Derbazî serecemê

NIHÊRANDINA KITÊBA PÎROZ

Xumarbazî

Xumarbazî

Hine meriv difikirin, wekî xumarbaziyêda tiştekî xirab tune, lê yên din difikirin, wekî ew lîstikeke xof e.

Gelo xumarbazî bi rastî xirab e?

MERIV ÇI DIBÊJIN?

Gelek meriv xumarbaziyêda tiştekî xirab navînin, îlahî hergê qanûn îzinê dide. Hine cûre xumarbazî bi qanûnî ne, mesele latarêya. Perên ku ji wan latarêya têne qazanckirinê, dewlet bona kara cimetê dide xebatê.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?

Kitêba Pîrozda derheqa xumarbaziyê raste-rast tiştekî nayê gotinê. Lê hene prînsîp, yên ku nihêrandina Xwedê derheqa xumarbaziyê didine kifşê.

Nêta wan lîstika ew e, ku pera qazanc kî bi saya vê yekê, gava kesek dide der. Ew yek miqabilî temiya ji Kitêba Pîroz e, kîjan ku dibêje wekî ji hemû cûre “timayê” xwe dûr bigirin (Lûqa 12:15). Bi rastî hema timayî meriya hêlan dike, wekî xumarbaziyêva mijûl bin. Meriv usa dixwazin dewletî bin, ku perên qalim datînin ser wan lîstika. Ciyê lîstika pê cêkpotên mezin, dîna meriya dikişînin berbi xwe. Lê bi rastî ewana merivara navêjin ku mecalên wan gelek hindik in, seva ku pera qazanc kin.

Xwestina her lîstikvanekî ew e, wekî wan pera qazanc kin, kîjan ku merivên din unda dikin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (1 Korintî 10:24). Û temîk ji dehe temiya usa dibêje: “Dilhavijîya . . . tiştê tu kesî” nekî (Derketin 20:17). Çaxê meriv dixwaze perê qalim qazanc ke, ew ça bêjî dixwaze wekî kesek perê xwe unda ke.

Xêncî wê yekê, Kitêba Pîroz dibêje, wekî xof e bawer bikin ku bext ew qewata jorin e, kîjan ku risq tîne. Wedê berê baweriya hine Îsraêliya sist bû û wana destpêkir ça bêjî “sifirê Xwedayê Bextra vekin”. Lê gelo Xwedê evê yekê qebûl dikir? Na. Ewî gote wan: “We ya di çevê minda xirab e kir û ya ku bi dilê min ne xweş e hilbijart” (Îşaya 65:11, 12, ÎM).

Hine welatada perên ku ji xumarbaziyê qazanc dikin, didine xebatê bona pêşdaçûyîna hînbûnê, êkonomîkayê û tiştên din. Rast e ew pere bona tiştên baş têne xebitandinê, lê ew nayê hesabê ku qazanckirina wan pera bi wî cûreyî, ew tişteke baş e, çimkî xumarbazî meriya berbi timayê û xwehiziyê hêlan dike.

“Dilhavijîya . . . tiştê tu kesî” nekî (Derketin 20:17).

Xumarbazî çi axirî pey xwe tîne?

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE

Kitêba Pîroz dibêje: “Lê ewên ku dixwazin dewletî bin, têne cêribandinê, dikevine teleka û gelek temên axmax û ziyankar, kîjan mêriv nuqî mîratiyê û wêranbûnê dikin” (1 Tîmotêyo 6:9). Hîmê xumarbaziyê timayî ye û ev hunureke usa xirab e, ku Kitêba Pîrozda ew tevî wan şixula tê nivîsarê, kîjan ku Xwedê sûcdar dike (Efesî 5:3).

Merivên ku xumarbaziyê dilîzin, difikirin ku ewana hêsa dikarin dewletî bin, lê ev yek hizkirina meriva hindava perada pêşda tîne. Û Kitêba Pîroz dibêje: “Perehizî kanîke her cûre xirabiyê ye”. Perehizî dikare hêsa meriva zeftî xwe ke û meriv dikare him rihetiya dil unda ke, him jî baweriya wî hindava Xwedê wê sist be. Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî merivên perehiz “xwe kirine xweyê kul û derda” (1 Tîmotêyo 6:10).

Çaxê timayî koka xwe dilê merivada berdide, meriv îda emirê xwera neqayîl e û him jî şabûna xwe unda dike. Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Kesê ku ji pera hiz dike, ji pera têr nabe”, û yê ku dewlemendtî hiz dike, ew jî têr nabe (Waîz 5:10, ÎM).

Gelek meriv hînî xumarbaziyê bûne û ewana ketine telika wê. Lîstikên xumarbaziyê bûne problêmeke mezin. Mesele, li gora hesabekê, Dewletên Yekbûyîda bi mîlyona meriv xumarbaziyêva hatine girêdanê û nikarin terka vê yekê bidin.

Kitêba Pîroz dibêje: “Ew milkê ku pêşda bi lezo-bez hatîye destxistin, wê axirîyêda duayê lê wê neyê kirin” (Metelok 20:21). Ji bo van lîstika meriv dikevine deyna, û bin dikevin, gelek ji wana xebatê unda dikin, hevala û neferên xwe jî. Lê hergê meriv prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê, wê xwe ji wan tiştên xirab dûr bigirin, kîjan ku ji bo xumarbaziyê pêşda tên.

“Lê ewên ku dixwazin dewletî bin, têne cêribandinê, dikevine teleka û gelek temên axmax û ziyankar, kîjan mêriv nuqî mîratiyê û wêranbûnê dikin” (1 Tîmotêyo 6:9).