Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Şuxulkarî ev çaxê hûn tevayî li gora reberîk diçin, wek ajovanê teyarê û alîkarçiyê wî

Bona Cotên Zewicî

2: Şixulkarî

2: Şixulkarî

EW ÇI TÊ HESABÊ

Anegorî wê yekê ça teyarvan û alîkarçiyê wî li gora rêberiyê dajon û şixulkariyê dikin, mêr û jin jî gerekê tevî hev şixulkariyê bikin. Her kes ji wana dibêje “em”, ne ku “ez”, hela hê jî çaxê çetinayî pêşda tên.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in” (Metta 19:6).

Krîstofêr dibêje: “Zewacêda borcdarî li ser du meriya ye, ne ku tenê li ser yekê. Mêr û jin gerekê tevayî şixulkariyê bikin, wekî zewacêda bextewar bin”.

ÇIMA FERZ E

Çaxê çetinayî pêşda tên, hingê mêr û jin dewsa ku problêmên xwe safî kin, hevra dikevine devê. Derecên usada problêmên biçûk, mezin dibin.

Alêksandra dibêje: “Şixulkarî ew heye hîmê sereke. Hergê mêrê min û ez hevra şixulkariyê nekin, hingê em dibine wek cînar yên ku malekêda dijîn. Û çaxê lazim be tiştekî ferz safî kin, wê wanra çetin be”.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

XWE BICÊRIBÎNE

  • Perên ku ez tînim ez hesab dikim, “gişk ya min e”?

  • Seva ku rind hêsa bim, ez tenê diçim?

  • Ez xwe ji merivên mêrê xwe yan jina xwe, dûr digirim?

TEVÎ MÊR YAN JINA XWE ŞÊWIR KE

  • Kîjan derecên zewacêda em tevayî şixulkariyê dikin?

  • Kîjan aliyada em dikarin rast bin?

  • Em kîjan gava dikarin bavêjin, seva ku hê rind şixulkariyê bikin?

ŞÎRET

  • Hela bide hesabê xwe lîstikekê, kîderê ku du kes ya komekê hevra dikevine dewê. Wê derecêda ew kom çi gerekê bike, seva ku listikêda nede der?

  • Dewsa ku bifikirî, “ez çawa serkevim”, bifikire “çawa em herd dikarin serkevin”?

Îtin dibêje: “Bîr ke, kê rast e û kê na. Zewacêda ev yek ferz nîne, lê edilayî û yektî zewacêda mûhîm e”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:3, 4).