Li Gora Metta 21:1-46

  • Îsa ser ceşikê dikeve Orşelîmê (1-11)

  • Îsa paristgehê paqij dike (12-17)

  • Nifir li dara hêjîrê tê kirinê (18-22)

  • Hukumê Îsa dikine bin şikê (23-27)

  • Mesela du kura (28-32)

  • Mesela rezvanên mêrkuj (33-46)

    • Kevirê sereke tê înkarkirinê (42)

21  Gava ewana nêzîkî Orşelîmê bûn û gihîştine Beytfacê, ya ku ser Çiyayê Zeytûnê ye, Îsa du şagirtên xwe şandin,  û wanra got: “Herin gundê pêşberî xwe. Hûn hema ça bikevine wî gundî, hûnê kereke girêdayî tevî ceşikê bivînin. Wana vekin û bînin cem min.  Hergê kesek tiştekî wera bêje, hûn usa bêjin: ‘Ew Xudanra lazim in’. Û ewê derbêra wana bidine we”.  Ev yek usa qewimî, wekî gotinên pêxember bêne sêrî, yê ku gotibû:  “Keça Siyonêra bêjin: ‘Binihêre, Padşê te tê cem te! Ew yekî şkestî ye* û li kerê siyar bûye. Erê, ew li ser ceşika kerê siyar bûye’”.  Şagirt çûn û çawa ku Îsa wanra gotibû, usa kirin.  Wana ker tevî ceşikê anîn, kincên xwe avîtin ser pişta wan, û Îsa li ceşikê siyar bû.  Ji elaletê geleka kincên xwe ser rê radixistin. Hineka jî çiqilên dara dibirîn û datanîn ser rê.  Merivên ku pêşiya wî û pey wî diçûn, dikirine gazî: “Ya Xwedê, lava dikin, Kurê Dawid xilaz ke! Keremkirî ye ewê ku bi navê Yehowa tê! Tu, yê ku li ezmana yî, em lavaya te dikin, wî xilaz ke!” 10  Gava Îsa kete Orşelîmê, temamiya bajêr tevlihev bû û dipirsîn: “Gelo ev kî ye?” 11  Elaletê jî digot: “Ev Îsa pêxember e, ji bajarê Nisreta Celîlê!” 12  Îsa kete paristgehê û berî wan hemûya da, yên ku wêderê difirotin û dikirîn. Ewî usa jî textên pereguhêra û kursiyên kevotkfiroşa welgerandin. 13  Û ewî wanra got: “Nivîsar e: ‘Mala min wê mala dua bê navkirinê’, lê hûn vê malê dikine şkefta qaçaxa”. 14  Paristgehêda usa jî yên kor û seqet hatine bal wî, û ewî ew qenc kirin. 15  Gava serokên kahîna û qanûnzana ew keremetên ku Îsa kirin, dîtin û usa jî ew zarên ku paristgehêda bi dengê bilind digotin: “Ya Xwedê, lava dikin, Kurê Dawid xilaz ke!”, ew gelek hêrs ketin, 16  û ji wî pirsîn: “Tu dibihêyî ev çi dibêjin?” Îsa caba wan da: “Erê. We qe ev yek nexwendiye: ‘Te usa kir wekî zar û dergûş bi devê xwe pesinê te bidin’?” 17  Îsa ew hîştin, ji bajêr derket û çû bajarê Beytanyayê û wê şevê wêderê ma. 18  Sibehê zû gava ew vegeriya bajêr, birçî bû. 19  Ewî kêleka rê dareke hêjîrê dît û nêzîkî darê bû, lê xêncî belga tiştekî din pêva nedît. Hingê ewî darêra usa got: “Bira ji vir şûnda tu heta-hetayê berê xwe nedî”. Û ev dara hêjîrê pêra-pêra hişk bû. 20  Gava şagirta ev yek dît, gelek ecêbmayî man û gotin: “Ev dara hêjîrê çawa nişkêva usa hişk bû?” 21  Îsa wanra got: “Ez rast wera dibêjim, hergê baweriya we hebe û hûn dudilî nebin, hûnê ne tenê çi ku hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê hergê hûn vî çiyayîra bêjin ‘Rabe û xwe bavêje berê’, wê usa bibe. 22  Û hemû tiştên ku hûn duada bi baweriyê bixwazin, hûnê bistînin”. 23  Gava Îsa hate paristgehê û meriv hîn dikirin, serokên kahîna û rûspiyên cimetê hatine bal wî û pirsîn: “Tu bi çi hukumî van tişta dikî? Û kî ev hukum daye te?” 24  Îsa caba wan da: “Ezê jî pirsekê bidime we. Hergê hûn caba min bidin, hingê ezê jî wera bêjim ku ez bi çi hukumî van tişta dikim: 25  Gava Yûhenna meriv dinixumandin*, ewî ev hukum ji Xwedê* stand yan ji meriva?” Hingê ewana nav xweda şêwirîn û gotin: “Hergê em bêjin ‘Ji Xwedê*’, ewê mera bêje, ‘Lê we çira ew bawer nekir?’ 26  Lê hergê em bêjin ‘Ji meriva’, em ditirsin ku xelq tiştekî bîne serê me, çimkî ewana gişk Yûhenna ça pêxember qebûl dikin”. 27  Lema wana Îsara got: “Em nizanin”. Ewî wanra got: “Ez jî wera nabêjim ku ez bi çi hukumî van tişta dikim. 28  Hûn çi difikirin? Du kurên merivekî hebûn, û ew çû bal yê mezin û wîra got: ‘Kurê min, îro here nav rezê tiriyada bixebite’. 29  Ewî got: ‘Ez naçim’. Lê paşê ew poşman bû û çû. 30  Hingê bav çû cem kurê xweyî biçûk û wîra jî usa got. Kur jî got: ‘Temam, ezê herim bavo’. Lê ew neçû. 31  Ji van du kura, kîjanî xwestina bavê xwe anî sêrî?” Wana got: “Yê mezin”. Îsa wanra got: “Ez rast wera dibêjim, xercgir û qav wê pêşiya we bikevine Padşatiya Xwedê. 32  Çimkî Yûhenna hat û riya rastiyê nîşanî we kir, lê we wî bawer nekir. Lê xercgira û qava baweriya xwe wî anîn. We çiqas ev yek dît jî, yeke hûn poşman nebûn û we dîsa jî wî bawer nekir. 33  Meseleke din jî bibihên: Merivek hebû, yê ku xweyî erd bû. Ewî rezê tiriya çand, dora wê sûr kir, hewzek kola bona hincirandina tiriya û birceke nobedariyê çêkir. Paşê ewî ev rez kirê da rezvana û çû welatekî din. 34  Gava wextê berçinînê hat, ewî xulamên xwe şandin bal rezvana, wekî berên para xwe hilde. 35  Lê rezvana xulamên wî girtin, yek kutan, yê din kuştin û yekî din jî dane ber kevira. 36  Ewî dîsa xulamên din şandin, ji yên pêşin zêdetir, lê wana usa anîne serê wan jî. 37  Axiriyêda ewî kurê xwe şande bal wan û fikirî: ‘Ewana wê qedirê kurê min bigirin’. 38  Gava rezvana kurê wî dît, hevra gotin: ‘Ev warê wî ye. Werên em wî bikujin û mîrata wî bistînin!’ 39  Û wana ew girt, ji rez derxist û kuşt. 40  Gava xweyê rez bê, ewê çi serê wan rezvana bike?” 41  Wana caba wî da: “Çimkî ewana zulm in, lema jî ewê bi temamî qira wan bîne. Û ewê rezê xwe, kirê bide rezvanên din, wekî ewana wextda para wî bidinê”. 42  Îsa wanra got: “We ev yek Nivîsarên Pîrozda qe nexwendiye, ‘Kevirê ku avakara înkar kir, bûye kevirê sereke*. Ev yek ji Yehowa bû û ev ber çevê me ça keremet e’? 43  Lema ez wera dibêjim, Padşatiya Xwedê wê ji we bê standinê û wî miletîra bê dayînê, kîjan ku wê ber bîne. 44  Usa jî, kî ku bikeve ser vî kevirî, ewê hûr-hûrî be. Û ew kevir bikeve ser kê, wê wî bihincirîne”. 45  Gava serokên kahîna û Fêrisiya ev meselên wî bihîstin, wana fem kir ku ew bona wan dibêje. 46  Rast e wana dixwest wî bigirin, lê ji xelqê ditirsiyan, çimkî wana wî ça pêxember qebûl dikir.

Спартьн

Yan “yekî nerm e”.
Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
Raste-rast “ji ezmên”.
Raste-rast “ji ezmên”.
Raste-rast “kevirê enîşkêyî sereke”. Wedê avakirinê ev kevir qulçê jorinda dihate danînê, wekî her du dîwar hev bigirin. Lema jî ev kevir herî ferz bû.