Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rastî ne ku Edilayê Tîne, lê “Şûr”

Rastî ne ku Edilayê Tîne, lê “Şûr”

“Nefikirin ku ez hatime dinê edilayîyê bînim. Ez nehatim edilayîyê bînim, lê şûr” (MET. 10:34).

KILAMÊN: 123, 128

1, 2. a) Îro kîjan edilaya me heye? b) Çira îro em nikarin bi temamî edilayêda bijîn? (Binihêre şiklê ewlin.)

EM GIŞK jî dixwazin bêy çetinaya û xema edilayêda bijîn. Em gelek razî ne ji Yehowa, ku ew “edilayîya Xwedê” dide me. Ev edilayî alî me dike, wekî em gelek xemgîn nebin û dilrihet bin (Fîlî. 4:6, 7). Xêncî vê yekê, “edilayîya me tevî Xwedê” heye, dêmek heleqetiya baş tevî wî, çimkî me xwe tesmîlî wî kiriye (Rom. 5:1).

2 Lê niha hê ew wede nehatiye ku Xwedê bi temamî edilayê bîne ser erdê. Em dijîn rojên axiriyêda, dêmek wî wedeyî çaxê gelek şer-dew hene û çiqas diçe meriv xirab dibin (2 Tîmt. 3:1-4). Hin jî em Mesîhî miqabilî Şeytan û hînkirinên wîye qelp şer dikin (2 Korn. 10:4, 5). Lê ya lape xirab ew e, ku cara edilaya me xirab dibe tevî neferên me û merivên meyî nêzîk, çimkî em Şedên Yehowa ne. Dibeke hinek ji wan me dikenin seva baweriya me, yan jî me neheq dikin ku em malbetê hev diqetînin, yan jî me ditirsînin ku hergê em baweriya xwe nehêlin, ewana wê me îda qebûl nekin. Lê gelo halê usada, em gerekê ça xwe bidine kifşê? Em ça dikarin edilayê xwey kin çaxê tiştên usa diqewimin?

ÇA BINIHÊRIN SER PEYKETINA ALIYÊ NEFERADA

3, 4. a) Ça meriv ser hînkirinên Îsa dinihêrîn? b) Çi derecada îlahî çetin e pey Îsa herin?

3 Îsa fem dikir ku wê ne hemû meriv hînkirinên wî qebûl kin. Ewî usa jî zanibû wekî wanra mêrxasî lazim e, çimkî wê hebin meriv ku pey wan kevin. Û ew peyketin wê aliyê neferada jî pêşda bihata. Îsa got: “Nefikirin ku ez hatime dinê edilayîyê bînim. Ez nehatim edilayîyê bînim, lê şûr. Çimkî ez hatim kur ji bavê, qîzê ji dê û bûkê ji xwesiyê biqetînim û dijminêd mêriv wê ji mala wî bin” (Met. 10:34-36).

4 Çaxê Îsa got, “Nefikirin ku ez hatime dinê edilayîyê bînim”, bi van giliya ewî da kifşê ku hergê kesek bibe şagirtê wî, wê rastî çetinaya bê. Rastiya ku Îsa bela dikir dikaribû meriva ji hev biqetîne, mesele çaxê heval yan merivên nêzîk rastiyê qebûl nekirana. Lê nêta Îsa ew nîbû ku nefera ji hev biqetîne, ewî dixwest ku rastiya Xwedê bigihîje meriva (Yûhn. 18:37). Lema şagirtên wî rind fem dikirin ku wê hêsa nîbe xwe li hînkirinên wî bigirin.

5. Şagirtên Îsa ber çi teyax dikirin?

5 Îsa got ku şagirtên wî wê aliyê neferên xweda rastî peyketina bên, lema jî wanra sebir lazim bû seva ber vê yekê teyax kin (Met. 10:38). Seva ku hêja bin bibine şagirtên Îsa, wana sebir dikir gava neferên wan ser wan dikeniyan yan hela hê jî wana qebûl nedikirin. Lê wana çi jî unda kir, hê zêde qazanc kirin. (Bixûne Marqos 10:29, 30.)

6. Em çi gerekê bîr nekin hergê merivên meyî nêzîk seva rastiyê pey me dikevin?

6 Çaxê merivên meyî nêzîk miqabilî vê yekê ne ku em Yehowara xizmet dikin, em dîsa jî wana hiz dikin. Lê em gerekê bîr nekin, wekî hizkirina me hindava Xwedê û Mesîh gerekê ciyê pêşin bigire (Met. 10:37). Em usa jî gerekê bîra xweda xwey kin, ku Şeytan dikare hizkirina me hindava neferên me bide xebatê, seva ku em Yehowara amin nemînin. Were em çend dereca şêwir kin ku malbetêda dikarin biqewimin, û bivînin ku em ça dikarin çetinayada sebir kin û xwe rast bidine kifşê.

ÇAXÊ MÊR YAN JIN NEBAWER E

7. Hergê jin yan mêrê we nebawer e, hûn gerekê ça ser vê derecê binihêrin?

7 Kitêba Pîrozda pêşda hate nivîsarê, wekî yên zewicî wê “rastî oxirmêd giran bên” (1 Korn. 7:28). Hergê kulfet yan malxê te nebawer e, ew yek zewaca teda dikare strês û çetinaya zêde ke. Lê ferz e wekî tu ser vê derecê binihêrî usa ça Yehowa dinihêre. Ev yek ku kulfet yan jî malxê te rastiyê qebûl nake, gerekê nebe menî ku hûn başqe bijîn yan jî ji hev biqetin (1 Korn. 7:12-16). Hergê malxê malê nebawer e û aliyê ruhanîda miqatî malbetê nabe, yeke jin gerekê qedirê wî bigire, çimkî ew serê malbetê ye. Usa jî hergê jin nebawer e, mêr gerekê hindava wê bi hizkirin be û lê xwey ke (Efes. 5:22, 23, 28, 29).

8. Hûn kîjan pirsa gerekê bidine xwe hergê mêr yan jina we dixwaze ku hûn kêm Xwedêra xizmet kin?

8 Hergê jin yan mêrê te dixwaze ku tu hê kêm Xwedêra xizmet kî, çi gerekê bikî? Besa xeberê, mêrê xûşkekê jêra gotiye, wekî ew heftiyê tenê çend roja here xizmetiyê. Hergê tu jî dereca usada nî, pirseke usa bide xwe: “Gelo ew dixwaze ku ez qe Xwedêra xizmet nekim? Hergê na, gelo ez dikarim vê yekê bikim çi ew dixwaze?” Hergê tu berbihêr û serwaxt î, tuyê usa bikî ku orta weda kêm çetinayî hebin (Fîlî. 4:5).

9. Mesîhî ça gerekê zarên xwe hîn ke ku qedirê dê yan bavê xweyî nebawer bigire?

9 Hergê jin yan mêr nebawer e, hingê dikare çetin be zara rast şîret kin û hîn kin. Besa xeberê, hûn gerekê zarên xwe hîn kin, ku evê temiya Kitêba Pîroz bînin sêrî: “Qedirê dê û bavê xwe bigire” (Efes. 6:1-3). Lê hergê jin yan mêrê we prînsîpên Kitêba Pîroz nayne sêrî, yeke hûn gerekê qedirê wî (wê) bigirin. Usa hûnê zarên xwera mesela baş bihêlin. Bifikirin ku kîjan xeyset-hunurên wîyî (wêye) baş hene, û jêra bêjin ku hûn wî (wê) qîmet dikin û dişêkirînin çi jî ew dike. Ser jin yan mêrê xwe ber zara tu car nekine kote-kot. Lê dewsê zarên xwera şirovekin, ku her kes gerekê xwexa bijbêre Yehowara xizmet ke yan na. Hergê rabûn-rûniştina zara baş e, ew yek dikare dê yan bavê nebawer bîne ser riya Xwedê.

Çiqas dikarin zarên xwe rastiyê hîn kin (Binihêre abzasa 10)

10. Dê-bav ku Mesîhî ne ça dikarin zarên xwe rastiyê hîn kin?

10 Hine mêr yan jinên nebawer, dewa dikin wekî zarên wan herine ser cejinên dînên qelp, yan jî hînkirinên dînên qelp hîn bin. Hine mêr ku nebawer in, hela hê jî îzinê nadine jinên xwe, wekî zara Kitêba Pîroz hîn kin. Lê hingê jî çi destê jinê tê gerekê bike, seva zarên xwe rastiyê hîn ke (Kar. Şand. 16:1; 2 Tîmt. 3:14, 15). Mesele, malxê nebawer dikare îzinê nede jina xwe ku hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke tevî zarên xweyî biçûk yan jî nahêle bive civatê. Rast e jin qedirê safîkirina mêrê xwe digire, lê yeke ew dikare tevî zarên xwe xeber de derheqa baweriya xwe çaxê mecale heye. Usa ew zar dikarin derheqa Yehowa û qanûn prînsîpên wî pêbihesin (Kar. Şand. 4:19, 20). Lê axiriyêda, îda zar xwexa gerekê safî kin ku wê bibine xizmetkarên Yehowa yan na (Qan. Dcr. 30:19, 20). *

ÇAXÊ MERIVÊN NÊZÎK MIQABILÎ RASTIYÊ NE

11. Çira orta me û merivên meyî nêzîkda dikarin çetinayî pêşda bên?

11 Çaxê me destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bin, dibeke me pêşiyê neferên xwera derheqa vê yekê negot. Lê çaxê baweriya me hê mezin bû, me îda destpêkir derheqa baweriya xwe gişkara gilî kin (Marq. 8:38). Hergê bona rastiyê orta we û merivên weyî nêzîkda çetinayî pêşda tên, wê baş be guh bidine wan çend şîreta kîjana emê şêwir kin. Ev şîret wê alî we bikin tevî wan edilayê xwey kin û Xwedêra amin bimînin.

12. Çira merivên meyî nêzîk dikarin miqabilî me bin, lê em ça dikarin wana fem kin?

12 Xwe daynin dewsa merivên xweyî nêzîk û wana fem kin. Em bextewar in ku rastiyê zanin. Lê merivên meyî nêzîk dibeke difikirin, ku em hatine xapandinê yan jî ketine sêktekê ecêb. Û çimkî em tevî wana cejina û eyd-qeyda derbaz nakin, dibeke ewana difikirin ku em wana îda hiz nakin. Hela hê dibeke ditirsin jî ku emê axiriyêda gelek poşman bin û axiriya xirab bistînin. Em gerekê wana fem kin û xwe daynin dewsa wan. Usa jî çaxê ewana mera dibêjin ku bona me berxwe dikevin, em gerekê guh bidine wan (Metlk. 20:5). Pawlosê şandî dixwest hemû cûre meriva fem ke, seva ku wanra derheqa mizgîniyê gilî ke. Vê yekêda em jî gerekê çev bidine wî (1 Korn. 9:19-23).

13. Tevî merivên xweyî nêzîk ku nebawer in, em ça gerekê xeber din?

13 Bi nermî xeber din. Kitêba Pîroz dibêje wekî “xeberdana we merîfetî” be (Kols. 4:6). Ev hêsa nîne, lema jî em gerekê duada ji Yehowa ruhê pîroz bixwazin, seva merivên xweyî nêzîkra heyf bin û nerm xeber din. Em gerekê bona hînkirinên qelp ku ewana bawer dikin tevî wan nekevine dewê. Hergê jî ewana pê gilî yan jî kirên xwe dilê me dêşînin, hingê baş e çev bidine şandiya. Pawlos got: “Gava me rezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin, gava navê mera dilîzin, em li ber wan dadixin” (1 Korn. 4:12, 13).

14. Çi kar e çaxê rabûn-rûniştina me baş e?

14 Rabûn-rûniştina xwe baş xwey kin. Rast e xeberdana nerm dilê merivên meyî nêzîk dikare nerm ke, lê rabûn-rûniştina meye baş diha dikare qewî ser wan hukum ke. (Bixûne 1 Petrûs 3:1, 2, 16.) Merivên xweyî nêzîkra pê kirên xwe nîşan ke, wekî Şedên Yehowa dixwazin zewaca wan bextewar be, miqatî zara bin, nav-namûs û dilşa bijîn. Hergê jî merivên meyî nêzîk rastiyê qebûl nekin, yeke em dikarin dilrihet bin ku em dilê Yehowa şa dikin, çimkî jêra amin dimînin.

15. Em çi dikarin bikin wekî tevî merivên xweyî nêzîk kêm bikevine dew-doza?

15 Pêşda bifikirin. Em gerekê pêşda bifikirin, ku çi dikare bibe menî, wekî şer-dew pêşda bên, û çawa wan çetinaya safî kin (Metlk. 12:16, 23). Xûşkeke me ji Avstralyayê gilî dike: “Xezûrê min gelek miqabilî rastiyê bû. Min tevî mêrê xwe pêşiya ku jêra têlêxista û bipirsiya ew ça ne, Yehowara dua dikir seva alî me bike, ku em bi nermî caba wî bidin çaxê ew hêrs dikeve. Me xwe hazir dikir ku derheqa çi xeber din, seva xeberdana me baş derbaz be. Hin jî seva xeberdana me dirêj nekişîne û derheqa baweriyê kêm dew-doz pêşda bên, me safî kir kêm tevî wî xeberdin”.

16. Em ça dikarin dilrihetiyê bistînin hergê em xwe neheq dikin vê yekêda ku dilê merivên xweyî nêzîk dêşînin?

16 Belê, em nikarin usa bikin wekî qe dew-doz orta me û merivên meyî nêzîkda pêşda neyên. Dibeke cara hûn xwe neheq dikin çaxê dew-doz pêşda tên, çimkî hûn wana hiz dikin û naxwazin dilê wan bêşînin. Hingê her tiştî bikin ku aminiya we hindava Yehowa ciyê pêşin bigire, ne ku hizkirin hindava malbeta we. Usa ewana wê fem kin ku gelek ferz e Yehowara xizmet kin û ku emirê meriva vê yekêva girêdayî ye. Çi jî hebe, bîr nekin ku hûn nikarin zorê wan bikin wekî rastiyê qebûl kin. Aliyê xweda hûn wanra nîşan kin ku çiqas kar e çaxê meriv riya Yehowada diçe. Xwedêyê bi hizkirin ça mera usa jî wanra mecalê dide, seva bijbêrin xizmet kin jêra yan na (Îşa. 48:17, 18).

HERGÊ NEFEREKÎ WE YEHOWA DIHÊLE

17, 18. Çi dikare alî we bike, ku hûn teyax kin çaxê neferekî we Yehowa dihêle?

17 Çaxê neferekî we ji civatê hate derxistinê, yan jî xwe ji civatê dûr digire, ew yek dikare bona we usa be ça şûr dilê we xin. Lê hûn ça dikarin ber vê êşa mezin teyax kin?

18 Xîret bin şixulên ruhanîda. Timê Kitêba Pîroz bixûnin, xwe bona civatê hazir kin, herin xizmetiyê, û dua bikin Xwedêra seva qewatê bide we, wekî hûn sebir kin. Usa baweriya we wê hê qewî be (Cihûd. 20, 21). Lê hergê hûn texmîn dikin ku dilê we dîsa gelek dêşe, û nikarin dilrihet bin, sist nebin û qewî bin! Wede derbaz be, hûnê îda xwe bigirin û fikirên nebaş ji hişê xwe derxin. Dîna xwe bidine nivîskarê Zebûr 73. Wedekî usa hebû çaxê nihêrandina wî nerast bû û ew eciz bibû. Lê çaxê ew kete pîrozgeha Xwedê ku wî bihebîne, ewî nihêrandina xwe guhast (Zeb. 73:16, 17). Hergê hûn jî bi xîret Xwedêra xizmet kin, hûnê jî nihêrandina xwe rast xwey kin.

19. Em ça dikarin bidin kifşê ku qedirê safîkirina Yehowa digirin?

19 Qedirê şîretkirina Yehowa bigirin. Çaxê Yehowa şîret dike û ceza dike, ew yek hemûyara karê tîne, dêmek wî merivîra jî yê ku ji civatê hatiye derxistinê. Rast e bona wî çetin e, lê ew cezakirin dikare alî wî bike dîsa vegere bal Xwedê. (Bixûne Îbranî 12:11.) Mesele, Yehowa mera dibêje ku yê gunê xwe tobe nake “tevî wî nebin”, dêmek jêra xeber nedin (1 Korn. 5:11-13). Rast e dilê me ser wî dişewite, lê bêy meniya ferz em gerekê tevî wî xeber nedin ne pê têlê, ne pê nemê, yan êmaîlê û ne jî malperada.

20. Çida em gerekê baweriya xwe unda nekin?

20 Baweriya xwe unda nekin. Hizkirin “her gav bawer dike”, lema em baweriya xwe unda nakin wekî ewên ku Yehowa hîştine, dîsa vegerine bal wî (1 Korn. 13:7). Hergê hûn divînin ku ew merivê we tê guhastinê û nihêrandina xwe diguhêze, hûn dikarin bona wî dua bikin, wekî ew ji Kitêba Pîroz qewatê bistîne û qebûl ke vê teglîfkirina Yehowa: “Vegere [bal] min” (Îşa. 44:22).

21. Hûn çi gerekê bikin hergê neferên we bona rastiyê pey we dikevin?

21 Îsa got ku hergê em meriva hê zêde hiz kin ne ku wî, em nikarin bibine şagirtên wî. Lê ew bawer bû ku şagirtên wî wê mêrxas bin û amin bimînin, çaxê neferên wan bona rastiyê pey wan kevin. Hergê rastiyê “şûr” aniye mala we, îtbariya xwe Yehowa bînin ku ewê alî we bike hûn sebir kin û qewî bimînin (Îşa. 41:10, 13). Şabûna xwe unda nekin, çimkî hûn zanin ku Yehowa û Îsa we qebûl dikin, û wê bona aminiya we ese we kerem kin.

^ abz. 10 Bona hê zêde înformasiya pêbihesin ku çawa zara mezin kin çaxê dê yan bav nebawer e, bixûnin “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Tebaxê sala 2002, “Pirsên Xwendevana”.