Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Masorêta, bi fesalî bergirtina Nivîsarên Pîroz dikirin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KITÊBA PÎROZ​—HATE XWEYKIRINÊ Û GIHÎŞTE ME

Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê û Nehatiye Guhastinê

Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê û Nehatiye Guhastinê

ÇETINAYÎ: Ne peyketin ne jî rizandinê Kitêba Pîroz kuta nekirin. Hine bergira û tercimana dixwestin elametiya ji Kitêba Pîroz biguhêzin. Carna ewana dixebitîn, seva ku Kitêba Pîroz li gora nihêrandin û hînkirinên xwe biguhêzin. Werên hine mesela şêwir kin:

  • Ciyê hebandinê: Nava qirna çara û dudada B.D.M., nivîskarên Pênc Kitêbên Samerî, * paşî Derketin 20:17, zêde kirin nivîsandina usa: “Di Aargaarîîzêmda. Û li vir tu gerekê gorîgehê ava kî”. Bi vê yekê cimeta Samerî dane kifşê ku yan çi Nivîsarên Pîroz, piştgiriya ciyê hebandina wan ya “Aargaarîîzêm” dike, dêmek Çiyayê Girîzîmê.

  • Hînkirin derheqa sêyekane: 300 sal jî derbaz nebûn paşî temamkirina Kitêba Pîroz, nivîskarê ku xwe li hînkirina sêyekane digirt, di 1 Yûhenna 5:7-da zêde kir giliyên usa: “li ezmên hersêk in: Bav, Xeber û Ruhê Pîroz. Û ewana yek in”. Lê ev gilî di têksta orîjînalda tune. Zandarê Kitêba Pîroz, Brûs Mêtzgêr dibêje: “Destpêbûna qirna şeşada, ev gilî gelek cara di manûskrîptên Latîniya Kevinda hatibûn dîtinê û di [Latînî] Vûlgatêda”.

  • Navê Xwedê: Li ser hîmê hînkirinên Cihûya, gelek tercimanên Kitêba Pîroz safî kirin, ku navê Xwedê ji Nivîsarên Pîroz derxin. Ewana dewsa navê Xwedê, sernavên usa nivîsîn, ça “Xwedê” yan “Xudan”. Li gora şêwirkirinê hate kifşê ku ew gilî di Kitêba Pîrozda tê gotinê ne ku tenê ser Efirandar, lê usa jî ser meriva, li ser pûta û hela hê li ser Mîrê-cina jî (Yûhenna 10:34-35; 1 Korintî 8:5, 6; 2 Korintî 4:4). *

ÇAWA KITÊBA PÎROZ HATE XWEYKIRINÊ: Ya pêşin; Rast e hine bergirên Kitêba Pîroz nefesal bûn û hela hê nehelal jî. Lê gelekên din pir cêribandî û fesal bûn. Nava qirna şeşa û dehada B.D.M., Masorêta Nivîsarên Îbraniya bergirtin û têkst çêkirin, kîjan ku îro eyan e çawa têksta Masorêtî. Wana timê, xeber û herf dijmartin, seva ku bawer bin, wekî ewana bê şaşî derbaz kirine. Çaxê ewana difikirîn ku cîkî têksta orîjînalêda, ya ku wana dida xebatê, şaşî heye, wana kêlekê komêntarî datanîn. Masorêta nedixwestin têksta Kitêba Pîroz xirab kin dêmek biguhêzin. Zandarê Moşê Goşên-Gotstîn nivîsî: “Hergê wana usa bikira, wê bihata hesabê ça şixulê beqanûnî”.

Ya duda; gelek manûskrîptên roja îroyîn alî gelek zandarên Kitêba Pîroz dikin, seva ku şaşiya bivînin. Mesele, serwêrên rêlîgiya nava qirnada hîn dikirin, wekî kitêba wane Latînî xût li ser hîmê orîjînalê bû. Lê di 1 Yûhenna 5:7-da ewana giliyên nerast dane xebatê, derheqa çi jî me jorê xeber da. Ev şaşî hela hê welgerandina Înglîzîda jî ya “Kîng Cêymsda” hebû, qedirê kîjanî ku geleka digirtin! Lê çaxê manûskrîptên din hatibûn dîtinê, çi hate kifşê? Brûs Mêtzgêr nivîsî: “Gotina [ji 1 Yûhenna 5:7] tu manûskrîptên kevinda (ya Sûrya, Koptîk, Ermenî, Etyopî, Erebî, Slovanî) tune bûne, xêncî Latînî”. Lema jî di cûrê tezekirîda ya “Welgerandina Kîng Cêyms” û Kitêbên Pîroze dinda, ev giliyên nerast derxistin.

Çêstêr Bîtî P46, manûskrîpta Kitêba Pîroz ya papîrûsê ya nêzîkî sala 200 D.M.

Gelo manûskrîptên kevin îzbat dikin, ku elametiya ji Kitêba Pîroz hatiye xweykirinê? Çaxê kitêbên gulomatkkirî ya Bera Mirî di sala 1947-da hatibûn dîtinê, îjar zandara dikaribûn têksta Masorêtî ya Îbraniya himberî têksta kitêbên gulomatkkirî bikin, yên ku hezar sal zêdetir pêşiya wê yekê hatibûn nivîsandinê. Endemê koma rêdaktora kitêbên gulomatkkirî ya Bera Mirî, got, wekî kitêbeke gulomatkkirîda “heye îzbatkirinên wê yekê, wekî Cihûyên bergir, ku têksta Kitêba Pîroz nava hezar sala zêdetir dinivîsîn, ewana amin û fesal bûn”.

Di Kitêbxana Dûblînê ya Çêstêr Bîtî, di Îrlandyayêda, gelek papîrûs hene, nava kîjanada heçî zef her kitêbeke Nivîsarên Pîroze Îbraniya, hene. Di vê kitêbxanêda usa jî hene manûskrîptên qirna duda D.M. yên ku tenê weke sed sal paşî temamkirina Kitêba Pîroz hatibûn nivîsandinê. Ferhengeke Kitêba Pîrozda ya bi navê “The Anchor Bible Dictionary” usa tê gotinê: “Rast e di Papîrûsêda gelek elametiyên nû hene, yên ku dêtalên têkstî bûn, lê têksta orîjînalê nehatibû guhastinê”.

“Em dikarin bêşik bêjin, wekî tu kitêbeke dine kevin usa rast û zelal ji têksta orîjînalê nehatiye derbaz kirinê”

ÇI EM PÊHESIYAN: Li gora manûskrîptên kevin nehate îzbatkirinê, wekî têksta Kitêba Pîroz hatiye guhastinê û nerast e. Ev manûskrîpt bi rastî jî eyan kirin rastiya têksta Kitêba Pîroz. Frêdêrîk Kênyon derheqa Nivîsarên Pîroz ya Îbraniya usa nivîsî: “Rastiya tu kitêbên kevin usa bi gelek îzbatkirina nehatibû eyankirinê. Û tu zandarek nikare înkar ke, wekî têksta Kitêba Pîroz ku gihîşte heta rojên me, li gora orîjînalê rast e”. Derheqa Nivîsarên Pîroze Îbranî jî, zandarê Wîlîam Hênrî Grîn usa got: “Em dikarin bê şik bêjin, wekî tu kitêbeke dine kewin usa rast û zelal ji têksta orîjînalê nehatibû derbazkirinê”.

^ abz. 4 Pênc Kitêbên Samerî ev pênc kitêbên pêşin in ya Kitêba Pîroz yên ku tevayî topkirî ne. Ev kitêb aliyê cimeta Samerîda qebûlkirî ye.

^ abz. 6 Seva hê zêde elametî, binihêre “Rêberî Bona Hînbûna Kitêba Pîroz”, rûpêla 1-11. Usa jî dikarî bivînî li ser www.mr1310.com