Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Şabûna Heta-Hetayê

Şabûna Heta-Hetayê

(Zebûr 16:11)

Bidine Kişandinê:

  1. 1. Çiqas bedew in karên te,

    Yehowa Xwedê!

    Te hemû tişt çêkirine

    Bi hizkirinê.

    Erd û ezman, deşt û zozan,

    Hemû karên te, ya Xudan–

    Bihara dila!

    (LÊWEGERANDIN)

    Dilê me gelek şa bûye

    Bi her tiştê ku te daye

    Û bi soza cinetê.

    Ya Xwedê, em şikirdar in

    Ji destê te em distînin

    Dilxweşî û şabûnê

    Heta bi hetayê!

  2. 2. Yehowa, Bavê me tu yî,

    Tu dilovan î!

    Tu dilrem î, tu hêjayî

    Hemû pesna nî!

    Kerema te çiqas pir e,

    Hizkirina te mezin e,

    Me dilxweş dike!

    (LÊWEGERANDIN)

    Dilê me gelek şa bûye

    Bi her tiştê ku te daye

    Û bi soza cinetê.

    Ya Xwedê, em şikirdar in

    Ji destê te em distînin

    Dilxweşî û şabûnê

    Heta bi hetayê!

    (PIR)

    Qurbanbûna Îsa Mesîh

    Hêvî daye me.

    Bi saya wî, şabûna me

    Wê tu cara xilaz nebe.

    (LÊWEGERANDIN)

    Dilê me gelek şa bûye

    Bi her tiştê ku te daye

    Û bi soza cinetê.

    Ya Xwedê, em şikirdar in

    Ji destê te em distînin

    Dilxweşî û şabûnê

    Heta bi hetayê!

    (LÊWEGERANDIN)

    Dilê me gelek şa bûye

    Bi her tiştê ku te daye

    Û bi soza cinetê.

    Ya Xwedê, em şikirdar in

    Ji destê te em distînin

    Dilxweşî û şabûnê

    Heta bi hetayê!

(Usa jî binihêre Zeb. 37:4; 1 Korn. 15:28).