Li Gora Metta 15:1-39

  • Edetên meriva (1-9)

  • Tiştên ku ji dil dertên, mêriv diherimînin (10-20)

  • Baweriya mezin ya jineke ji Fînîkyayê (21-28)

  • Îsa meriva ji gelek nexweşiya qenc dike (29-31)

  • Îsa 4 000 meriva têr dike (32-39)

15  Hingê ji Orşelîmê, Fêrisî û qanûnzan hatine bal Îsa, û ji wî pirsîn:  “Çima şagirtên te edetên kal-bava erdê dixin? Mesele, ewana pêşiya nanxwarinê destên xwe naşon”.  Îsa caba wan da: “Lê hûn çima bona xatirê edetên xwe temiya Xwedê erdê dixin?  Mesele, Xwedê gotiye ‘Qedirê dê û bavê xwe bigire’ û ‘Kesê ku tiştên xirab dê yan bavê xwera bêje, gerekê bê kuştinê’.  Lê hûn dibêjin, ‘Kî ku dê yan bavê xwera dibêje: “Her tişt, bi çi jî min dikaribû alîkarî bida te, min soz daye wekî Xwedêra qurban kim”,  ew îda borcdar nîne qedirê bavê xwe bigire’. Bi vî awayî, we xebera Xwedê bona xatirê edetên xwe pûç û betal kiriye.  Durûno, Îşaya pêxember ser we çiqas rast got:  ‘Ev cimet bi zarê xwe rûmetê dide min, lê dilê wan ji min dûr e.  Ewana badîhewa min dihebînin, çimkî hînkirinên wan ser hîmê temiyên meriva ne’”. 10  Hingê Îsa gazî xelqê kir û wanra got: “Rind guh bidin û fem bikin. 11  Ne ku tiştê dikeve devê mêriv, wî diherimîne, lê tiştê ku ji devê mêriv derdikeve, ew wî diherimîne”. 12  Paşê şagirtên Îsa hatine bal wî û wîra gotin: “Tu zanî wekî Fêrisî ji bo gotinên te eciz bûn?” 13  Îsa caba wan da: “Her dara ku Bavê minî ezmana daneçikandiye, wê kokêva bê rakirinê. 14  Ji wan vegerin. Ewana rêberên kor in. Hergê yê kor rêberiyê yekî kor bike, her du jî wê bikevine çelê”. 15  Petrûs wîra got: “Vê meselê mera şiroveke”. 16  Îsa wanra got: “Hûn jî hela hê fem nakin? 17  Çima hûn nizanin, her tiştê ku dikeve dêv, zikra derbaz dibe û paşê dertê der? 18  Lê tiştên ku ji dêv dertên, ji dil tên, û hema ev tişt mêriv diherimînin. 19  Mesele, fikirên xirab, kuştin, qavî, zinêkarî*, diztî, şedetiya derew û kifir ji dil derdikevin. 20  Ev hemû tişt mêriv diherimînin, lê xwarina bi destên neşûştî meriva naherimîne”. 21  Îsa ji wêderê çû herêma Sûr û Saydayê. 22  Jineke ji Fînîkyayê, ya ku wêderê dijît, hat û kire gazî: “Xudan, Kurê Dawid, gunê xwe min bîne*. Qîza min cina ketiye, gelek diçerçire”. 23  Lê Îsa qe caba wê neda. Hingê şagirtên wî hatine bal wî û gotin: “Lê bişîne, bira here, çimkî ew pey me tê û dike qare-qar”. 24  Îsa cab da: “Ez tenê bona pezên Îsraêlêye undabûyî hatime şandinê”. 25  Lê ev jinik hat, ber Îsa kete ser çoka û got: “Xudan, alî min bike!” 26  Îsa caba wê da: “Ne rast e nanê ber zara hildin û bavêjine ber tûla”. 27  Ewê jî got: “Belê, Xudan, lê tûle jî hûrikên ku ji sifra xweyên wan dikevin erdê, dixwin”. 28  Hingê Îsa jinikêra got: “Baweriya te çiqas mezin e! Bira anegorî xwestina te tera be”. Hema wê demê qîza wê qenc bû. 29  Îsa ji wêderê çû û nêzîkî Bera Celîlê bû. Ew hilkişiya ser çiyê û wêderê rûnişt. 30  Gelek meriv hatine bal wî. Nav wanda, kesên topal, seqet, kor, lal û gelek nexweşên din jî hebûn. Wana ew anîn, dane ber piyên Îsa û ewî hemû qenc kirin. 31  Gava meriva dîtin wekî yên lal xeber didin, seqet qenc dibin, topal rê diçin û kor divînin, gelek ecêbmayî man, û pesinê Xwedayê Îsraêlê dan. 32  Îsa gazî şagirtên xwe kir û got: “Gunê min vê elaletê tê. Îda 3 roj e ewana tevî min in û xwarina wan nemaye. Ez naxwazim wana birçî bişînim, çimkî ewana rêda dikarin qidûm kevin”. 33  Lê şagirta wîra got: “Vî ciyê xewle, em ji ku dikarin haqas nan bînin, wekî van hemû meriva têr kin?” 34  Îsa ji wan pirsî: “Çend nanên we hene?” Wana got: “7 nan û çend mesiyên biçûk”. 35  Îsa merivara got wekî ewana ser erdê rûnên. 36  Ewî ev 7 nan û çend mesî hildan, şikirî da Xwedê, û paşê nan ker kirin*, dane şagirtên xwe, û wana jî merivara bela kir. 37  Hemûya xwar û têr bûn. Û çaxê wana nanên bermayî top kir, 7 sevetên* mezin tije bûn. 38  Ewên ku xwarin, xêncî jin û zara, 4 000 mêr bûn. 39  Paşê, çaxê Îsa meriv verêkirin, kete qeyîkê û çû herêma Megedanê.

Спартьн

Yan “bênamûsiya sêksûalî”.
Raste-rast “min were remê”.
Raste-rast “nan şkênand”.
Yan “zembîl”.