Serê 24
Perê bona şixulê meyî hemdinyayê, ji ku tê?
Teşkîleta me her sal bi gelek mîlyon hev Kitêba Pîroz û edebyetêd dinê neşir dike, û bê pere bela dike. Em Odêd Civata û fîlîala ava dikin, û hineka jî teze dikin. Usa jî em bi hezara malbetêd Beytelê û mîsyonêra xwey dikin, em usa jî komekê didine wan meriya, yêd ku wedê xezeba dikevine tengasiyê. Dibek tera ecêbmayî ye, gelo perê bona wan hemû tişta ji ku tê?
Em nakine li ser meriya, wekî pera bidin. Rast e xercêd şixulê dannasînkirinê zef e, lê em pera ji meriya naxwazin. Pêşiya sed salî zêdetir, di “Birca Qerewiliyêye” berdana dudada hatibû gotinê, wekî em bawer dikin ku Yahowa alî me dike, lema jî emê “tu car ji meriya reca û lavaya nekin, wekî alî me bikin” û me rastî jî tu car nekiriye! (Metta 10:8).
Şixulkariya me bi qurbanêd rezedilî tê kirinê. Gele merî qîmet dikin şixulê meyî dannasînkirinê, û ji bo vê yekê pera qurban didin. Şedêd Yahowa jî bi rezediliya xwe, wedê xwe, qewata xwe, perê xwe û tiştêd din qurban dikin, seva ku qirara Xwedê li hemû dinyayê bê serî (1 Dîrok 29:9). Di Odêd Civatada û Odêd Civata Mezinda hene qutî bona qurbandayînê, kî ku dixwaze, dikare pera bavêjê. Nîvê zef ji van pera, yêd ku tê qurbankirinê, ji aliyê meriyêd nedewletî tê qurbankirinê. Gelek ji wana mîna wê jinebiya belengaz in, derheqa kîjanî Îsa gilî kir, ku ewê du pol avîte li peredanga paristgehê (Lûqa 21:1-4). Bi wî cûreyî her kes, dilê wîra “çiqas derbaz dibe”, dikare qurban ke (1 Korintî 16:2; 2 Korintî 9:7).
Em bawer dikin, wekî Yahowa dîsa jî wê hêlana bide wan meriya, kî ku dixwaze bi hebûna xwe piştgiriya şixulê dannasînkirinê bike, wekî qirara Xwedê bê qedandinê û navê wî jî hurmet be (Metelok 3:9).
Çi firqî heye orta teşkîleta me û hebandinêd din?
Ça têne dayînê qurbanêd bi rezedilî?