Derbazî serecemê

Gelo Şedên Yehowa Zorê Zarên Xwe Dikin wekî Rêlîgiya Wan Qebûl kin?

Gelo Şedên Yehowa Zorê Zarên Xwe Dikin wekî Rêlîgiya Wan Qebûl kin?

Na, çimkî eva safîkirina şexsî ye (Romayî 14:12). Şedên Yehowa prînsîpên Kitêba Pîroz zarên xwe hîn dikin, lê çaxê zar mezin dibin ewana îda xwexa safî dikin bibine Şedên Yehowa yan na (Romayî 12:2; Galatî 6:5).

Çawa hemû dê-bav Şedên Yehowa jî seva zarên xwe tiştên herî baş dixwazin. Lema jî ewana tiştên usa zarên xwe hîn dikin çi ku wê kêrî wan bê. Ev hene hînkirinên kêrhatî, normên nav-namûsiyê û zanebûna rêlîgî. Şedên Yehowa bawer dikin, wekî Kitêba Pîroz riya lape baş nîşanî me dike. Lema jî seva ku zarên wan jî vê yekêda bawer bin, ewana tevî zarên xwe hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin û dibine ser civata (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Çaxê zar mezin be, ewê îda xwexa safî ke rêlîgiya dê-bavê xwe qebûl ke yan na.

 Gelo Şedên Yehowa zarên virnî dinixumînin?

Na. Kitêba Pîroz hîn nake ku gerek zarên virnî binixumînin. Mesele qirna yekêda meriv pêşiyê mizgîniya Xwedê “qebûl kirin”, gunê xwe tobe kirin, paşê hatin nixumandinê û bûne Mesîh (Karên Şandiya 2:14, 22, 38, 41). Lema jî seva ku meriv bê nixumandinê ew gerekê gihîştî be wekî hînkirinên Kitêba Pîroz fem bike, bawer bike û safî ke li gora van prînsîpa bijî. Zara virnî nikare van hemû tişta bike.

Çaxê zar mezin be, diqewime ew safî ke ku bê nixumandinê. Lê pêşiya vê safîkirina ferz, ew gerekê fem bike ku ev yek cabdarîke mezin e.

 Gelo Şedên Yehowa heleqetiya xwe tevî zarên xwe dibirin çaxê zar naxwazin bêne nixumandinê?

Hemikî na. Çawa dê-bav, dilê Şedên Yehowa dêşe gava zara wan rêlîgiya wan qebûl nake. Lê dîsa jî ewana zarên xwe hiz dikin û heleqetiya xwe tevî wan nabirin riyê vê yekêda, ku zarên wan naxwazin bibine Şedên Yehowa.

Her kes, firqî tune çend salî ye, xwexa safî dike bê nixumandinê yan na

 Çira Şedên Yehowa zarên xwe tevî xwe dibine xizmetê?

Li vir çend menî hatine dayînê. a

  • Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî dê-bav gerekê aliyê ruhanîva zarên xwe hîn bikin, ku ewana baweriya xwe Xwedê bînin û wîra xizmet kin (Efesî 6:4). Bi saya xizmetê meriv baweriya xwe dide kifşê, lema jî xizmetî aliyê ruhanîva di hînkirina zarada, roleke ferz dilîze (Romayî 10:9, 10; Îbranî 13:15).

  • Kitêba Pîroz zara hêlan dike “pesnê navê Xudan bidin” (Zebûr 148:12, 13). Çaxê zar derheqa Xwedê gilî dikin, bi vê yekê ewana pesnê Xwedê didin. b

  • Çaxê zar tev dê-bavê xwe xizmet dikin, ewana karê distînin. Mesele ewana hîn dibin tevî hemû cûre meriva bikevine xeberdanê, û hunurên usa qazanc dikin ça remtî, qencî, qedirgirtin û usa jî hîn dibin ku bikevine heyra merivên din. Xêncî vê yekê zar diha zêde îzbat dibin ku baweriya wan ser hîmê Kitêba Pîroz e.

 Gelo Şedên Yehowa cejina derbaz dikin?

Şedên Yehowa tu cejinên ku Xwedê qebûl nake, derbaz nakin (2 Korintî 6:14-17; Efesî 5:10). c Mesele, em roja bûyînê û roja bûyîna Îsa derbaz nakin, çimkî ev ser hîmê hînkirinên Kitêba Pîroz nînin.

Lê em dîsa jî hiz dikin tevî zarên xwe wede derbaz kin û hizkirina xwe wanra bidine kifşê. Em tevî malbeta xwe top dibin û pêşkêşa didine hev û ferz nîne ku ev çi roj e.

Dê-bavê ku Şedên Yehowa ne, şa ne ku pêşkêşa didine zarên xwe

a Zarên Şedên Yehowa yan tevî dê-bavê xwe derdikevin xizmetê yan jî tevî kesên gihîştî û cêribandî.

b Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa van zara, yên ku dilê Xwedê şa dikirin bi vê yekê, ku derheqa baweriya xwe kesên dinra gilî dikirin (2 Padşatî 5:1-3; Metta 21:15, 16; Lûqa 2:42, 46, 47).

d Hine nav hatine guhastinê.