Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelek ferz e pêşda û vekirî tevî merivê xwe xeber din

Çaxê Merivê Meye Nêzik, Giran Nexweş e

Çaxê Merivê Meye Nêzik, Giran Nexweş e

DORÊN gelek ber xwe ket çaxê pêhesiya, ku mêrê vê Wêslî, yê ku 54 salî bû giran nexweş e. Doxdira, mejiyê wîda girê dîtin. * Ewana gotin ku jîyîna wî ancax çend meha wê bikişîne. Dorên dibêje: “Min guhê xwe bawer nekir. Çend heftiya ez nikarbûm bihatama ser hişê xwe. Min fem nedikir, çima ev yek gerekê hema bihata serê me. Ez qe hazir nîbûm”.

Yazix, lê çi ku hatiye serê Dorî tişteke tebyetî ye. Çimkî em ji nexweşiyên giran xweyîkirî nînin û nejî dikarin têderxin çi çax emê nexweşkevin. Xêncî wê yekê hêjayî pesna ne ew meriv, yên ku hazir in miqatî merivên xwe bin kîjan ku giran nexweş in. Û femdarî ye, wekî ev tiştekî hêsa nîne. Lê çi neferên malê gerekê bikin, seva ku berdiliyê bidine nexweşa û miqatî wan bin? Çawa ewên ku miqatî merivên xwe dibin, dikarin êmosiyên xwe bigirin? Em gerekê hîviya çi bin, çaxê mirin nêzîk dibe? Pêşiyê werên em şêwir kin ku çima dikare îro zef çetin be miqatî wan bin, yên ku bi nexweşiya giran nexweş in.

MÊDÎSÎNA YA MODÊRN

Îro mêdîsîna dixebite seva ku nexweşiyên giran bide sekinandinê û emirê meriya hevekî dirêj ke. Gelek qirne pêşda hela hê dewletên pêşdaçûyîda jî, emirê meriya kin bû. Meriv zû dimiriyan ji nexweşiyên mirdar û qeziya. Meriv nikaribûn biçûna nexweşxanê, çimkî ev yek sînorkirî bû. Lema jî neferên malê malda miqatî nexweşa dibûn, yên ku malda jî dimiriyan.

Îro mêdîsîna dikare çarekê bike, seva ku nexweşiyên giran bi cûrekî bidine sekinandinê, ku jîyîna meriya dirêj be. Hergê berê ji bo nexweşiyên giran meriv zû dimiriyan, îro mêdîsîna dikare ser gelek sala emir dirêj ke. Rast e jîyîna me dirêj dibe, lê meriv bi temamî qenc nabe. Gelek ji wan meriya usa sist dibin, ku qewata wan jî nagîhîjê miqatî xwe bin. Lê wan meriyara yên ku gerekê miqatî wan nexwaşa bin, daha çetin dibe.

PÊŞDA XWE HAZIR KE

Anegorî Dorî, îro jî heçî zef ji meriya gelek dilşkestî dibin, çaxê pêdihesin ku merivê wane nêzîk giran nexweş e. Wî çaxî gava tu gelek xemgîn î, bin tirsêda nî, û derdê xwe dikişînî, çi dikare alî te bike pêşda xwe hazir kî? Xizmetkarekî Xwedêyî amin, duayên xweda got: “Me usa hîn ke em rojêd xwe bijmirin, wekî em dilekî serwaxt dest bînin” (Zebûr 90:12). Belê, bi dil û can Yehowara dua bikin, seva ku me hîn ke bi bîlanî “rojêd xwe bijmirin”, dêmek bikaribin daha baş, rojên paşin tevî merivên nêzîk derbaz kin.

Gerekê pêşda xwe hazir kin. Hergê qewata merivê teyî nêzîk digihîjê ku xeber de û ew hazir e derheqa nexweşiya xwe şêwir ke, wê aqilayî be ji wî bipirsin ku kî wê dewsa wî safîkirina bike, çaxê ew îda qudûm bikeve. Neferên malê gerekê vekirî xeber din tevî merivên xweye nexweş derheqa wê yekê, ku çawa ewana wê berdewam kin aliyê mêdîsinayêda alîkariyê bidinê û çi protsêdûra derbaz kin. Çimkî paşê qewata wan wê îda negihîjê safîkirina bikin. Ev yek wê alî neferên malê bike, ku xemên xwe hevekî sivik kin û ji hestên xwesûcdarkirinê dûr bin. Çaxê tu pêşda derheqa vê yekê tevî merivê xwe vekirî xeber dî û şêwir kî, ewê alî te bike, ku heçî zef dîna xwe bidî wê yekê, ku miqatî wî bî. Kitêba Pîroz dibêje: “Bê şîret merem û tivdîr betal dibin” (Metelok 15:22).

ÇAWA ALÎKARIYÊ BIDIN

Cabdariya lape mezin ya wan meriva yên ku miqatî nexweşa dibin ew e, wekî berdiliyê bidine nexweşa. Wî merivî ku ber mirinê ye, gerekê bidine bawerkirinê wekî wî hiz dikin û wekî ew tenê nîne. Çawa evê yekê bikin? Wîra tiştekî bixûne yan bistirê, û seva vê yekê bijbêre edebyetên usa û kilamên usa, yên ku wê dilbîniyê bide merivê nexweş û halê wî xweş ke. Gelek merivên nexweş rihet dibin, çaxê neferên malê destê wan digirin û bi nermî wanara xeber didin.

Wê baş be, timê dîna xwe bidinê hela çi cûreyî meriv tên bal yên nexweş. Hesabekîda usa hatibû gotinê: “Bihîstin, hestekî usa ne, çi ku meriv lap xilaziyê unda dike. Dibe ku usa bê kifşê ku meriv xewra çûye, lema jî ber wî merivî nebêjin tiştên usa, çi ku teyê nexwesta xût wîra bêjî”.

Hergê dibe, tevayî dua bikin. Kitêba Pîroz gilî dike derheqa qewimandinekê, çaxê Pawlosê şandî û heval-hogirên wî ketin bin barekî giran, usa ku ewana hêviya xwe ji jîyînê îda birîn. Ewana kîjan alîkarî digeriyan? Pawlos hevalên xwera got, ku seva wan dua bikin (2 Korintî 1:8-11). Duayên bi dil û can wedê diltengiyê û nexweşiyên giran, gelek qîmet in.

BI RÊALÎ BINIHÊRE

Îda fikira wê yekê ku merivê me ber mirinê ye, gelek dilteng dike. Çi jî hebe, mirin tiştekî ecêb e seva me. Em usa nehatine efirandinê, ku mirinê ça pareke ji jîyîna xwe qebûl kin (Romayî 5:12). Xebera Xwedê li ser mirinê dibêje “dijmin” (1 Korintî 15:26). Lema jî çaxê em nafikirin derheqa mirina merivê xweye nêzîk û nehazir in, ev tiştekî tebyetî ye.

Xêncî wê yekê, çaxê neferên malê bi rêalî li ser derecê dinihêrin û fem dikin ku çi dikare biqewime, ev yek dikare alî wan bike tirsa xwe kêm kin. Usa ewana wê bikaribin pêda dîna xwe bidine wê yekê, ku berdiliya lazim bidine merivê nexweş. Ew ku çi dikare biqewime ber mirinê, tê gotinê di vê çargoşêda “ Heftiyên Paşine Jîyînê”. Hemikî ne hemû meriv yên ku ber mirinê ne, xwe usa texmîn dikin çawa ku di vê çargoşêda tê gotinê. Çimkî gelek ji nexweşa yên ku îda ber mirinê bûn, tenê hinek ji wan guhastin li ser xwe texmîn kirine.

Paşî mirina merivê nêzîk, wê aqilayî be xeber din tevî hevalê xweyî nêzîk, yê ku pêşda hazir bû alîkariyê bide me. Dibe ku wê lazim be, wekî neferên malê jî bidine bawerkirinê, ku merivê wane mirî îda naçerçire. Efirandarê însanetê jî bi hizkirin me dide bawerkirinê: “Mirî . . . tiştekî nizanin” (Waîz 9:5).

ALÎKARÇIYÊ BI ÎTBAR

Em gerekê hîn bin alîkariya meriya înkar nekin

Gelek ferz e îtbariya xwe Xwedê bînin, ne ku tenê wî çaxî gava merivê me giran nexweş e, lê usa jî çaxê em dilteng dibin paşî mirina merivê xwe. Xwedê dikare alî te bike bi gilî û kirên merivên din. Dorên dibêje: “Ez hîn bûm înkar nekim alîkariya meriya. Ew alîkariya ku me stand, me qewî kir. Min mêrê xweva usa xwe texmîn dikir, ku tê bêjî Yehowa xwexa mera digot: ‘Ez tevî te me, ku vê derecêda alî te bikim’. Ez evê yekê tu car bîr nakim”.

Belê, Yehowa Xwedê Alîkarçiyê bi îtbar e. Ew Sazkarê me ye, û ew fem dike êş û derdê me. Ew dikare û dixwaze alîkariya lazim û hêlanê bide me, seva ku em bikaribin çetnayên xweda teyax kin. Lê hê baş ew e, ku ewî soz daye wekî zûtirekê wê mirinê bide hildanê û bi milyona meriva yên ku bîra wîda nin, wê rake (Yûhenna 5:28, 29; Eyantî 21:3, 4). Hingê emê wek Pawlosê şandî bikaribin bêjin: “Mirin, kanê qîlê jera te? Mirin, kanê serketina te” (1 Korintî 15:55).

^ abz. 2 Nav hatine guhastinê.