifandinê bi hînkirin û fîlosofiyên meriva”.

Lêfêvr usa jî dixebitî wekî nihêrandina wan meriya rast ke, yên ku miqabilî vê yekê bûn ku Kitêba Pîroz li ser zimanê Fransî bê welgerandinê. Lêfêvr wan meriya durûtiyêda neheq dikir û digot: “Çawa ewana wê bikaribin [meriya] hîn kin, hemû fermanên Îsa biqedînin, hergê ewana xwexa naxwazin ku meriv li ser zimanê xwe, Xebera Xwedê bixunin?” (Romayî 10:14).

Ji bo vê yekê merivên têolojîyê ji Zaningeha Parîsê yê Sorbonê, xwestin usa bikin wekî Lêfêvr xwe ker ke. Di meha Tebaxê sala 1523-da, wana hesab kir ku welgerandina Kitêba Pîroze ser zimanê Fransî, bi şirowekirinên Lêfêvr, ev tişteke “xof e seva Dêrê”. Hergê Padşê Fransyayê, dêmek Fransîs I, pişta Lêfêvr negirta, wê Lêfêvr hêrêtîkîda neheq kirina.

WELGER XWE KER NAKE Û ŞIXULÊ XWE TEMAM DIKE

Lêfêvr nehîşt ku şer-dewên wan meriya riya wî bigirin û ewî berdewam dikir Kitêba Pîroz tercime bike. Di sala 1524-da paşî temamkirina welgerandina Nivîsarên Yûnaniya, (ya ku tê navkirinê Peymana Nû), ewî neşir kir welgerandina Fransî ya Zebûrê. Bi vê yekê merivên ku Xwedê bawer dikirin, dikaribûn “bi razîbûn û şabûneke mezin” Xwedêra dua bikin.

Merivên têolojîyê yê Sorbonê wedê xwe unda nekerin û pêra-pêra destpêkirin welgerandina Lêfêvr rind lêkolîn kin. Zûtirekê wana ferman da ku welgerandina wî yê Nivîsarên Yûnaniya ber hemûşka bê şevitandinê. Û hine nivîsandinên wî yên din jî usa hesab kirin “îzbatkirina Lêfêvr yên hêrêtîkî ne”. Çaxê merivên têolojiyê ferman dan ku Lêfêvr bînin cem wana, wana xwest ku ew nihêrandina xwe îzbat ke. Lêfêvr safî kir “ker be” û reviya li Strasbûrgê. Li wir, ewî destpêkir bi fesalî Kitêba Pîroz tercime bike. Rast e hinek fikirîn ku ev ji bo tirsê revî, lê Lêfêvr fikirî ku ev cabeke baş bû merivên têolojiyara, yên ku qîmet nedikirin “durên” rastiya Kitêba Pîroz (Metta 7:6).

Tenê nava salekêda paşî hatina wî li Strasbûrgê, Padşa Fransîs I, Lêfêvr kifş kir ça dersdarê kurê xwe Çarls, yê ku çar salî bû. Bi saya vê kifşkirinê, gelek wedê Lêfêvr hebû, seva ku welgerandina Kitêba Pîroze xwe temam ke. Di sala 1530-da welgerandina Kitêba Pîroze wîye temamkirî di Bêljîkêda, bajarê Antwêrpêda hate neşirkirinê bi destûrdayîna Împerator Çarls V. *

XWESTINA MEZIN Û ALÎKARÎ

Temamiya jîyîna xweda, Lêfêvr bawer bû ku dêr rew-rizmên meriva, dêmek eyd-qeydên wan wê bide alîkî, û zanebûna raste Nivîsarên Pîroz pêşda bive. Ewî fem dikir ku “îzin û borcê her Mesîhî heye, seva ku Kitêba Pîroz xwexa bixûne û hîn be”. Lema jî ew usa bi dil û can dixebitî, seva ku gişk Kitêba Pîroz bixûnin. Rast e çawa ku ewî dixwest, dêrê, xwe neguhast û zanebûna rast pêşda nebir, lê yeke tiştek cem Lêfêvr derket. Ewî alî gelek meriva kir, seva ku Xebera Xwedê bizanibin û fem bikin.

^ abz. 8 Kitêba “Fivefold Psaltêr” ji pênc kitêbên Zebûrê ye. Di vê kitêbêda tê dayînê çargoşe bi pênc varyantên welgerandina Zebûrê. Usa jî heye serecema, kîderê ku tê dayînê Têtragramatona çar herfên Îbranî, ku navê Xwedê eyan dikin.

^ abz. 21 Pênc sal şûnda, di sala 1535-da, welgerê Fransî bi navê Olêvata, vêrsiya xwe ye Kitêba Pîroz neşir kir, yê ku li ser hîmê zimanên orîjînalê bû. Wedê welgerandina Nivîsarên Yûnaniya, Olêvata xwe li welgerandina Lêfêvr digirt.