Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 15

Çawa Rûspî Alî Civatê Dikin?

Çawa Rûspî Alî Civatê Dikin?

Fînlanda

Hînkirin

Şivantîkirin

Şedetîkirin

Di teşkîleta meda, terêqara yanê jî ulmdarara, heq nayê dayînê. Çaxê civata mesîhiya hate saz kirinê, mêrêd cêribandî hatine kifşkirinê, seva ku “şivantiyê civîna Xwedê bikin” (Karêd Şandiya 20:28). Rûspî, mêrêd cêribandî û maqûl in, ewana di civatêda şivantiyê yanê rêberiyê hil­didin li ser xwe, “ne ku bê dil, lê bi dil û can” evî şixulî dikin, “çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kara xwe, lê bi rez­edilî” (1 Petrûs 5:1-3). Niha emê pêbihesin, ev çi şixul e ku ewana dikin.

Rûspî bona me xem dikin, û me xwey dikin. Rûspiyêd civatê ji Kitêba Pîroz rêberiyê didin û bi vê yekê alî civatê dikin, wekî ew di ruhanîda pêşda here. Rûspî zanin, ku Yahowa şixulekî gele ferz daye wan, ewana hukumî li ser endamêd civatê nakin, lê bona halxwaşî û şabûna me ji aliyê xweva hemû tiştî dikin (2 Korintî 1:24). Mîna şivanekî, yê ku eşq û dil miqatî her pezêd xwe dibe, rûspî jî mecala digerin ku tevî her endamêd civatê bibine nas (Metelok 27:23).

Rûspî me hîn dikin, çawa qirara Xwedê biqedînin. Her heftê rûspî li ser civatê kelma duxûnin, û bi vê yekê baweriya me qewî dikin (Karêd Şandiya 15:32). Xêncî vê yekê, ev mêrêd amin rêberiyê hildidin li ser xwe, ku tevî me mizgîniyê dannasîn bikin, û bi hemû aliyava me hîn dikin, ku çawa qulix kin.

Rûspî her kesa dilgerm dikin. Seva ku alî me bikin hele­qetiya me tevî Yahowa hê bişide, rûspî dikarin bêne mala me yan jî di Oda Civatêda tevî me xeber din, wekî dilbîniyê ji Kitêba Pîroz bidine me û me qewî kin (Aqûb 5:14, 15).

Xêncî qulixkirina di civatêda, ewana usa jî miqatî neferêd mala xwe dibin û dixebitin jî. Ser wan hemû şixula gelek wede tê xerckirinê. Lema jî ev birêd şixulhez, hêja ne ku em qedrê wan bigirin (1 Têsalonîkî 5:12, 13).

  • Ça rûspî alî civatê dikin?

  • Bi çi şixulî rûspî nîşan dikin, ku bona her kesa ji me xem dikin?