Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

RIYA KU DIBE BERBI BEXTEWARIYÊ

Razîbûn û Merdanî

Razîbûn û Merdanî

ÇIQAS CAR TE BIHÎSTIBÛ, KU BEXTEWARÎ Û SERFIRAZÎ, HEBÛK Û PERAVA GIRÊDAYÎ YE? Ev nihêrandin li ser meriya hukum dike û bi mîlyona meriv gelek siheta dixebitin, ku pera çêkin. Lê gelo bi rastî pera û hebûk dikarin bextewariyê bînin, ku wê dirêj bikşîne? Meriv çi şîret didin?

Li gora jûrnala “Journal of Happiness Studies” hergê em gelek pera qazanç dikin, ji bo vê yekê em daha bextewar nebin û xwe baş texmîn nekin. Bi xwe, pera problêm nînin. Lê di jûrnala “Monitor on Psychology” tê gotinê, wekî “peyketin pey [perava] bêbextiyêva girêdayî ye”. Ev gilî anegorî şîreta ji Kitêba Pîroz e, yê ku weke du hezar sal pêşda hatibû dayînê. “Çimkî perehizî kanîke her cûre xirabiyê ye. Hineka xwe dane wê, . . . û xwe kirine xweyê kul û derda (1 Tîmotêyo 6:9, 10). Çi dikeve nava wan kul-derda?

XEMGÎNÎ, Û UNDAKIRINA XEWÊ, SEVA KU HEBÛKA XWE BIPARÊZIN. “Dixwazî bila hindikekî bixwe an jî pirr bixwe, xewa zilamê xebatkar şêrîn e: lê belê têrbûna dewlemend, wî nahêle ku here û rakeve” (Waîz 5:12).

DILTENGIYA WÊ YEKÊ, KU BEXTEWARIYA HIZRETKIRÎ, NEHATE CÎH. Bi rastî usa diqewime, çimkî meriv hizret in hê zêde pera çêkin, û ev xwestina xwe nikarin têr kin. “Yê ku ji zîv hez dike têrî zîv û yê ku ji zêdeyiyê hez dike têrî zad nabe; ev jî vala ye!” (Waîz 5:10). Heyneser, çaxê meriv hizret e hê zêde pera çêke, ji bo wê yekê ew îda nikare dîna xwe bide tiştên daha ferz, yê ku bextewariyê pêşda tînin. Mesele ew unda dike ew wedê qîmet, çi ku dikaribû tevî malbeta xwe û hevala derbaz kira, yan jî şixulên ruhanîva mijûl bûya.

BERXWEKETIN ÇAXÊ PERA QÎMETA XWE UNDA DIKIN. “Nekeve demana dewletîbûnê, ji wê fikira xwe paşda bisekine. Çevê teyê li ser wî tiştê pûç be, lê ewê xwera baska çêke û mîna teyra bifire ezmên” (Metelok 23:4, 5).

XEYSETÊN KU ME BEXTEWAR DIKIN

RAZÎBÛN. “Me tu tişt neaniye dinê û emê nikaribin tu tiştî jî bibin. Lê kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin” (1 Tîmotêyo 6:7, 8). Merivên ku razîne bi tiştên kîjan ku cem wana hene, kote-kot nakin û nihêrandina wan alî wan dike çevnebariyê jî nekin. Ew meriv naxwazin gelek tiştên matêrîalî qazanç kin, û bi wê yekê ewana xwe ji xemgîniya nelazim û strêsê, xwey dikin.

MERDANÎ. “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Merivên merd bextewar in, çimkî ewana yên dinêna bextewar dikin, hela hingê jî gava ewana dikarin tenê hine wede û qewata xwe tesmîlî wan kin. Ewana dewsê distînin ew, çi ku nikarin bi pera bikirin yan qazanç kin, mesele hizkirin, qedirgirtin, û hevalên rast kîjan ku bi merdanî, caba merdaniya wan didin (Lûqa 6:38).

MERIYA PÊŞIYA TIŞTA DATÎNIN. “Qenc e xwarina pincarê bi hizkirinê, ne ku gayê dermalîkirî bi kîn-box” (Metelok 15:17). Nêta wan rêza çida ne? Çaxê em bi hizkirin heleqetiya baş tevî meriya çêdikin, ev bi rastî jî ji tiştên matêrîalî û hebûkê qîmettir e. Û hizkirin, çawa em paşê bivînin, gelek ferz e bona bextewariyê.

Sabîna, kulfeta ji Afrîkaya Başûrê, qîmeta prînsîpên Kitêba Pîroz dît. Mêrê Sabînayê ew hîşt, lema jî ew giran dixebitî ku bikaribe xwe û du qîzên xwe, xwey ke. Ew du ciya dixebitî û her roj siheta çara berbangê radibû. Rast e grafîka wê pir zehmet bû, lê ew yeke safî kir Kitêba Pîroz hîn be. Çi kar ew stand?

Aliyê aboriyêda halê wê nehatibû guhastinê. Lê nihêrandina wê ser jîyînê daha baş bû! Bese xeberê, ewê bextewariya usa qazanç kiribû, çi ku pêşda tê, çaxê meriv hewcên xweye ruhanî tije dike (Metta 5:3). Ewê nava bawermendada hevalên rast xwera dît. Û ew li ser xwe texmîn kiribû bextewariya ku ji dayînê tê, çimkî Sabîna meriyara gilî dikir ew tiştên ku ji Kitêba Pîroz pêhesiya bû.

Kitêba Pîroz dibêje: “Lê serwaxtî bi emelêd xwe kifş dibe, ku ew rast e” (Metta 11:19). Lema jî em dikarin bêjin, wekî razîbûn, merdanî, û çaxê meriya pêşiya hebûkê datînin, ev tiştên kêrhatîne ne, çi ku nava zemanada hatibû îzbatkirinê!