Derbazî serecemê

Şedên Yehowa Çira Hebandinêda Xaç Nadine Xebatê?

Şedên Yehowa Çira Hebandinêda Xaç Nadine Xebatê?

 Gelek meriv xaç hesab dikin ça sîmbola Mesîhiya. Rast e Şedên Yehowa Mesîhî ne, lê ewana hebandinêda xaç nadine xebatê. Gelo çira?

 Li gora Kitêba Pîroz, Îsa ne ku ser xaç, lê ser stûnê hatibû mixkirinê. Xêncî wê yekê Kitêba Pîroz raste-rast temî dide Mesîhiya, wekî “ji pûtparistiyê birevin”. Ev tê hesabê, wekî hebandinêda nelazim e xaç bidine xebatê (1 Korintî 10:14; 1 Yûhenna 5:21).

 Usa jî em gerekê giliyên Îsa hildin hesab, ku got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:34, 35). Îsa da kifşê, wekî şagirtên wî wê bi hizkirinê bêne eyankirinê, ne ku bi xaç yan jî tiştên bona hebandinê.