Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 3

Ça Problêma Safî kin

Ça Problêma Safî kin

“Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hizkirin gelek guna dinixême” (1 Petrûs 4:8).

Çaxê hûn dizewicin û destpêdikin tevayî bijîn, hingê cûre-cûre problêm dikarin cem we pêşda bên. Meniya van problêma dikare ev be, wekî nihêrandina we ji hev cude dibe. Yan hûn usa hîn bûne li ser tişta binihêrin, çawa ku we hîn kirine û mezin kirine. Xêncî vê yekê ev problêm dikarin ji bo tiştêd dinê jî pêşda bên.

Dikare usa biqewime, wekî hûn bixwazin ji van problêma birevin û bihêlin usa çawa ku heye. Lê Kitêba Pîroz me şîret dike, ku van problêma usa nehêlin (Metta 5:23, 24). Hûnê bikaribin problêmêd xwe rind safî kin, hergê prînsîpêd Kitêba Pîroz bidine xebatê.

1 DERHEQA PROBLÊMA XEBER DIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Wexta gotinê heye” (Waîz 3:1, 7). Dişirmîş bin, hela hûn wede divînin, seva ku derheqa van problêma xeber din. Bi helalî bêjin mêr yan jina xwe ku çawa ev yek li ser we hukum dike, û çi hûn derheqa vê yekê dişirmîş dibin. Her gav tevî mêr yan jina xwe “rast xeber de” (Efesî 4:25). Hela hê wî çaxî jî gava hûn bin êmosiyada nin, fesal bin ku şera nekin. Çaxê hûn nerm caba hev didin, şêwirkirina we jî tev hev wê bi edilayî be. Û ewê we xwey ke, ku şera nekin (Metelok 15:4; 26:20).

Hergê hûn hevra tiştekîda qayîl nînin jî, yeke merîfet bin. Û tu car bîr nekin, wekî hindava mêr yan jina xwe gerekê hizkirin û qedir nîşan kin (Kolosî 4:6). Ji aliyê xweda hemû tiştî bikin, wekî çiqas ku dikarin van problêma zû safî kin. Medekirî nîbin û hevra xeber din (Efesî 4:26).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Wedekî baş bijbêrin, seva ku derheqa problêmê xeber din

  • Çaxê niha wedê we ye ku guh bidin, hingê bi lezketinê nekevine nav xeberdana mêr yan jina xwe û ewê nedine sekinandinê. Çimkî wedê we jî wê bê ku xeber din

2 GUH BIDIN Û FEM BIKIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Hizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin” (Romayî 12:10). Gelek ferz e ev yek, hela çawa hûn guh didin. Bixebitin ku bikaribin nihêrandina mêr yan jina xwe fem bikin. “Ser hev şewat bin ... û şkestî bin” (1 Petrûs 3:8; Aqûb 1:19). Xwe usa nedine kifşê, yan çi hûn guh didine hev, lê bi rastiyê guh nadine hev. Hergê dikarin, şixulê xwe bihêlin û bi temamiyê dîna xwe bidine hev, yan jî bêjin ku derheqa vê problêmê paşê xeber din. Hergê hûn hesab dikin ku mêr yan jina we, hevalê we ye, ne ku neyarê we, hingê ev yek wê alî we bike, ku “di xeydêda ruhê” we “ne bi lez be” (Waîz 7:9).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Hela hê wî çaxî jî, gava çi ku hûn dibihên we xweş nayê, bixebitin ku rast li ser vê yekê binihêrin

  • Hemû tiştî bikin ku bikaribin fem bikin, hela mêr yan jina we çi dixwaze bêje. Dîna xwe bidin vê yekê, ku çawa ew xwe digire û bi çi dengî xeber dide

3 LI GORA VÊ YEKÊ BIKIN, ÇI KU WE SAFÎ KIRIYE

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Her ked qezencê tîne, lê belê galegala vala” bê kêr e û pûç e (Metelok 14:23). Tenê bes nîne ku safîkirina baş qebûl kin. Lê çi ku we safî kiriye, hûn gerekê li gora vê yekê bikin. Seva vê yekê dibeke lazim bê ku li ser xwe zef bixebitin, û qewatê jî bidine xebatê. Lê çi jî hebe, hêja ye wekî hûn usa bikin (Metelok 10:4). Hergê hûn tevî hev ça heval şixulkariyê dikin, hûnê bêne xelatkirinê (Waîz 4:9).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Safî kin, hela her kes ji we çi dikare ji aliyê xweda bike, seva ku problêmêd xwe safî kin

  • Çiqas wede jî derbaz be, hertim dişirmîş bin derheqa wê yekê, hela hûn gihîştine çi û pêşdaçûyîna xwe jî qîmet kin