Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Axiriya Baş ji Qencîke Mesîhî

Axiriya Baş ji Qencîke Mesîhî

HINDISTANÊDA şeherîkî biçûk Gûcaratîda, weke 60 sal pêşda bavê gedekî bi navê Con hate nixumandinê. Con tevî sê xûşkên xwe, du birên xwe û diya xwe, Katolîkên Romayî bûn. Lema ewana miqabilî baweriya bavê xwe diçûn.

Carekê bavê Con jêra got wekî nemê bive bide hevalê wîyî ji civatê. Vê şebeqê pêşiya ku Con neme bivira, tiliya wî kûr hate birînê çaxê kodikeke hesin vedikir. Lê ewî dixwest xwestina bavê xwe bîne sêrî û lema pînek tiliya xweye birîndar aland û neme hilda çû.

Çaxê Con çû mala hevalê bavê xwe, ew malda nîbû, jina wî mal bû û ji wî neme hilda. Ew jî Şedê Yehowa bû. Ewê dît ku destê wî birîndar e û got ku dixwaze alî wî bike. Ewê tiliya wî pê derman temiz kir û girêda. Paşê ewê çayeke germ da ber û bi nermî derheqa Kitêba Pîroz tev wî xeber da.

Ev qenciya wê usa ser wî hukum bû, ku ew nerm bû hindava Şedên Yehowa. Ewî du pirs da wê derheqa baweriya Şedên Yehowa kîjan ku ji Dêra Katolîkî cude dibû. Ewî jê pirsî gelo Îsa Xwedê ye, û gelo lazim e Mesîhî Meryemê bihebînin û jêra dua bikin. Ew xûşk zimanê wî Gûjaratî zanibû, lema ser zimanê wî caba pirsên wî ji Kitêba Pîroz da. Ewê usa jî ser zimanê wî belavok da bi navê “Mizgîniya Padşatiya Xwedê” (This Good News of the Kingdom).

Çaxê ewî ev belavok xwend, fem kir ku ew cara pêşin rastiya Kitêba Pîroz dibihê. Ew çû bal keşîşekî xwe û ev du pirs da wî jî. Ev keşîş usa hêrs ket ku Kitêba Pîroz avîte wî, û kire qajînî: “Tu bûyî Şeytan! Hela nîşanî min ke kîderê Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Îsa Xwedê nîne û ku tu gerekê Meryemê nehebînî. Hela nîşanî min ke!”. Con zendegirtî ma ku ev keşîş usa qayîm hêrs ket, û jêra got: “Îda nigên min vê dêra Katolîkî nakeve”. Û usa jî bû!

Con hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, rastî qebûl kir û bû xizmetkarê Yehowa. Wede şûnda, çend neferên wî jî hatine ser riya rast. Îda 60 sal derbaz bûye, û heta îro ev dexme hê ser tiliya Con e. Timê dikeve bîra wî ku qencîke Mesîhî ça wî anî ser riya rastiyê (2 Korn. 6:4, 6).