Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIMÎNIN!

Germaya Hewayê ser Temamiya Dinyayê Gelek Bilind Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Germaya Hewayê ser Temamiya Dinyayê Gelek Bilind Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Meha Tîrmehê sala 2022, ji hine hesaba tê kifşê, wekî germaya hewayê ser temamiya dinyayê, gelek bilind bûye:

  •   “Serwêrên Çînayê îda cara duda vê mehêda elam kirin, wekî weke 70 şeherada germaya hewayê wê usa bilind be, ku gelek xof be”.—25 Tîrmehê, sala 2022, CNN Wire Service.

  •   “Ji bo vê yekê ku temamiya Ewropayêda hewa bi zêdeyî germ bûye, gelek welatada agir mêşeya dikeve”.—17 Tîrmehê, rojnema Nobeder.

  •   “Roja Ledê gelek bajarada nav Dewletên Yekbûyîda, têmpêratûra hewayê gelek bilind bû, û ev germayî welêtda ji aliyê Rohilatê heta Başûrê û Navenda Roavayê bela bû”.—24 Tîrmehê, sala 2022, rojnema The New York Times.

 Ev çi tê hesabê? Gelo axiriyêda halê dinyayê wê usa xirab be, ku jîyîn ser tune be? Kitêba Pîroz çi dibêje?

Derheqa zêdebûna germaya hewayê Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê?

 Belê. Kitêba Pîrozda derheqa zêdebûna germaya nav temamiya dinyayê hatiye pêxembertîkirinê. Mesele, Îsa pêşda gotibû, wekî emê “tiştên xof û tirs” bivînin (Lûqa 21:11). Ji bo zêdebûna germayê, tirsê gelek meriva girtiye û wana tirê kirên însanetê wê erdê wêran kin.

Gelo jîyîn ser erdê wê kuta be?

 Na. Xwedê erd efirandiye seva ku meriv heta-hetayê ser bijîn (Zebûr 115:16; Waîz 1:4). Ew wê nehêle ku meriv erdê kuta kin, lê dewsê çawa ku ewî soz daye, wê qira wan meriva bîne, yên ku erdê “xirab dikin” (Eyantî 11:18).

 Werên em şêwir kin du pêxembertiya, kîjan ku nîşan dikin wekî Xwedê dîsa çi soz daye:

  •   “Wê çol û deşta ziha şa bibe, wê berî dilgeş bibe, wek gula kulîlk bide” (Îşaya 35:1, ÎM). Xwedê wê nehêle ku jîyîn ser erdê kuta be, lê dewsê ew wê geş ke wan parên erdê, yên ku ziyan standine.

  •   “Çevê Te ser erdê ye, tu wê av didî, dewlemend dikî” (Zebûr 65:9). Xwedê wê keremên xwe bibarîne ser erdê û ev wê bibe cinet.

 Seva ku hê zêde pêbihesî wekî çawa guhastina hewayê pêxembertiya Kitêba Pîroz tîne sêrî, bixûne gotar, “Guhastina Klîmatê û Axiriya Me; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Seva ku hê zêde pêbihesî derheqa sozê ji Kitêba Pîroz, ku erd wê geş be, binihêre gotar, “Kî wê Erdê Xilaz ke?