Here Naverokê

Here naverokê

Te Zanibû?

Te Zanibû?

Îsa çima got ku gerek em sondan nexwin?

LI GOR Qanûna Mûsa, carinan lazim bû ku mirov sondan bixwin. Lê li dema Îsa, milet êdî ji bo her tiştê biçûk sond dixwarin. Bi vî awayî, wan dixwest bidin bawer kirin ku gotinên wan rast in. Lê belê Îsa wisa got: “Bila erêya we ‘erê’ be û naya we ‘na’ be” (Met. 5:33-37; 23:16-22).

Li gor Theological Dictionary of the New Testament, ev yek ku “Cihûyan ji bo her tiştî sond dixwarin” ji Talmûdê jî tê fehm kirin, çimkî Talmûd hûr û kûr dibêje ku kîjan sond muhîm in û kîjan na.

Ji xeynî Îsa, kesên din jî digot ku ev tiştekî nebaş e. Mesela, dîrokzan Flavius Josephus der heqê terîqateke Cihûyan de nivîsî ku “wan sond nedixwarin, çimkî hesab dikirin ku sondxwarin ji derewkirinê xerabtir e. Wan digot ku eger kesek sond dixwe da ku mirov gotinên wî bawer kin, ew mirovekî derewçîn dertê.” Di kitêbeke Cihû de ku tê navkirinê “Bîlaniya Sîrax”, dibêje: “Mirovê ku timê sond dixwe, mirovekî bêqanûn e.” Îsa wan mirovan ku bona tiştên biçûk sond dixwarin, sûcdar kir. Eger em helal in û timê rastiyê dibêjin, wê ji me re ne lazim be sond bixwin da ku mirov gotinên me bawer bikin.