Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 9

Ça Malbeta te Dikare Bextewar be?

Ça Malbeta te Dikare Bextewar be?

1. Çira zewaca bi qanûnî, seva bextewariya malbetê ferz e?

Çimkî Yahowa Xwedayê bextewar û xwezilî ye, lema ew dixwaze, wekî malbet bextewar bin (1 Tîmotêyo 1:11). Yahowa zewac saz kir. Zewaca bi qanûnî, bextewariyê tîne hin mêr û jinra, hin jî zarara. Ew kî ku Xwedê bawer dikin, gerekê bi qedir binihêrin li ser qanûnên dewletê, derheqa qanûnkirina zewacê. Bixûne Lûqa 2:1, 4, 5.

Ça Yahowa Xwedê dinihêre li ser zewacê? Ew dixwaze, wekî zewac dêmek pevgirêdana jin û mêr tu car xirab nebe. Yahowa Xwedê dixwaze, wekî jin û mêr himberî hev amin bin (Îbranî 13:4). Hevqetandin ber çevê Yahowa reş e (Malaxî 2:16). Lê heger jina kesekî yan mêrê kesekî qaviyê bike, tenê wî çaxî Yahowa îzinê dide, wekî lê biqete û tezeda bizewice. Bixûne Metta 19:3-6, 9.

2. Mêr û jin himberî hev gerekê çawa bin?

Yahowa Xwedê mêr û jin usa efirandiye, wekî ewana komekê bidine hev (Destpêbûn 2:18). Mêr malxê malê ye, lema jî ew gerekê derheqa hewcên neferê malê xem bike. Usa jî ew gerekê wana derheqa Xwedê hîn bike. Mêr gerekê xwehez nîbe û jina xwe weke xwe hez bike. Mêr û jin gerekê hevdu hez bikin û qedirê hev bizanibin. Çimkî her jin û her mêr gunekar e, lema heger ewana hîn bin hevdu bibaxşînin ewana wê bextewar bin. Bixûne Efesî 4:31, 32; 5:22-25, 33; 1 Petrûs 3:7.

3. Heger di zewacêda tu bextewar nînî, lazim e hûn hev biqetin?

Hergê di zewaca teda çetinayî heye, her kes ji we gerekê bixebitin seva ku hizkirina we himberî hev hebe (1 Korintî 13:4, 5). Xebera Xwedê me hîn dike, wekî hê baş e problêmên zewacê pê hevdûrketinê safî nekin. Bixûne 1 Korintî 7:10-13.

4. Zarno, Xwedê ji we çi dewa dike?

Yahowa Xwedê dixwaze, wekî hûn bextewar bin. Ew şîretên usa baş dide we, wekî hûn ji cihaltiya xwe lezetê bibînin. Xwedê dixwaze, wekî tu gura dê-bavê xwe bikî, çimkî ewana bîlan in û di emirê xweda cêribandî ne (Kolosî 3:20). Yahowa Xwedê usa jî dixwaze, wekî tu qirara Efirandarê xwe biqedînî û gura kurê wî bikî, wekî şabûnê bistînî. Bixûne Waîz 11:9-12:1; Metta 19:13-15; 21:15, 16.

5. Ça dê bav dikarin zarêd xwe bextewar kin?

Hûn gerekê timê bixebitin, wekî xwarin, kinc û cî-sitara zarên we hebe (1 Tîmotêyo 5:8). Seva ku zarên we bextewar bin hûn gerekê usa jî wana hîn kin, wekî Xwedê hez bikin û ji Xwedê hîn bin (Efesî 6:4). Zar çaxê dibînin hûn ça hizkirina xwe hindava Xwedê didine kifşê, ewana meselê baş xwera hildidin. Şîretên weyî li ser hîmê Kitêba Pîroz wê gelek rind hukum bin li ser dişirmîşbûna zarên we. Bixûne Qanûna Ducarî 6:4-7; Metelok 22:6.

Seva zara kar e çaxê hûn paya û hêlana didine wan. Lê wanara usa jî hînkirin û şîretkirin lazim e. Hînkirina we wê zarên we ji hînkirinên nerast xwey ke, kîjan ku dikarin şabûnê ji wan bistînin (Metelok 22:15). Lê fesal bin, wekî hînkirina we gele hişk û bi dilsarî nîbe. Bixûne Kolosî 3:21.

Şedên Yahowa hine kitêb neşir kirin, xût seva ku alî dê-bava û zara bike. Ev kitêb li ser hîmê Kitêba Pîroz hatine nivîsarê. Bixûne Zebûr 19:7, 11.