Derbazî serecemê

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ

Çawa Wedê Xwe bi Bîlanî Xerc kin?

Çawa Wedê Xwe bi Bîlanî Xerc kin?

“Xwezil hê zêde wedê min hebûya!” Dibeke gelek car we usa gotiye. Bi rastî wede firqiyê nake orta meriva, çimkî ça cem dewletiya usa jî cem kesîba wede wek hev heye. Xêncî vê yekê, ne dewletî ne jî kesîb nikarin xwera wede top kin. Wede nikarî paşda vegerînî. Lê çawa hîn bin bi bîlanî wedê xwe xerc kin? Wira çar şîret hatine dayînê, yên ku îda alî gelek meriva kirine.

Şîreta 1: Bi Organîze be

Tiştên ferz dayne ser ciyê pêşin. Kitêba Pîroz şîretê dide ku “kîjan here qenc e”, em wê bijbêrin (Fîlîpî 1:10). Xwera derheqa tiştê herî ferz û lez binivîse. Lê bîr neke ku şixulên ferz, besa xeberê xwarinê bikirî, timê tiştê herî lez nîne. Û çi ku dibeke tu difikirî ku lez e, mesele programeke xweye hizkirî têlêvîsyonêda binihêrî, nayê hesabê tiştê ferz. *

Pêşda bifikire. Waîz 10:10-da tê gotinê: “Heger hesin ko be û devê wê neyê tûj kirin, divê hîn jî zêdetir qewatê lê serf bikin; lê belê bona serfiraziya karekî zanyar qenc e”. Tu çi dersê dikarî ji vê rêzê hîn bî? “Hesinê xwe” ça bêjî bi vê yekê tûj ke, ku pêşda bifikire çi şixulên te hene, wekî bikaribî wedê xwe rast xerc kî. Şixulên neferz ku wede û qewatê ji te distînin, paş xe yan jî neke. Heger te şixulekî xwe zû aniye sêrî û wedê te maye, wê baş be ku van şixulê xwe bikî çi ku te safî kiriye paşê bikî. Çaxê tu pêşda bifikirî ku çi bikî, tuyê her şixulê xwe diha rind bînî sêrî û mîna wî merivî bî, yê ku pêşda hesinê xwe tûj dike.

Xwe bargiran neke. Hîn be bona tiştên neferz kîjan ku wê wede ji te bistînin, bêjî “na”. Gelek şixul û çûyîn-hatina neferz, dikarin te bikine strêsê û şabûnê ji te bistînin.

Şîreta 2: Xwe ji Wan Tişta Dûr Bigire, yên ku Wedê Te Didizin

Paşxistina şixula û dudilîbûn. “Yê çevdêriyê bayê dike, naçîne û yê ku ewira binihêre, çinandinê nake” (Waîz 11:4). Tu çi dersê dikarî ji vê rêzê hîn bî? Paşxistina şixula hin wede hin jî qewatê ji te didize. Heger toximreş hîviya hewa û halê baş be, wê tu car tiştekî neçîne û ne jî biçine. Emir usa ye ku em nizanin sibê wê çi biqewime, û rûyê vê yekêda em dikarin xwe ji safîkirinên ferz paş xin. Yan jî dibeke em bifikirin ku heta em hûr bi hûr înformasiya nestînin, nelazim e safîkirinekê bikin. Bêşik, pêşiya ku em safîkirineke ferz bikin, gerekê em kûr bifikirin. Metelok 14:15-da em dixûnin: “Yê aqil dîna xwe dide gavêd xwe”. Bi rastî gelek car pêşiya ku em safîkirinekê bikin, em nizanin axiriya vê safîkirinê wê çi be (Waîz 11:6).

Maksîmalîzm. Aqûb 3:17-da tê gotinê: “Serwaxtiya jorin, [dêmek ji Xwedê] . . . berbihêr e”. Baş e ku em nêta didine pêşiya xwe. Lê çaxê em gelekî ji xwe dewa dikin û dixwazin ku qisûra şixulê me tune be, dîsa jî dixwazin-naxwazin emê şaşiya bikin û ev yek dikare me dilteng ke. Mesele, merivê ku zimanekî teze hîn dibe zane ku wê şaşiya jî berde û bi saya van ewê ser xwe dixebite ku rind hîn be. Lê merivê maksîmalîst hela hê ji fikira derheqa vê yekê jî ku wê şaşiya bike, îda ditirse. Ev yek riya gelek meriva digire ku pêşda herin. Diha baş e meriv berbihêr û milûk be! Metelok 11:2-da tê gotinê ku “serwaxtî tevî şkestîya ye”. Xêncî vê yekê merivê milûk derheqa xwe gelekî nafikire û dikare ser xwe bikene jî.

“Bi rastî em wedê xwe ser tişta xerc dikin, ne ku perê xwe” (What to Do Between Birth and Death).

Şîreta 3: Her Tiştî Rast Bipîve û Rêalîst be

Gelekî pey xebatê û hêsabûnê nekeve. “Bi aramiyê tijîbûna lepekî, ji duh lepên tijî yên ku bi kedê û ji xebata ku ji bo girtina bayê qenctir e” (Waîz 4:6). Gelek car merivên ku hêsabûnê nadine xwe, xelata xwe unda dikin. Çimkî wedê wan namîne ku keda destê xwe bixwin. Lê yên tembel naxwazin xwe bidine cefê û badîhewa wedê xwe xerc dikin. Kitêba Pîroz me hêlan dike serwaxt bin, bixebitin û ji keda xwe şabûnê bistînin, çimkî ev şabûn jî “dayîna Xwedê ye” (Waîz 5:19).

Xewa xwe bistîne. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ez rihet pal didim û radizêm” (Zebûr 4:8). Bona merivên mezin weke heyşt sihet lazim e razê wekî ji aliyê fîzîkî û êmosiyalîda qewatê bistîne. Gerekê meriv xewa xwe bistîne, çimkî xew alî dike bîranîna xwe unda nekî û zênê xwey kî, usa jî xew alî hiş dike ku rast bixebite. Lê çaxê meriv xewa xwe nastîne ew nikare rast bifikire, ew zû hêrs dikeve, şaşiya dike û dikeve qeziya.

Nêtên rêalî bide pêşiya xwe. “Dîtina çeva, ji kişandina xwesteka can qenctir e” (Waîz 6:9). Ev yek çi tê hesabê? Merivê serwaxt îzin nade, wekî xwestekên wî ser wî hukum kin, îlahî gava nerêalî ye van xwesteka bînin sêrî. Lema jî ew nakeve ber bayê rêklamê û krêdîta hilnade. Ew meriv razî ye ji her tiştên ku cem wî hene, dêmek çi ku dikare bi rastî dest xe.

Şîreta 4: Bira Tiştên Qîmet Rêberiya Te Bikin

Bifikire ku çi bona te qîmet e. Tiştên herî qîmet dikarin alî te bikin ku têderxî, wekî bi rastî çi baş e, ferz e û kêrhatî ye. Heger jîyîn beramberî tîrê kin, dikarin bêjin ku tiştên ku bona te qîmet in wê rêberiya jîyîna te bikin. Lema jî tiştên herî qîmet wê alî te bikin ku rast tişta safî kî, dêmek tuyê bizanibî ku her roj û her sihet ça wedê xwe rast xerc kî. Lê em ji ku dikarin van tiştên herî qîmet destxin? Gelek meriv van tişta ji Kitêba Pîroz distînin, çimkî hesab dikin ku ev kaniya bîlaniyê ye (Metelok 2:6, 7).

Bira ya herî ferz jîyîna weda hizkirin be. Ser hîmê Kolosî 3:14 hizkirin “hemûya bi yektiya tam hevva girêdide”. Em bê hizkirinê nikarin bi rastî bextewar bin, îlahî malbetêda. Ew merivên ku vê yekê pişt guhê xweva davêjin û pey hebûkê dikevin, axiriyêda şabûn û bextewariya xwe unda dikin. Lema jî Kitêba Pîroz gelek car besa hizkirinê dike (1 Korintî 13:1-3; 1 Yûhenna 4:8).

Wede bona tiştên ruhanî veqetîne. Malbeta merivekî bi navê Cêf gelek baş bû. Ew xweyê jin û du zara bû. Usa jî gelek hevalên wîye baş hebûn û ew ça berdestiyê hekîm dixebitî. Xebata wî vê yekêva girêdayî bû ku ewî bi çevê xwe didît ku çawa meriv diçerçirin û dimirin. Ew difikirî: “Gelo bi rastî jîyîn gerekê bi vî cûreyî bûya?” Carekê edebyetên Şedên Yehowa ketine destê wî û gava ewî ev edebyet xwendin, ewî caba gelek pirsên xwe standin.

Cêf derheqa vê yekê jin û zarên xwera jî gilî kir, û mizgîna Kitêba Pîroz wana jî xweş hat. Ev malbet riya rastiyê dît û wana destpêkir wedê xwe rast xerc kin. Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz wana hêviya jîyîna heta hetayê standin û niha îda ji gelek hînkirinên pûç û kul-derda aza bûne (Eyantî 21:3, 4).

Serhatiya Cêf tîne bîra me xeberên Îsa Mesîh: “Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî” (Metta 5:3, DT). Lê hûn hazir in wede bona tiştên ruhanî veqetînin? Tenê bi vî cûreyî hûnê bîlaniyê qazanc kin, ya ku wê alî we bike wekî hela hê rojekê jî badîhewa xerc nekin.

^ Binihêre gotar bi navê “20 Mêtod ku Ça Wede Xwera Bivînin”, ji jûrnala “Hişyar Bin!”, Nîsan 2010.