Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DINYA HALEKÎ GIRANDA NE

2 | Pere û Hebûnê Xwey kin

2 | Pere û Hebûnê Xwey kin

ÇIMA EV YEK FERZ E

Gelek meriv her roj zef zemetê divînin, seva ku wan tişta qazanc kin, çida ewana hewce ne. Lê yazix, ji bo problêmên dinyayê, ev yek diha çetin dibe. Çira?

  • Wan ciyada kîderê ku şer-dew û qezî diqewimin, her tişt diha biha dibe, mesele xwarin û xercên dewletê.

  • Ji bo krîzîsê meriv xebata xwe unda dikin yan jî heqê xebatê kêm dibe.

  • Qezî dikarin ziyanê bidine xebat, mal û hebûna meriva, ji bo çi jî ewana kesîb dibin.

Tu Çi Gerekê Bizanibî

  • Tu perê xwe çiqas hê rast xerc kî, haqas hê baş tuyê bikaribî krîzîsêda ebûra xwe bikî.

  • Bîr neke wekî qîmetê pera û hebûnê dikare unda be.

  • Hene tiştên usa jî, kîjana ku tu nikarî pê pera bikirî, mesele bextewarî û yektiya malbetê.

Tu Çi Dikarî Nihada Bikî

Kitêba Pîroz dibêje: “Lê kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin” (1 Tîmotêyo 6:8).

“Razî bin” tê hesabê gelek tişta nexwazin û şa bin, wekî tiştên ku mera lazim in, cem me hene. Ev yek îlahî wî çaxî ferz e, gava perê me hindik e.

Seva ku bi tiştên cem me hene, razî bin, em gerekê hîn bin pera hindik xerc kin. Hergê em timê pey tiştên usa dikevin, bona kîjana mecala me tune bikirin, emê halê xwe diha çetin kin.