Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 34

Bêqisûrtiya Xweda Here

Bêqisûrtiya Xweda Here

(Zebûr 26)

  1. 1. Xwedayê min, dîwana min bike,

    Rastyê û aminyê tu minda bivîne.

    Hîvî dikim rast ke, bicêrbîne,

    Dilê min temiz ke, kerema xwe bide.

    (LÊWEGERANDIN)

    Dilê xweda min îda nêt danye,

    Ber te ez dixwazim, bêqisûr bimînim.

  2. 2. Tev nerasta tu car rûneniştim,

    Tev yên zulim û xrab ez hevaltyê nakim.

    Tev yên neheq emrê min nestîne,

    Destên kîjana ku ruşet tijî bûne.

    (LÊWEGERANDIN)

    Dilê xweda min îda nêt danye,

    Ber te ez dixwazim, bêqisûr bimînim.

  3. 3. Ez mala te dil û can hiz dikim,

    Û gelek dixwazim tera xizmet bikim.

    Ez bizvirim dor qurbangeha te,

    Gilî kim gişkara derheqa navê te.

    (LÊWEGERANDIN)

    Dilê xweda min îda nêt danye,

    Ber te ez dixwazim, bêqisûr bimînim.

(Usa jî binihêre Zeb. 25:2).