Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Xwedê Dilşewat e?

Gelo Xwedê Dilşewat e?

EM ÇI HÎN DIBIN JI EFIRÎNA

Hatiye şirovekirinê ku dilşewatî, ew “fereset e ku bikaribî hest û derdê meriva fem bikî û xwe daynî dewsa wî”. Zandar û doxdir Rîk Hansên dibêje, ku “dilşewatî nav meda heye”.

ŞÊWIR KIN: Gelo çima dilşewatî nav meda heye, û ew xeysetekî pir baş e? Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê însanet dilqê xweda efirandiye (Destpêbûn 1:26). Em dilqê Xwedêda hatine efirandinê, lema jî em mîna wî dikarin xeysetên wîyî baş bidine kifşê. Dilşewatî meriya hêlan dike alî yên dinêna bikin, û bi vê yeke ewana dilşewatiya Efirandarê xwe Yehowa Xwedê, didine kifşê (Metelok 14:31).

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE DERHEQA DILŞEWATIYA XWEDÊ

Dilê Xwedê ser me dişewite û dêşe, gava ew divîne ku em diçerçirin. Cimeta Îsraêlêye berê teyax kirin dîltiya Misirêda, û paşê jî 40 sala di beriyêda rastî çetinaya hatin. Kitêba Pîroz derheqa Xwedê usa dibêje: “Di tengasiya wan hemûyanda ew aciz bû” (Îşaya 63:9). Dîna xwe bidinê, Xwedê ne tenê tengasiya wan didît, lê eciz dibû, çimkî derd û êşê wan fem dikir. Ew dibêje: “Çimkî ez haş ji tengasîya wan heme” (Derketin 3:7, PKM). Xwedê zêde dike: “Yê destê xwe li we bixe wekî li bîbokên çevên wî xistiye dibe” (Zekerya 2:8). Dêmek çaxê kesek dilê me dêşîne, dilê Yehowa jî tevî me dêşe.

Kitêba Pîroz dibêje ku hergê em xwe neheq dikin û difikirin ku hêjayî dilşewatiya Xwedê nînin, “Xwedê ji dilê me mestir e û her tiştî zane” (1 Yûhenna 3:19, 20). Xwedê me hê rind nas dike. Ew bi temamî halê me, fikirên me û hestên me fem dike. Û him jî dilê wî ser me dişewite.

Em dikarin berdiliyê, bîlaniyê û alîkariyê ji Xwedê bixwazin, çimkî em zanin wekî ewê alî wan hemûya dike, kîjan ku rastî kul-derda û tengasiya tên

Ew rêzên ji Kitêba Pîroz me qewî dikin

  • “Tuyê bangî alîkariyê bikî; wê XUDAN bersivê bide û tuyê biqêrî û wê: A vay, ez li vir im! bibêje” (ÎŞAYA 58:9).

  • “‘Ez rind zanim ew, çi ku min seva we qirar kiriye’ Yehowa dibêje. ‘Min edilayî seva we qirar kiriye, ne ku xezeba, seva ku hêviyê û axiriya baş bidime we. Û hûnê gazî min bikin û bên minra dua bikin û ezê we bibihêm’” (YÊREMYA 29:11, 12, DT).

  • “Hêsirêd min Tu bike meşkê Xwe. Gelo ew ne kitêba Teda ne?” (ZEBÛR 56:8).

XWEDÊ HAŞ JI ME HEYE, ME FEM DIKE Û DILÊ WÎ SER ME DIŞEWITE

Çaxê em zanin ku dilê Xwedê li ser me dişewite, ev yek dikare nava çetinayada alî me bike? Werên em mesela Mariyayê şêwir kin:

“Kurê minî 18 salî nava 2 salada pir zehmet dikişand û diçerçirî ji bo kanserê. Çaxê ew mir, minra çetin bû bijîm, û min tirê wekî ev hemû tişt nerast bû. Ez hêrs diketim çimkî difikirîm wekî çima Yehowa alî kurê min nekir, ku ew qenc bûya!

“Şeş sal şûnda, hevaleke mine civatê bi dilşewatî û hizkirin guh da min, çaxê min dile xwe jêra vekir û gotê, ku Yehowa min hiz nake. Ewê çend siheta guh dida min, û xeberdana min nedibirî. Paşî wê yekê ewê rêzek ji Kitêba Pîroz minra xwend çi ku ez gelek şidandim. Ev rêza ji 1 Yûhennayê 3:19, 20 bû, kîderê usa tê gotinê: “Xwedê ji dilê me mestir e û her tiştî zane”. Ewê minra şirowekir, ku Yehowa haş derd-kulê me heye û bona me xem dike.

“Yeke minra dîsa jî çetin bû, hêrsa xwe daxim! Paşê min xwend Zebûr 94:19, kîjan ku dibêje: ‘Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyêd Te nefsa min şa dikin’. Minra usa hate kifşê tê bêjî ev rêz xût bona min hatine nivîsarê! Hine wede şûnda min karibû dilê xwe Yehowara jî vekim û wîra xeber dim bona xemgîniya xwe, çimkî min zanibû ku ew guh dide min û min fem dike”.

Bi rastî jî em çiqas dilrihet dibin, çaxê zanin ku Xwedê me fem dike û wekî dilê wî li ser me dişewite! Lê wekî usa ne, çima haqas kul-derd û tengasî hene? Dibe ku Xwedê bona kirên meyî nerast, me ceza dike? Gelo Xwedê wê tiştek bike, seva ku hemû kul-derda bide hildanê? Ev pirs wê gotarên dinda bêne şêwirkirinê.