Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Jîyîna Malbetê û Hevaltî

Jîyîna Malbetê û Hevaltî

Gelek merivara çetin e heleqetiya baş xwey kin tevî malbet û hevalên xwe. Werên em şêwir kin hine prînsîpên Kitêba Pîroz, kîjan ku dikarin heleqetiya te tevî meriya diha baş kin.

XWEHIZ NÎBE

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:4).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Emê bikaribin heleqetiya baş tevî meriya çêkin, hergê dîna xwe bidine vê yekê, ku em çi dikarin seva wan bikin, ne ku çi ewana dikarin bona me bikin. Hergê vê yekêda tu xwehiziyê didî kifşê, usa tu heleqetiya xwe tevî meriya xirab dikî. Mesele, hergê hevalzewac tenê seva xwestinên xwe difikire, ew wê hindava hevalzewacê xwe neamin be. Xêncî wê yekê, tu kes naxwaze hevaltiyê bike tevî merivê ku timê payê xwe dide, yan xwe usa dide kifşê, ku tenê ew hemû tiştî zane. Kitêbekêda “The Road to Character”, hatibû gotinê: “Merivên ku tenê derheqa xwe difikirin, wê rastî gelek problêma bên”.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ:

  • Alî meriya bike. Hevalên baş îtbariya xwe hev tînin û timê hazir in alî hevdu bikin. Li gora hine lêkolîna hatiye kifşê, wekî ewê ku alî meriva dike, nakeve dêprêsiyayê û xwe baş texmîn dike.

  • Dilşewat be. Dilşewatî ew e, gava tu êşa merivê din li ser xwe texmîn dikî. Hergê tu dilşewat î, tu xwe dûr digirî ji wan giliya, kîjan ku dikarin dilê meriya bêşînin.

    Çaxê tu dilşewatiyê didî kifşê, tu bi sebir î hindava meriya. Ev yek wê alî te bike, ku firqiyê nekî orta meriva û hevaltiyê tevî hemû cûre mileta bikî.

  • Wede weqetîne. Çiqas hê zêde tu tevî meriya wede derbaz dikî, haqas hê rind tu wana nas dikî. Seva ku hevalên baş xwera bivînî, tu gerekê tevî wan derheqa wan tişta xeber dî, çi ku wana xweş tên û seva çi jî ewana xemgîn in. Guhdarvanekî baş be. Bide kifşê wekî tu bona xemên hevalên xwe berxwedikevî. Li gora lêkolînekê hate kifşê, wekî “xeberdana kêrhatî dikare meriya gelek bextewar ke”.

BI BÎLANÎ HEVALA BIJBÊRE

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike” (1 Korintî 15:33).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Ew meriv, tevî kîjana tu wede derbaz dikî, dikarin yan baş yan jî xirab ser te hukum bin. Zandar dibêjin, wekî hevalên meriva dikarin hemû aliyava, ser wan hukum bin. Mesele, ewana dibêjin, ku hergê bende wedê xwe derbaz ke tevî merivên ku cixarê dikişînin, yan tevî ewên ku dixwazin ji hev biqetin, ji bo vê yekê ewê bikeve ber bayê wan û destpêke usa bike ça ewana.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ: Tevî wan meriya hevaltiyê bike, xeysetên kîjana ku te xweş tên û tu dixwazî çev bidî wan. Wê baş be hevaltiyê bikî tevî wan benda, kîjan ku merîfet in, qedirê meriva digirin, merd û mêvanhiz in.

PRÎNSÎPÊN DIN JI KITÊBA PÎROZ

Binihêre vîdêoyên ku li ser hîmê Kitêba Pîroz in, yên ku dikarin alî cotên zewicî bikin, usa jî alî cahila û zara, wekî ewana malbeta xweda bextewar bin

XWE DÛR BIGIRE JI XEBERDANA USA, KU DILÊ MERIVA DÊŞÎNE.

“Hinek bi xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin” (METELOK 12:18).

MERD BE.

“Nandarê sihet û qewat be” (METELOK 11:25).

TEVÎ MERIYA USA BE, ÇAWA DIXWAZÎ KU TEVÎ TE JÎ USA BIN.

“Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin” (METTA 7:12).