Derbazî serecemê

Gelo Kitêba Pîrozda Guhastin Kirine?

Gelo Kitêba Pîrozda Guhastin Kirine?

Na. Rast e nava qirnada têksta destnivîsarên kevin ser matêriyalên ku xirab dibûn, ber digirtin, lê dîsa jî beramberîkirina wan destnivîsara didine kifşê, wekî têksta Kitêba Pîroz nehatiye guhastinê.

Gelo ev tê hesabê, wekî bergira qe şaşî bernedidan?

Bi hezara destnivîsarên Kitêba Pîroze kevin hatine dîtine. Ji wana hinekada cudebûn heye, çi ku dide kifşê, wekî wedê bergirtinê, dêmek çaxê têkstê dinihêrîn û dinivîsîn, hingê hine şaşî kirine. Lê nîvê zef ji wan şaşiya, tiştên biçûk bûn û mena têkstê nediguhastin. Hemikî hine şaşiyên mezin jî hatibûn dîtinê. Ça tê kifşê ew şaşî hineka hemdê xwe kiribûn, wekî nêta têkstê biguhêzin. Werên du mesela şêwir kin:

  1. Hine welgerandinên kevinda rêza ji 1 Yûhenna 5:7-da usa tê gotinê: “Li ezmên Bav, Xeber û Ruhê Pîroz: ev hersêk yek in”. Lê manûskrîptên kevine bi îtbar îzbat dikin, wekî têksta orîjînalêda ew gilî tune bû. Ew gilî wede şûnda hatibû zêdekirinê. a Welgerandinên Kitêba Pîroze modêrnda ku bi îtbar in, îda ev gilî tune ne.

  2. Manûskrîptên kevinda ya Kitêba Pîroz navê Xwedê bi hezara cara hatiye nivîsarê. Lê yeke gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda dewsa wî navî sernavên usa dane xebatê ça “Xudan” û “Xwedê”.

Em ji ku zanin, wekî têkstêda gelek şaşiyên din jî, ku hê nehatine dîtinê, tune ne?

Wedê meda usa gelek manûskrîpt hatine dîtinê, ku hêsa ye şaşiya têderxin. b Himberîhevkirina wan destnivîsarên kevin çi eyan kirin, derheqa Kitêba Pîroze modêrn?

  • Zandar Wîlîam Hênrî Grîn derheqa Nivîsarên Îbranî (ku têne navkirinê “Peymana Kevin”) usa nivîsiye: “Em dikarin bê şik bêjin, wekî tu nivîsarên kevin usa rast derbazî me nebûne”.

  • Zandar Frêdêrîk Fîv Brûs derheqa Nivîsarên Yûnanî (ku têne navkirinê “Peymana Nû”) usa nivîsiye: “Bona rastiya Peymana Nû diha zef îzbatkirin hene, ne ku bona rastiya gelek kitêbên din, rastiya kîjana ku tu kes nake bin şikê”.

  • Lêkolînkarê destnivîsarên Kitêba Pîroze kevin Sêr Frêdêrîk Kênîon nivîsiye, wekî meriv “dikare Kitêba Pîroz hilde destê xwe û bê tirs yan bêşik bêje, wekî ew Xebera Xwedêye rast e, kîjan ku bi qirna bê guhastin ji nisila derbazî nisila bûye”.

Çima em dîsa dikarin bêjin, wekî têksta Kitêba Pîroz rast hatibû derbazkirinê?

  • Çawa bergirên Cihû usa jî yên Mesîhî, têkstêda derheqa şaşiyên girane cimeta Xwedê neguhastine û xweyî kirine c (Jimar 20:12; 2 Samûyêl 11:2-4; Galatî 2:11-14). Ewana xweyî kirin ew parên têkstê, kîderê ku Cihû bona neguhdariyê têne cezakirinê û kîderê ku hînkirinên merivaye nerast têne eyankirinê (Hoseya 4:2; Malaxî 2:8, 9; Metta 23:8, 9; 1 Yûhenna 5:21). Bergira raste-rast parên têkstê derbaz dikirin, bi çi jî dane kifşê, ku ewana amin in û qedirê Xebera Xwedê digirin.

  • Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê, lema jî femdarî ye ku Xwedê xem kiriye, wekî têksta vê kitêbê neyê guhastinê d (Îşaya 40:8; 1 Petrûs 1:24, 25). Xwedê Kitêba Pîroz ne ku tenê bona halxweşiya merivên wedê berê daye nivîsarê, lê usa jî bona me îro (1 Korintî 10:11). Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî ew “bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (Romayî 15:4).

  • Îsa û şagirtên wî didane xebatê gilî-gotinên ji kopiyên Nivîsarên Îbraniya û tu car hindava rastiya têkstêda nediketine şikê (Lûqa 4:16-21; Karên Şandiya 17:1-3).

a Ev gilî usa jî tune ne, Kodêksa Sînayîda, Kodêksa Alêksandrîda, Manûskrîpta Vatîkanîda ya sala 1209, têksta orîjînalêda ya Vûlgataya Latînî, welgerandinên Fîlosênî û Harklêyna Sûriyayîda jî tune, usa jî Pêşîtta Sûryayîda.

b Mesele weke 5 000 zêdetir manûskrîptên Yûnanî, ku têne navkirinê Peymana Nû yan Nivîsarên Yûnanî, hatine dîtinê.

c Kitêba Pîrozda derheqa xizmetkarên Xwedê nayê gotinê, ku wana qe şaşî nekiriye. Lê tê gotinê: “Zilamê ku sûcê neke nîne” (1 Padşatî 8:46).

d Li gora Kitêba Pîroz, Xwedê her xeberek raste-rast meriyara nedigot ku binivîsin, lê ewî rêberiya fikirên wan dikir (2 Tîmotêyo 3:16, 17; 2 Petrûs 1:21).