Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hizkirinê Bide Kifşê

Hizkirinê Bide Kifşê

Problêm

Hêsa nîne derbêra hestên nefretkirinê ji dilê xwe derxî. Çawa ku wede û qewat lazim e seva ku nexweşiyê qenc kî, usa jî wede û qewat lazim e, wekî nefretiyê ji dilê xwe derxî. Tu çi dikarî bikî, seva ku nefretiyê ji dilê xwe derxî?

Prînsîpa Kitêba Pîroz

“Hizkirinê li xwe kin, ya ku van hemûya bi yektiya tam hevva girêdide” (KOLOSÎ 3:14).

Ev gilî çi têne hesabê? Çaxê em merivara qenciyê dikin, ev yek edilayê tîne. Çiqas hizkirinê zêde dikî, haqas nefretî kêm dibe. Ev hizkirin wê alî te bike hestên nerast hindava merivada ji dilê xwe derxî.

Çi Dikarî Bikî

Bifikire tu çawa dikarî hizkirinê bidî kifşê hindava wan merivada, yên ku te xweş nayên. Eseyî nîne vê yekê bi kirên mezin bikî. Bixebite ku hine ji van şîreta bidî xebatê:

Her kirên teyî biçûk jî ku hizkirinê didine kifşê, wê te ji nefretiyê dûr xin

  • Merîfet û bi qedir be tevî merivên xerîb. Mesele, çaxê ewana dertên yan dikevine hindur, derî pêşiya wan veke, yan jî transportêda cî bide wan.

  • Tevî wan bikeve xeberdana kin, hergê jî ewana ser zimanê te rind xeber nadin.

  • Bi sebir be gava fem nakî çima ewana xwe tebiyetî nadine kifşê.

  • Dilşewat be, gava ewana derheqa problêmên xwe gilî dikin.